Kevneşopiya Satî - 2
Mîta Satî, rastî serdemên ku ferasetên bavsalar xwestine xwe serdest bikin tê. Ev çîroka mîtolojîk di ser vê ferasetê re, piştre vediguhere çîroka Satî ya ku xwe ji bo hevjînê xwe dike qurban.

ROJBÎN DENÎZ
Çîroka Mîtolojîk a Satî
Di Mîtolojiya Hîndû de Satî, keça nîvxwedayê bi navê Dakşa û hevjîna Xweda Şiva ye. Satî, dema di daristanek de digere, rastî Şiva yê ku yoga dike tê û dilê wê dikeve wî. Lê bavê Satî Dakşa, dibêje ku Şiva yek ji kesên ne di asta wan de ye û naxwaze keça wî pê re bizewice. Xwedawend Satî, dîsa jî bi Şiva re dizewice.
Şiva dema bi Satî re ye, fikirandina Brahman û kefaretên ku kiriye, ji bîr dike. Di vê navberê de Dakşa, ji bo ku hemû alem û rawir bighên aramiyek, biryar dide ku merasîmek mezin a qurbanê lidar bixe. Ji bo merasîmê Xwedayan, zindiyên sersirûştî, oldaran û hemû zindiyên li gerdûnê vedixwîne. Xweda Vîşnû berpirsyariya rêvebirina merasîmê digre ser milê xwe. Lê Dakşa, Şiva yê ku tasek ji qapaxê serê mirovan hatiye çêkirin li ser serê wî ye, ji bo vê merasîmê guncaw nabîne û gazî wî nake. Her çiqas Satî keça wî be jî, sirf ji ber ku hevjîna Şiva ye, nahêle haya wê ji merasîmê çêbibe.
Satî, bi awayek rasthatinî dibhîze ku merasîmek wiha tê lidarxistin, ji bavê xwe hêrs dibe û diçe cîhê merasîmê. Li gor efsaneyê, Satî xwe wisa bi rîtuela qurbanê ve berdide ku derbasî yogayê dibe, neh deriyên sehikî yên di bedene xwe de digre, nefesa xwe digre û piştî demekê, agir di bedena wê de har dibe. Li gor hinek rîwayetan jî Satî, ji bo ku bavê xwe protesto bike û tirsonekiya hevjînê xwe Şiva ceza bike, xwe davêje nav agirê qurbanê. Tiştê esas ku bûye jî, şerê desthitaliyê yê di navbera Xwedayan de ye.
Şiva çawa bedena Satî ya bê ruh dibîne, ji hêrsan dikeve tayê. Her ku hêrsa wî mezin dibe, dest bi rûxandin û şewitandina qada merasîmê dike. Li gor efsaneyê, serê Dakşa jê dike. Li hember vê bûyerê hinek Xweda xwe davêjin ber Şiva û hewl didin wî rawestînin. Lê her carê Şiva, Xwedayên ku dertên pêşiya wî, têk dibe. Xweda û zindiyên sersirûştî ku hêza Şiva dibînin, bi tirs û xof her yek bi aliyek de direvin. Şiva, ber bi termê Satî ve diçe. Lê her tiştî ji bîr dike, li ber bedena bê ruh rûdinê û dest bi şînê dike. Şiva yê ku ji kerba bêhal dikeve, cesedê Satî dide ser milê xwe, bi awayek gêj, dest bi reqsek dike.
Perestgehên ji Bedena Satî
Xweda Brahma û Xwedayên din, dibêjin heta ku Şiva destê xwe bide Satî ewê bedena wê rizî nebe û kozmos ji ber vê reqsê bi xetereyek re rûbirû ye. Li ser vê yekê, li çareseriyek digerin û bedena Satî perçe perçe dikin. Li gor rîwayetê, piyên wê, qarçika wê, organê wê yê zayendî, mil û navmilên wê, zik û pêsîrên wê yek bi yek tên jêkirin û li gelek deverên Hîndistanê belav dibin. Li van deverên ku bedena Satî dikeve, perestgehên ku tê de xwedawend çavkaniya gerdûnê temsîl dike, ava dibin.
