Helepçe û pilanên jenosaydê li ser Kurdan I

Li Tirkiyê bi komkujiyên fîzîkî re bişaftina çandê jî didome, li Îraqê enfal û Helepçe, li Rojhilat sêdar û li Rojava jî bi şewitandina girtiyan jenosîda ser Kurdan bi rêbazên cuda dewam dike.

Navenda Nûçeyan - Weke peyîv “Jenosayd” sala 1944’an ji aliyê lêkolînerê Poloniyayê Raphael Lemkin ve weke “Genocide” hatiye kar anîn. “Geno” peyveke Yunaniye, wateya wê qabîle ye. “Cide” jî peyvek Latîniye, wateya wê jî kuştine. Her du peyv aniye gel hev û peyweke nû “Genocide” derxistiye. 9’ê kanuna 1948’an bi keda Raphael Lemkin NY, Peymana Astengkirin û Cezadayîna Tawanên Genocide îmza kir. 
Peyman ji van bendan pêk dihat; kuştinên komî, di aliyê fîzîkî an jî zîhnî de zerer dayîna komên mirovan, bi zanabûn guhertina şert û mercên jiyanê û ji holê rakirina komên mirovan, astengkirina zêdebûna zarokan û bi zorê desteserkirina zarokan. Sala 1945’an li Nurembergê di dadgeheke navnetewî de biriyar hat girtin tawanên ku beramberê mirovahiyê hatî kirin weke “genocide” bê nav kirin.
“Genoside”
Armanca vê peymanê, salên ku peyva “genoside” hatiye peyda kirin û heta hûqûqên navnetewi ev peyv pejîrandiye (1944-1948) dîsan salên ku dadgehên navnetewî ku ev tawanên genosîde hatiye dadgeh kirin (1991-1998) xwestine erk hilgirtina peymanê ava bikin. Genoside asteng bikin, kes ango netewên ku di nava genoside de cih girtine bi tewanên xwe re ru bi ru bên gelek zahmete. Mînakên ku li ser grubên cur be cur “genoside” hatine kirin gelekin, lê em ê di vê lêkolîna xwe de ser Genocide li ser gelê Kurd rawestin. 
Beriya ku peyva Genocide di nava derdorên navnetewî de bê pejirandin bi dehan car li ser gelê Kurd kiryarên genocide pek anine. Heta bi taybet dewleta Tirk ji bo wê gelek car ji bo ku gelê Kurd ji holê rakin raport amade kirine. Hemû desthilatdarên dewleta Tirk li gorî van raporan tevgeriyane, polîtîkayên xwe yên tune kirin Kurdan her berdewam kirine. Heta niha 66 hukumet hatiye guhertin lê tiştên ku nehatiye guhertin biryara jenosayda Kurdan e. 
Piştî avabûna Komara Tirkiyê raportên derbarê Kurdan de hatine nivîsîn ev in;
- Raporta Serokê parlemenê Abdulxalik Renda (1925)
- Raporta Wezîrê Navxweyî Cemîl Uybadin (1925)
- Raporta Mûfetîşê Mulkiye Hemdî Beg (1926)
- Raporta Walî Cemal Bardakçî (1926)
- Raporta Mûfetişê Gîştî îbrahîm Talî Ongoren (1930)
- Raporta Fevzî Çakmak (1931)
- Raporta Korgeneral Omer Xalîs Bıyıktay (1931)
- Raporta wekîlê wezîrê Navxweyi Şukrî Kaya (1931)
- Raporta Mûfetîşê Gîştî Abdula Alpdoxan (1936)
- Raporta Serokwezirê Dewleta Tirk İsmet İnönü (1936)
- Raporta Mufetîşê Gîştî Abîdîn Ozmen (1935)
- Raporta Celal Bayar (1936)
- Raporta CHP ya Kêmnetewan (1940)
- Raporta Mûfetîşî ya Gîşti Avnî Doxan (1940)
- Raporta Mufetîşê Maliyê Burhan Ulutan (1947)
- Raporta Rojhilat 27 Mayıs 1960  (1961)
- Raporta başurerojhilat ya DSP (1987)
- Raporta SHP (1990)
- Raporta Recep Tayyip Erdoğan (1991)
- Raporta rojhilat û başurêrojhilat ya MÇP (1991)
- Raporta Newroz ya SHP  (1992)
- Raporta Adnan Kahveci (1992)
- Raporta ANAP (1993)
- Raporta Komisyona Lêkolîna Koçberi ya Meclîsa Mezin ya Gel a Tirka (1997-98)
- Raporta Mafê Mirovan û Demokratîkbûyinê ya CHP (1999)
- Raporta Algan Hacaloxlu, 2000
- Raporta Partiya Saadeti (2009)
- Broşura AKP’ê ya vebûna demokratik (2010)    
- Plana Cokşikandinê (2014)
Derveyî çend raportan ev raportane hemû ji bo jenosayda Kurdan hatine amade kirin. Kurd çawan bên sirgun kirin, çawa zarokan neyinin, çawa ziman û çanda xwe bîrbikin, hemû jî ji bo bicîh anîna van xalan hatine amadekirin. 
