Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (10)

Li Nîjeryayê jin nikarin bêhnê bigrin Boko Haram ku wekî çeteya DAIŞ’a Afrîkayê tê zanin; bi revandina 276 zarokên keçik ket rojevê, li Nîjeryayê ji bo jinan weka girtîgeha mêran e. Li wî welatê ku nêzî 25 milyon jinên sinetkirî lê hene, ji sedî 75’ê jinan bi zorî bi peretî tên firotin. Ji ber çeteyên tecawizê yên li welat bi cih bûne gelek jinan, ji bo fihûşê bi zorê dibin welatên Ewropayê. Li Nîjeryayê Chîmamanda Ngozî Adîchîe ya ku ji zarokatiya xwe de nirxdariya jinan fam kir û xwe bi xwe hişmendiya jinane afirand û xwe bi hêz kir; ji bo bibe dengê jinan, hewl dide ji wê jiyana ku jin tê de nikarin bêhnê bigrin re bibe bêhngirtin. Adîchîe bi romanên xwe hewl dide vê rewşa xirab bi cîhanê bide zanîn.

Li Nîjeryayê jin nikarin bêhnê bigrin
Boko Haram ku wekî çeteya DAIŞ’a Afrîkayê tê zanin; bi revandina 276 zarokên keçik ket rojevê, li Nîjeryayê ji bo jinan weka girtîgeha mêran e. Li wî welatê ku nêzî 25 milyon jinên sinetkirî lê hene, ji sedî 75’ê jinan bi zorî bi peretî tên firotin. Ji ber çeteyên tecawizê yên li welat bi cih bûne gelek jinan, ji bo fihûşê bi zorê dibin welatên Ewropayê. Li Nîjeryayê Chîmamanda Ngozî Adîchîe ya ku ji zarokatiya xwe de nirxdariya jinan fam kir û xwe bi xwe hişmendiya jinane afirand û xwe bi hêz kir; ji bo bibe dengê jinan, hewl dide ji wê jiyana ku jin tê de nikarin bêhnê bigrin re bibe bêhngirtin. Adîchîe bi romanên xwe hewl dide vê rewşa xirab bi cîhanê bide zanîn.  
 
Navenda Nûçeyan - Li Nîjeryayê şerê navxweyî, ji 6’ê temûza 1967’an heta 13 çileya 1970’yan, ji ber ku bajarên Başûr rojhilat di bin navê Komara Bîafra de xwestin ji welat veqetin çêbû. Lê şerê navxweyî bi vê yekê bi sînor nema, dûre di 2002’yan de li eyaleta Borno ya Nîjeryayê, bi çalakiyên rêxistina çekdar Boko Haram şer berdewam kir. Li bakurê welat herêma ku hukmên şerîetê lê derbasdar in Boko Haram bi bandor e. Vê rêxistinê bi taybetî di 2004’an de dest bi çalakiyên bi xwîn kir. Di 2009’an de Boko Haramê bi sedan kesî kuştin, bi hezaran kes jî neçarî koçberiyê bûn. 
Boko Haram zarokên keçik revandin 
Book Haram ku wekî çeteya DAIŞ’ê ya Afrîkayê tê zanîn, di 14’ê nîsana 2014’an de nêzî 276 zarokên keçik ên xirîstiyan revand. Serokê Boko Haramê Ebubekir Shedau, diyar kiribû ku ew dikarin wan zarokên ji dibistanan revandine bifroşin û wiha gotibû: “Min keçên we revandin. Ez ê wan li bazaran bifroşim. Xweda ferman da min ku ez wan bifroşim. Ew milkên Xweda ne û ez ê li gorî fermana Xweda bikim.” Ji wan zarokên keçik hinekan derfeta revê dîtibûni reviyabûn 219 zarok jî bi zorê kiribûn misilman û zewicandibûn. Du zarokên keçik jî rastî tecawiz û îşkenceyê hatibûn, li bin germê bi darekî ve girêdayî hatibûn dîtin. Boko Haram berê jî zarokên keçik revandibûn û tecawizî wan kiribûn. Di hezîrana 2014’an de Boko Haram di serdegirtina gundekî de 30 kes kuştibûn û 60 zarokên keçik jî revandibûn. Di 11’ê çileya sala borî de jî li bedena zarokek keçik a 10 salî bombe pêça û pê êrîşa pêk anî. Di wê êrîşa li bakurê bajarê Maîdugurî de 20 kes mirin. Di komkujiya li bajarê Baga de jî tevahiya bajar xira bû, bi hezaran jin hatin kuştin 
25 milyon jinên sinetkirî hene 