Xwedayên, ji Şiva yê ku parazvanê dinyaya di şiklê fallûsê de ye re, lava dikin ku aram bibe. Şiva, qet dengê xwe nake û li wan guhdarî dike, piştre ji Brahma dipirse ka divê çi bike? Brahma ji wî re dibêje xwe bibîr bîne, dest ji kederê berde û xwe ji êşê rizgar bike. Her wiha, tê bîra wî ku gava Şiva êş dikşîne xwe wenda dike, lewma jî zirarê dide hemû zindiyên di gerdûnê de. Tê gotin ku Satî xapandinek mezin a dinyayê dorpêç kirî ye, lewma jî di nav êşek ku çavên wî kor kiriye de dinale.
Mirina hevjînên xwedayî
Ji perçeyên Xwedawendê Pîtha (perestgeh) pêk tên û bi giştî wek hejmara 108 tên binavkirin. Piraniya 108 Pîthayan, ji bo bawermendên mezheba Hîndûîzmê ya bi navê Şaktî, bûne navendên girîng ên hecê ku pîroz tên dîtin. Pîtha, bi piranî li Bengala Rojava hene, lê bi giştî li çar aliyên Hîndistanê belav bûne. Tê gotin ku her Pîthayek, li ser an jî nêzî çavkaniyek avê ya bi enerjiya Xwedawendê hatiye pîrozkirin cîh digre. Hecî wisa bawer dikin ku di van avan de xwe bişon, ewê pak bibin.
Gelek Pîtha di heman demê de li nêzî darên pîroz ên wek Dayîka Ax tên dîtin, cîh digirin. Li cem perestgehan, ajalên siwaran (vahana) ên Xweda û xwedawendan hene. Pîtha, wek mekanên pîroz ên ji aliyê bawermendan ve ji bo têkiliya bi Xwedayan re hatine avakirin, tên pejirandin.
Di cewhera xwe de jî Satî, li hember feraseta olî ya bi navê Veda ku bavê wê temsîliyeta wê dike û pêkanînên yoga yên Şiva, serî rakiriye. Li hember otorîteya mêr a serdest serî rakiriye û têkoşîna li hember wê, çêtir dîtiye. Li ser vê yekê Xwedayan li hember Satî şer îlan kirine, gotine em çawa wê ji jiyanê bikin, Satî avêtine nav agir û ceza kirine. Têkiliya Satî û Şiva, dişibînin hevjînên xwedayî yên di mîtolojiyên Hîtît de yên bi navê Teşup-Hepat an jî hevjînên xwedayî yên di Mîtolojiya Sûmeran de yên bi navê Enkî-Nînhursag de.
Tiştên ku bedenên di agir de şewitîne ji me re vedibêjin
Şewitandina Satî, xwe fêdakirina wê an jî qurbankirina wê ya bi darê zorê, bi baweriyên ku agir pîroz dibînin re jî tê girêdan. Vê çîrokê, dişibînin mîta ku dibêje Hz. Îbrahîm ji ber ku pûtên Nemrûd şikandiye xwestine wî bavêjin nav agir û ew agir bûye Gola Masiyan a li Rihayê. Bi awayek din, perçeyên ku ji bedena Satî ketine veguherîne perestgehan û çavkaniyên avê yên pîroz ên girêdayî van perestgehan jî, vegotinek mîtolojîk e. Derxistina wateyek ji vê şibandinê wêdetir, derbek ji bo şibandina mîta avêtina agir heye.
Dibe ku ev çîrok, aşkera dike ku çawa mêrên li kêleka jinan bûn ji aliyê Şamanan û Xwedayan ve hatine birêxistinkirin û piştre çawa ji jinê hatine veqetandin. Tê zanîn ku bi civakîbûna destpêkê re, jin û mêr di çarçoveya feraseta jiyana hevjînên azad de şirîkatiyek danîne û ev serdemek dirêj wiha berdewam kiriye.
Mîta Satî, rastî serdemên ku ferasetên bavsalar xwestine xwe serdest bikin tê. Ev çîroka mîtolojîk di ser vê ferasetê re, piştre vediguhere çîroka Satî ya ku xwe ji bo hevjînê xwe dike qurban. Dibe ku feraseta bavsalar, vê mîtê wek pêwîstiyek civakî nîşan dabe, rastiya çîrokê beravajî kiribe û wê li gor berjewendiyên xwe ji nû ve şîrove kiribe.
Sibê: Bi têkoşîna ku bi kûrbûna Jineolojîk pêş ketiye xwe gihandina xwebûnê