Guhertina demografya
Dema ku mirov dîroka raportên ku hatine amade kirin dibine, diyar dibe ku jenosayda Kurdan çawa pêş ketiye. Sala 1925’an bi raperîna Şêx Said re li pey hev dewleta Tirk raport amadekiriye. Piştî van raportan qirkirin, sirgun, koçberî hatiye destpê kirin. Ji salên 1990’an şunda jî êrîşên dewleta Tirk ne tenê koçberî, kuştin her wiha di aliyê perwerdeya xwe de jî hat bişaftin. Êdî dewleta Tirk bedenê jinan jî ji bo jenosaydê bi kar anî. Ev ji ne bi tenê raportên ku dihatin dihatin nivîsîn re eşkere dibû.
Di mijara guhertina demografya de jî weke raportên ku ji qadê dihat gelek giring bûn. Di heman demê de serjimerî amurekî giring bû. Ji ber ku li gora zêdebûyîna netewên derveyî Tirk li gorî feraseta avabûyina dewleta Tirk pêwîstiya politikayên nû didîtin.
Tirsa ji zêdebûna şêniya Kurdan
Salên 1930’an “leza zêdebûyîna serjimêriya Kurdan” weke pirsgirêka “dewletên kur” nav lê kirine. Salên 1960’an dewleta Tirk polîtîkaya kontrol kirina serjîmêriya giştî da destpêkirin. Lê salên 1990’an têkoşîna gelê Kurd di giştî cihanê de dengveda bû. Ji ber wê yekê jî dewlata Tirk serî li polîtîkayên cur be car dida. Leza serjimêriya Kurdan êdî bû mijara civîna “MGK-Konseya Ewlekariya Mîlî” Ji ber wê yekê jî serjimêrî û raportên plansaziyên qadan ên nû re dewleta Tirk hebûna xwe ava kir. 
Bişaftina çandê
Salên 2000’an jî êdî polîtîkayên li gorî neolîberalîzmê pêşket. Hem jenosyad hem jî bişaftina çandê pêşxîstin. Zimanê Kurdî qadexekirin, stranên Kurdî qadaxekirin. Dibistanên ku hatibû vekirin carekdinê derê wan dibistanan hate daxistin. Hemû saziyên ku bi ziman, çand û hunera Kurdî re eleqeder dibûn hatin girtin. Lê mijara giring şêweyê jiyanê guhertin bû. Pergal, şêwe, ango rêbazê jiyanê guhertin, jiyana Kurdan jî têk dibir. Ev babet jî dikeve benda (c) Bi zanabûn guhertina şert û mercên jiyanê hebûna grubê ji holê rakirin. MGK bi wê yekê di çend civînên xwe yên asayî û awarte de li ser babeta gûhertina şewêyê jiyanê guhertin niqaş kirin. Piraniya van cîvinan veşartî man, hê biryarên ku di derbarê jenosayda Kurdan de hatine girtin hemû nayê zanîn. Lê di axaftinên siyasetmendarên Tirk û kiryarên dewleta Tirk yên li ser Kurdan de diyar dibe. 
Dawiya meha mijdara sala 2011’an Serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan got; “Xudê û pêxamber çi dibêje! Ferman eşkereye. Zewacê bikin, bizewicin. Zêde bibin. Hewceye em hin hesasiyetan deynin aliyekê. Divê misilman zêde bibin û gav pajde neyê avêtin. Hesasiyetên jinên misilman fam dikim. Lê rêxistina ‘terorê’ di vê mijarê de giringî dide. Herî kêm deh ango panzdeh zarokên wan hene.” Ji ber ku hemu raportên saziyên dewletê metirsiya serjimêriya Kurdan dikir. Di raportên ku salên 1960’an hatibûn amadekirin de gotinên weke “50 salên dine dê serjimêriya Kurdan ji ya Tirkan zedetir bibe” hebûn. Ev metirsî her dewleta Tirk neçarî polîtîkayên nû dikir. 
Sala 2014’an dewleta Tirk plansaziya çokşikandinê amadekiribû. Bi van plansaziyên dewleta Tirk di navbera salên 2015-2016’an de 2000 kes hatin kuştin. Di serî de bajarên weke Şirnax, Cizîr, Nisebîn, Gever, Silopiya, Hezex, Sur, Pîran, Derîk, Farqîn û hwd di gelek navendan de dewletê êrîşî Kurdan kir. 355.000-500.000 kes jî malên xwe koçber bûn. Ji derveyî du taxan bajarê Şirnaxê hemû hilweşandin. Gelek taxên Cizîr, Gever, Silopiya, Surê jî hatin hilweşandin.
