Derbarê tûndiya li dijî jinan a di warê pîşeyî de, rastiyên sosret û bertekên metirsîdar
Li ser tundiya pîşeyî ya li ser jinan, her roj giliyên mezin ji aliyê rêxistin û komeleyên jinan ve tên. Kî dê van êrîşan rawestîne û berdewamiya binpêkirinên li ser jinên Tûnisî yên li cihê kar bisînor bike?
NAZIHA BOUSSIDI
Tûnis – Jinên ku rastî tundiya di warê pişeyî de hatine, derbarê tundiya li ser jinan a di ware pîşeyî de bi hemû şêweyên wê yên zayendî, bedenî, derûnî û aborî ji ajansa me re axivîn.
Dr.Enîsa Hemze diyar kir ku ew ji aliyê berdevkê fermî ye çalakiya "El-Kamûr" Tariq El-Hedad û birayê wî û hevjînê xwişka wî ve rastî tundiyê hat û wiha pê de çû: "Tariq El-Hedad bi birayê xwe re hat cihê karê min. Gotinên nexweş ji hevala min a beşa pijîşkî re got, dema ku min xwest êrîşê belge bikim, wî berê xwe da min û bi alîkariya birayê xwe xwest telefonê ji destê min derxe. Min hewl da ku ji destê wan birevim û vegerim odeya xwe, lê ew li pey min hatin. Min berê xwe da wan û ji wan pirsî, gelo hûn çi ji min dixwazin? Reaksiyona wî ew bû ku ew li destê min bixista, ji ber vê yekê min hewl da ku ji wan xilas bibim û min berê xwe da odeya berdewamiyê, min derî kilît kir û gazî polîs kir."
Dr.Enîsa Hemze anî ziman ku piştî nîv saetê wê guman kir ku rewş aramtir bûye lewra vegeriya ser karê xwe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ez vegeriyam ser karê xwe, min kesek dît ku min di destpêkê de digot qey polîs e, lê hevjînê xwişka wan bû. Hema ez ketim odeya xwe, li pey min hat û bi dengekî bilind ji min re got "Tu mêran bixî", paşê kursîyek rakir û avêt ser serê min û bi lez û bez derket ber derî û got "Li min xist". Tariq El-Hedad û hevjînê xwişka wî bi salek zindanê hatin mehkûmkirin û hevjînê xwişka wî niha di girtîgehê de ye, lê El-Hedad ne amade ye û nekarîn cezayê li ser wî bi cih bînin."
Ji ber ku sektora tenduristiyê qada pîşeyî ye ku herî zêde şîdeta li dijî jinan li Tûnisê tomar dike, sektora medyayê jî di deh salên dawî de veguheriye qada tundiya li dijî jinên rojnameger. Li gorî Saziya Çavdêriya Ewlehiya Kar a Sendîkaya Rojnamegeran, 86 rojnamegerên jin rastî 104 êrîşan hatin.
Gelek sedem li pişt şîdeta li ser bingeha zayendî hene
Gelek sedem li pişt vê cureyê şîdeta zayendî ya di warê pîşeyî de hene. Ew dibînin ku ji ber ku ew jin e ku nikare bibe seroka tîmê û di nava dewletê de cih bigire. Li gel zêdebûna giliyên jinan ên di warê pîşeyî yên cuda de, li walîtiya Qeyrewanê li ser tundiya li ser jinan a li qada pîşeyî lêkolînek hat amadekirin û tê de sedemên bingehîn ên şîdeta li cihê kar, nemaze di karê neqanûnî û nefermî de di sektorên tayber û çandinê de eşkere kir. Li gorî lêkolînê ji sedî 79 jin li cihê kar rastî tundiya aborî û îstîsmarê hatine. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji sedî 61 jinên zewicî di qada pîşeyî de rastî tundiya zayendî hatine û ji sedî 70 karkerên jin karê xwe winda kirine.
Seroka Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisî Radiya El-Jerbî da zanîn ku yekîtiyê lêkolînek li ser tundiya li dijî jinan amade kir û wiha got: "Di lêkolînê de rêjeya bilind a tundiya pîşeyî bi hemû awayên wê di nav de zayendî, devkî, qxlaqî, madî û aborî hate eşkere kirin."