Li Nîjeryayê xetera li ser jiyana jinan tenê şerê navxweyî nîn e. sineta ku li Afrîka û hinek welatên Rojhilata NAvîn tê kirin, li Nîjeryayê pir zêde ye. Tevî qedexekirina hikumeta Nîjeryayê jî sineta jinan bûye wekî kevneşopiyek û li herêmên bejahî pêk tê. Zarokên keçik di temenê pir biçûk de tên sinetkirin. Ji ber sinetê gelek jin jiyana xwe bi nexweşiyan diborînin. Ji ber çûyîna xwîna zêde û enfeksiyonê gelek zarokên keçik dimrin. Ên dijîn û dibin xwedî zarok jî ji ber vê rewşê bi zoriyên mezin re rûbirû dimînin. Ji bo jinên sinetkirî welidîn îşkence ye lewre gelek ji wan jinan di dema zayînê de dimrin. Li Nîjeryayê ji sedî 98 zarokên keçik hatine sinetkirin. 25 milyon jinên sinetkirî hene li nîjeryayê û bi qasî vê hejmarê jî xetera sinetê ji bo zarokên keçik heye. Li nîjeryayê ku kesên  xwedî baweriyên cuda tên sinetkirin, li gorî lêkolînan, ji sedî 55 zarokên keçik ên xirîstiyan, ji sedî 2 zarokên keçik ên misilman hatine sinetkirin. Her wiha li Nîjeryayê zarokên keçik hê 8 rojî ne tên sinetkirin. Ev rewşa sinetê ya li Afrîkayê tê jiyîn, li gorî şîroveyan, welatên Ewropayê, ji ber armancên xwe yên mêtinkar ên ji bo sûdgirtina ji dewlemediyên çavkaniyên sererdî û binerdî, naxwazin bibînin. Piştî salên 1960’î sineta zarokên keçik a li Afrîkayê ji aliyê Ewropayê ve tê zanîn. Li welatê ku berê di bin dagirkeriya Fransayê de bû, piştî salên 2000’î rewşa zarokên keçik tê lêkolînkirin. 
Ji bo pere di temenê biçûk de zewaca bi zorê
Li Nîjeryayê pirsgirêkeke din a jin dijîn, zewaca bi zorê ya di temenê biçûk de ye. Ji sedî 75 jin, bi temenê biçûk bi zorê tên zewicandin. Zewaca temenê biçûk, bi firotina bi pere ya zarokên keçik pêk tê û vê yekê ji aliyê aborî ve rizgarî dibînin. Li Nîjeryayê ji 3 kesan yek birçî ye. Her wiha pirzewacî jî pirsgirêkeke din e jib o jinan. Mêr bi gelek jinan re dizewicin, dema dixwazin cara pêncan bizewicin yekê berdidin. 
Çeteya tecawiz û fuhûşê xofdar e 
Li Nijeryayê jin bi rewşeke ku nikare pêşî lê were girtin rastî tecawizê tên. Çeteyên tiryakê û hwd. wekî tişteke asayî dixwiyên lê tevê wan çeteyên tecawizê jî hene. Rêxistina Efûya Navneteweyî ev ragihand; “Artêş û polîsên Nîjeryayê tecawizê jin, mêr û zarokan dikin, bi rêbazên lêdan û guleberdanê îşkenceya sîstematîk pêk tînin” ev yek tecawiza li dijî jinan a li Nîjeryayê nîşan dide. Piştî çeteyên tecawizê, li welat çeteyek din a li ser kar jî ya fihûşê ye. Bi hezaran jinên ku ji bo xwe rizgar bikin berê xwe didin Ewropayê, dikevin tora çeteyên fihûşê. Bi hezaran jin ji aliyê rêxistinên sûc ên organîzekirî ve, ji Nîjeryayê ji bo fihûşê dibin Îtalyayê. Bi hezaran jinên dibin Îtalyayê, ji wir jib o fihûşê dişînin welatên Holanda, Almanya  û Norwecê. Tê zanîn ku li Îtalyayê 10 hezar jinên nîjeryayî bi zorê rastî kirina fihûşê tên. 
Chîmamanda dixwaze bibe denê jinên ciwan ên Nijeryayê
Li dijî jiyana jinên li Nîjeryayê ku bi destên mêran û ji ber zîhniyeta nêr veguheriye êş û azarê, dengê derdikevin hêviyê didin jinan. Yek ji jinên ku hêviyê afirandiye Chîmamanda Ngozî Adîchîe ye. Chîmamanda di 1977’an de li Nîjeryayê hatiye dinyayê, zarokatiya xwe li wê derê derbas kiriye. Tiştên di zarokatiya xwe de jiya, bû şahid û jiyana jinên Nîjeryayê wê ber bi femînîzmê ve bir. Berî ku ew wateya peyva femîmîzm bizanibe jî xwedî ramanên jinane bû, zîhniyeta mêr lêpirsîn dikir û xwe bi azadiya jinan ve girêdabû. Ji bo xwendina zanîngehê çû DYA’yê û li wir beşa zanistên siyasî û ragihandinê xwend. Romana wê ya yekem Mor Amber di 2003’yan de hat çapkirin û li 23 zimanan hat wergerandin. Adîchîe, xelatên Orange û Booker girtin, her wiha wê Xelata Edebiyata Afrîkayê Caîne, Xelata Romana Herî Baş a Koma Nîvîskarên Neteweya Înglîz û ya BCC û xelata çîrokan a O. Henriy girt.    
