Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (12)

Li Lubnanê ku yek ji welatên Rojhilata Navîn ê di bin siya şerê navxweyî yê parçebûna siyasî û baweriyên herî laîk de ji bo jinan ‘azadî’ bi qasî tunehesibandinê serwer e. Zagona zewaca zarokan, tacîz û tecawizê meşrû dike, mêtîngeriya kedê û tundiya bedewiyê jî di nav de jinên lubnanî ji bo bidestxistina mafên xwe yên bi zagonê tune tên hesibandin têdikoşin, di siyasetê de ji sedî 0,2 nûneriya wan heye.

Li welatê Soha û Mayê ‘serbestî’ heye lê têkoşîna ‘azadiyê’ berdewam dike
Navenda Nûçeyan - Di beşa dawî ya dosyaya xwe de em ê behsa welatê duyemîn ê Rojhilata Navîn Lubnanê bikin. Lubnanê, ji gelek şaristaniyên wekî Fenîke, Babîl û Asuran re malavahî kiriye bi tevahî ji aliyek Deriya Spî heya aliyê dinê hemû çiya û daristan e. Di sala 1943’an de ji bin mêtingeriya Fransayê derket û serxwebûna xwe îlan kiriye. Ji nava welatên li heman erdnîgariyê yê herî zêde laîq e, 18 bawerî bi hev re dijîn. Şerê herî dawî di sala 1975’an de li welat dest pê kir heya 1990’an domiya.
Cîhanê ‘şewata dilê’ Sohayê bihîst
   