Cihê kar veguheriye cîhek ji bo tacîzkirina jinan
Radiya El-Jerbî eşkere kir ku tişta ku di qada pîşeyî de diqewime metirsîdar e û wiha axivî: "Yekîtî rojane gilî li ser tundiya pîşeyî distîne. Berpirseke Wezareta Veguhestinê ji bo gilîkirinê serdana min kirû ew di rewşek derûnî ya xerab de bû ji ber ku wê nikarî bû ji hevjînê xwe re bêje, ji ber ku ew ê wê jî mîna civakê wê sûcdar bike. Hemşîreyên ku bi şev dixebitin, rastî tundiyê û tacîzê tên. Gelek rêveber hene ku di berdêla îmtiyazan de ji jinan daxwaz dikin ku bersivê bidin xwestekên wî. Rojnamevanek jin di rêxistineke neteweyî de ji aliyê kardêrê xwe ve hat tacîzkirin, wê serî li yekîtiyê da ku gilî bike. Tevî ku ez seroka rêxistinekê me jî rastî tundiyê hatim. Min hakimek dît û min ji wî re behsa zext û zordariyên jinan kir, wiha bersiva min da 'We hemû mafên xwe bi dest xistine, ma hûn zêdetir çi dixwazin'. Her wiha giliyên jinên ku li şûna parastina wan ji aliyê hin hêzên ewlekariyê ve rastî tundiyê hatin, ji me re hatin."
Rola civaka sivîl çi ye?
Li Tûnisê xuya ye ku dewlet tevî cidiyeta wê diyardeyê bi ciddî mijûl nebûye û lêkolîneke neteweyî ya berfireh ku asta belavbûna wê û berteka wê eşkere bike û nexşerêyek ji bo kêmkirina wê diyar bike, nekiriye. Civak sivîl tevî îmkaneyên xwe yên kêm, hewl dide vê diyardeyê bi organîzekirina kampanyayên hişyariye, pêşwazîkirina qurbaniyan li navendên guhdarîkirin û rêberiyê, kêm bike.
Radiya El-Jerbî anî ziman ku hewildan li gorî tacîzên ku jin di qada pîşeyî de rastî wan tên, kêm dimînin û wiha got: "Tevî derbasbûna zêdetirî şêst salan li ser derxistina Rojnameya Rewşa Kesane û tevî yasayên nû, jinên Tûnisî hîn jî ji gelek yasayan nezan in, ji ber vê yekê yekîtiyê qanûna jimare 58 a sala 2017’an a şîdetê werger kir û di çarçoveya kampanyayên hişyarkirinê de belav kir."
Di bin sernavê "Şîdeta li ser bingeha zayenda civakî ya sazûmanî ya ku gihandina jinan ji bo wezîfeyên payebilind ên di Xizmeta Giştî ya Tûnisê de sînordar dike rawestînin" Komeleya Tûnisî ya ji bo Rêvebirî û Derfetên Wekhev ên Jin û Mêran di Helwestên Biryardanê de piştî şopandina diyardeyê di gelek rêveberiyên Tûnisê de kampanyayek hişyarkirinê da destpêkirin.
Seroka komeleyê Emel Semûd El-Xemarî da zanîn ku ew jî dema ku endametiya lijneya rêveberiyê kir rastî tundiya pîşeyî hat û her kesî hewl da wê bitirsînin û wê ji peywirê dûr bixin û wiha anî ziman: "Me gelek kar li ser vê cureyê tundiyê di dazgehên giştî de kiriye. Ji sed 70 ji xwendekarên zangîngehan jin in, lê rêjeya jinên di kar de tenê ji sedî 27 e û rêjeya hebûna wan di cihên biryardanê de ji sedî 3 derbas nabe."
Berpirsa Wezareta Karûbarên Civakî û çalakvana civaka sivîl Suniya Huseynî got ku dûrxistina jinan ji erkên biryardanê yek ji tundiyên herî mezin e ku jin li cîhê kar rastî wê tên.
Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Kesên Temen Mezin Amal Belhaj diyar kir ku têkoşîna li dijî vê diyardeyê çandeke nû pêwîst dike, weke eşkerekirin, bêdeng nebûn û bi hêzkirina jinan.
Di lêkolîna ku li ser şîdeta pîşeyî ya li ser jinan hatiye amadekirin, tê dîtin ku saziyên hikûmetê yên ku ji şopandina şert û mercên xebatê (kontrola kar) berpirsyar in û bi qada jinê re eleqedar in (Wezareta Jinê) nikarin rola dadwerê guherînê bilîzin da ku pêşî li binpêkirinên giran bigire.
Lêkolînê tekezî li ser pêwîstiya peydakirina rêbernameyek zelal kir ku tê de qonaxên cihêreng ên ku divê jinên ku rastî tundiyê hatine di hawîrdora xwe ya pîşeyî de bişopînin, ji bo bidestxistina mafên xwe û dadgehkirina tawanbarên şîdetê.