Di nava malbata dike kole û kevneperstiyê de jina ciwan 
Di romana xwe de mijara jineke ciwan a li Nîjeryayê hatiye dine û mezin bûye vegot. Kambîlî jineke ciwan a qehremana romanê ye. Romanê ji devê vê jinan ciwan hatiye nivîsandin. Roman li Nîjeryayê bi zoriyên ji ber jinbûnê ve, hasten jineke ciwan a mezin dibe vedibêje. Girêdana malbatê û bandorên wê yên çandî yên li ser jinan nîşan dide. Cîmamanda di rastiyê de bi girêdana malbatê, rewşa li Nîjeryayê tê jiyîn nîşan dide û dixwaze bide zanîn ku tê xwestin jin, tune bibin, bi vê girêdana bi malbatê re nikaribin xwe bibînin. Ev rastî li ber çavan e lewre hikûmeta Nîjeryayê her dem ji bo jinan bide zewicandin di nava hewldanan de ye. Zîhniyeta nêr, bi xurtkirina têkiliyên malbatî dixwaze jinan di dest xwe de bigre, jinan teşwîqê zewacê dike û li jinên ku nazewicin an jî dereng dizewicin bi çavekî baş nanêre. Hikûmet ji bo vê her dem merasimên komî yên zewacê li dar dixe, jiyana malbatê ya ji bo jinan wekî zindanê ye qewîtir dike. Li Nîjeryayê hikumet ji bo kar û zewacê soz dide jinan. Di romanê de têkilî û girêdanên malbatê û çanda kevneperest derbas dibe, jiyana li Nîjeryayê ji bo jinan tê xeyalkirin nîşan dide. Roman ku qehremana wê Kambîllî ye, bi qasî rastiyên bêwijdan ên li welat, qûralên ku însanan li ser xwe û derdora xwe danîne jî bi vegotina Kambîllî balê dikşînin.  
Di romanên wê de temaya jinan balê dikşîne
Di romanên Chîmamandayê de ji ber bi giştî jin dibin mijar, xaleke din a erênî û berbiçav e. Romana wê ya bi navê Welatê Roj lê Bilind dibe, di nava hewldana rizgariya ji desthilatdariyê ya gel de jinan kiriye mijar. Behsa têkoşîna Bîafra ya bi daxwaza komareke serbixwe di sala 1960’an de di dîroka Afrîkayê de pêşveçûnan bi xwe re çêkir dike. Kesên li derdora Chîmamandayê dema femînîzmê rexne dikin, ew xwe wekî ‘femînîsta bextewar) dibîne. Hê dema zarok e nêzîkahiyên zayendperest dibîne û bi xwe re nakokiyên pir kûr dijî. Zanîna jinbûnê di temenek biçûk de pê re dest pê dike. Chîmamanda diyar dike ku rewşa di dibistana seretayî de dîtiye pir bandor li ser çêkiriye û dibêje ku di hilbijartina serokatiya polê de tevî dengê herî bilind girtiye jî mamoste jê re gotiye ew nikare bibe seroka polê lewre divê seroka polê mêr bûya, keçik nikaribûn bibûna. Li ser vê bûyerê wiha dibêje: “Ez jî bi vê yekê bi hêrs bûm. Lê ez jin bûm û ew mêr bû seroka pole. Ez vê bûyerê tu carî ji bîr nakim.”
“Mirovan çanda zayendperest afirand”
Chîmamanda li dijî zewaca bi zorê ya jinan derdikeve û difikire ku fikra neyînî ya li jinên zû nazewicin, wan têkçûyî dibînin nikare were pejirandin û dibêje ku pirsgirêka herî mezin a bi zayendiya civakî re têkildar e, li cihê gotina em çi bûn, divê em bibin çi ye bi pêşkêşkirina reçeteya vê yekê, çareserî pêkan e. chîmamanda bawer dike ku hişmendiya zayendiya civakî dikare were guhertin û diyar dike ku ev yek ji xwezaya mirov dûr, dawiyê hatiye afirandin û wiha dibêje: “Çand mirovan ava nake. Mirov çandê ava dikin. Ger di çanda me de jin bi temamî mirov nayên dîtin, divê em çanda xwe biguherînin, vê yekê bikin çanda xwe.