Li welatê ku bi destên mêtingeriyê tevlihev bû, heta qirikê şer û pêvçûn navxweyî 20 salan domiya. Di şerê li hemberî sûcên dermirovî de têkoşîna jinan li pêş bû. Jixwe Soha Bechara yek ji wan e. Sala 1967’an li Beyrûdê hatiye dinê. Bavê wê endamê partiya komunîst bû. Sala 1982’an dema Beyrûd ji aliyê Israîlê ve hat dagirkirin, bi xwe jî tevli partiyê bû. Peywira sûîqestkirina generalê Artêşa Başûrê Lubnanê Antoîne Lahad girt ser xwe. Di mala general de xwe wekî mamosteya jîmnastîkê nîşan da ji bo ku hevjîna wî perwerde bike. Ji 17’ê mijdara 1988’an heta Lahad hat hundir xwe mijûl kir û di dema çûyînê de bi du destan ew gulebaran kir.
Di çalakiya sekvaniyê de general birîndar bû, Soha Bechara jî hat girtin û avêtin girtîgeha Khiam a mercên wê pir giran. Bêyî ku wê derxin dadgehê 10 salan di wê girtîgehê de ma. Ji wan deh salan jî şeş sal di bin tecrîdê de ma. Piştî ku kampanyayek mezin li Lubnan û Ewropayê hat destpêkirin, di sala 1998’an de ji girtîgehê derket. Soha tiştên ku jiyaye bi navê (Resistance: My Life for Lebanon) ‘Li Lubnanê jiyana min a berxwedêr’ bi şêwaza pirtûkê berhev kiriye. Her wiha ji hinek beşên jiyana Sohayê bi navê ‘Şewata Dilê Min’ filîmê ‘Inecendies’ (2010) li Tirkiyeyê bû çavkaniya îlhamê.   
Soha heta van rojan jî nikare bê welatê xwe li sirgunê jiyana xwe berdewam dike. Jinên Lubnanê 26 sal in hewl didin birînên şerê navxweyî bipêçin û kefenê ku bi mezheb û baweriyan li jinan hatiye kirin biqetînin.
May Chîdaîac: Min dest û lingek da welatê xwe
Li Lubnanê ku di serî de ji bo Israîl, Sûriye û Fransayê, bûye textê ceribandina gelek welatan û bi navê “Rojhilata Navîn a Biçûk” tê binavkirin, di sala 2005’an de jinek din bû hedefa pergalê. Rojnameger May Chîdîac mudaxeleya Sûriyeyê ya li ser welat bi zimanek rexneyî nivîsî. Îlona 2005’an li Beyrûdê di encama bombeyên di wesayîda wê de hatibûn bicihkirin de bi giranî birîndar bû. Di heman demê de May bi nûçeyên rexneyî yên girêdayî li Lubnanê sûîqestên siyasî yên welatên derdorê dihat zanîn. May a giran birîndar bû, destek û lingek wê jêbûn. Piştî tedawiya du salan careke din vegeriya welatê xwe. May Xelata Cesareta Rojnamegeriyê girt. Di axaftina merasîma xelatdayînê de got: “Ji bo şerê welatê xwe min destek xwe û ji bo pihînek li rûyê hemû dijminan bixim jî lingek xwe da, ev kêm nîn e. Rojnamegerî cesaret, bi dengê bilind axaftin û rîskgirtin e. Lê li Lubnanê bi taybetî jî ji sala 2005’an heta niha kuştin (…) an jî weke min neçar dimînin bi protezan an jî bi kursiyên bi tekel bijîn.”
Niha May di weqfa ku bi navê xwe vekiriye de bi taybetî ji bo bidestxistina mafên jinan wekî aktîvîst beşdarî xebatan dibe.
 Hinek be jî serbestî û azadî heye
Hinek jî divê mirov li welatê Soha û May binêre, ji bo jinan di çi rewşê de ne. Dema mirov jinên Lubnanê bi yên deverên din ên cîhana Ereb re bîne ber hev dê bê fikirandin ku bi zêdehî xwediyên maf û azadiyê ne. Jinên Lubnanê ji yên welatên din zêdetir dikarin li gorî dixwazin kincan li xwe bikin. Li gorî welatên din hinek be jî dikarin tevbigerin. Heta jinên Lubnanê di nava welat de bi mêran re xwediyên heman mafên medenîbûnê ne. Li gel vê jî li Lubnanê ji ber fermîbûna gelek olan hiqûqa nava welat li gorî baweriyê şêwe digire. Nûneriya jinên Lubnanê ku li gorî dîtinê ‘azad’ dixwiyên di siyasetê de timî bi çend kesan re wekî sembolîk sînordar maye.   
Ji ber Suzzan Erebistana Siûdî rexne kir ji welat hat derxistin 
Dema ku em îro li rojeva welat dinêrin newekheviya ser jinan û encamên wê di nûçeyên rojnameyan de jî tê dîtin. Wekî nimûne sala derbasbûyî Dîrektora Beşa Sûcên Sîberê û Mafên Maliyeya Fikrî ya Lubnanê Fermandar Suzzan Hajj Hobeiche ji ber twîtek a henek bi biryardariya qraliyeta Erebistana Siûdî ya destûra ajotina wesayîdan daye jinan ecibandiye ji kar hat avêtin. 
Di siyasetê de navê jinan tuen ye
Li Lubnanê jin di jiyanê de xuya dikin lê di mekanîzmayên gotin û biryaran de cihê wan tune ye dûrbûyîneke serbestiya jinan xuya ye. Jin li hemberî cihnedayîna siyasetê têdikoşin. Li welat beriya hilbijartina Gulana derbasbûyî ji bo zêdekirina hejmara jinan di meclisê de kampanya hat destpêkirin lê encama derket careke din ji sedî 0,2 derbas nekir.
Zagona zewaca zarokên 12 salî!
Ji bo jinan ne tenê siyaset di gelek qadan de pêdivî bi têkoşînê heye. Li welat jin ji rakirina darizandina sûcên wekî li gorî referansa olî zewaca zarokên 12 salî, heta sûcên tecawizê mexdûr û bersûc bi hev re zewicandinê di gelek qadên jiyanê de têdikoşin.
Mijareke din a raya giştî eleqedar dike û sala 2017’an hat erêkirin jî zagona sûcdîtina tacîza zayendî ye. Hê zagon nehatiye erêkirin li welat amadekariyên hinek komên olî bi navê  “namusê” kuştinên jinan wekî sûc nayê dîtin, xistina nava berhevkiriyên zagonan hene. Jin li hemberî vana jî têdikoşin.  
Jin dibêjin ‘bes e’
Ji rêxistinên jinan ên nava welat Zagona Şîdeta Nava Malê ji sala 2014’an ve ket meriyetê KAFA Komeleya (Bese) zagona pêşîlêgirtina zewaca zarokan amade kirin û teslîmî meclisê kirin. Şeş sal in jin bi çalakiyên cihêreng hewl didin balê bikşînin ser vê xalê û ji bo derketina zagonê mijûl dibin lê hê zagon neketiye rojeva parlamentoyê.
Tundiya veşartî sepandina çanda desthilatdariyê ye
Li heman welatî tundiyek din jî li ser bedena jinan tê meşandin. Jin bi tundiyeke din a veşartina bedewiyê re jî rû bi rû ne. Xweşiktiya kepîtalîzma rojavayiyan li ser civakê dide ferzkirin ku li salonên estetîk û xweşikbûnê jin hewl didin têkevin nava van qaliban. Jinên ku normên xweşikiya bi çanda deshilatdaran hatine diyarkirin dipejirînin, tundiyeke veşartî li ser bedena xwe didin meşandin. Rêxistinên jinan bi gotina “Ceribandin biryara me ye” li hemberî van hemû tundiyan têdikoşin.