Tebaxa 2019’an piştî xirakirina malên Kurdan wezîrê karê hindir yê dewleta Tirk S. Soylu got: “Me Kurdan ferî malên TOKİ an kir û êdî weke berê 10-15 zarokan nayînîn, 5 zarokan tinin. Ji ber wê jî pirsgirêka zêdebûyina serjimêriya Kurdan jî hate çareser kirin.”
Piştî avabûna Komara Tirk raportên ku hatine amade kirin hemû jî ji bo têkbirina Kurdan bû. Yek ji van raportên ku hatine amadekirin ne ji bo bi hev re jiyan kirina Tirk û Kurdan bû. Dewleta Tirk hemû beşên bendên jenosaydê pêk tine. Li ser benda (d) polîtîkayên taybet dest digre û raportên ku salên 1924’an dane destpê kirin heta niha bi taybet kar li ser demografya dike. 
Enfal 
Rejîma Baas a Îraqê jî ne kêmî Komara Tirkiyê înkara Kurdan kiriye û ji bo ji holê rakirina wan komkujiyên mezin kiriye. 23’ê Sibata 1988’an Rejîma Baas a Îraqê li hemberî Kurdên Başurê Kurdistanê enfal da despêkirin. Heta nîsana 1989’an çerxên enfalê domandin, texrîbat û komkujiyên mezin ên weke Helebçe bi serê gelên herêmê anîn. Heta niha jî şopên wê li ser deruniya welatiyên herêmê û erdnîgariya wê tên dîtin.Bombabarana Helepçe, yek bu ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma Baas a Sedam li başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarana deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi navê operasyonên Enfalê destpêkir. Ew jî bi merema tinekirina gelê Kurd û wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê ye heta niha jî bi rêbazên cuda didome. 
Her ji destpêkê ve, dema rejîma Baas desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kirin. Di sêrî de wekû gurên har ketine giyanê Kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin, heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexwiyaye. Di destpêka salên 1980’an 8 hezar Barzanî di operasonên enfalê de bi saxî binax kirin. Di konsepta 4 salan ên bi navê operasyonên Enfalan de ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 welatî mîna celebên pez veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zêdetirî 4 hezar gundên Başurê Kurdistanê wêran kirin.
Helepçe
16’ê Adara 1988 an hêzên rejîma Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrî qetlîamek mezin li ser herêma Helepçe pêkanîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîr fetisîn. Ewa li Helebçe qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar welatî qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê Helepçe bû êş û birînek mezin a Kurdan.
Şengal
3 yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê di navê de jin, zarok, kal û pîr jî heyî ji 5 hezaran zêdetir Êzidî bi awayek hovane qetilkirin. Bi hezaran jî êsîr girtin. 450 Êzidiyên ku ji qirkirina nijadî reviyan koçberbûn. Li Şengalê li gel 80 gorên komî bi dehan mezar hatin dîtin. Ev hemû ayîdê dema êrîşên DAIŞ’ê ne. 
Herî dawî piştî 7 salan bi ser komkujiyê re derbasbû gorek komi ya cenazeyê 104 Êzidiyan têdebû hat dîtin. Nîsana 2019’an 104 cenazeyê mêran ji gora komiya gundê Koço yê derxistin û ji bo otopsiyê şandin Paytexta Îraqê Bexdayê. Hefteya despêka sibatê nasnameyên cenayezan hatin tespîtkirin û bi merasîmek fermî ji bo definkirinê cenaze şandin memleketê wan Şengalê.
Sêdarên rejîma Îranê
Heman rêbaz li Rojhilat ji aliyê rejîma Îranê û li Rojava ji aliyê rejîma Baas a Sûriyê ve jî hatin meşandin û bi şêwazên cuda lê armanca hemûyan jî yeke. Ew hemû hev dişopînin û tunebûna xwe di hebûna Kurdan de dibînin. Rejîma Îranê bi sêdarê hewildide çavê ciwanên Kurdan bitirsîne û her sal dîlên di destê xwe de li ber çavê milet bi darê sêdarê ve dike.
Li hemberî Kuran fetwaya cîhadê
Piştî referandoma 31’ê adara 1979’an rejîma Îranê li hemberî Kurdan fetwaya cîhadê da despêkirin.19’ê tebaxa heman salê li Girtîgeha Dêzel Abad a Kirmanşanê 11 girtî, 20’ê tebaxê li Pawe yê 7 kes, 22’ê tebaxê li Merîwanê 9 mamosta û karmendên nexweşxaneyan, 25’ê tebaxê li Sîne 11 kes, 26’ê tebaxê li Saqîzê 20 kes bi giştî di hefteyekê de 58 Kurd darve kirin.
Şewitandina girtiyan
24’ê adara 1993’an rejîma Sûriyê di zindana Hesekê de agir berda ciwanên Kurd ên dîlgirtî di destê wan de û bi saxî şewitdanin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji komkujiya Sîne heta darvekirina pêşengên Komara Mihabadê gelek kiriyarên dermirovî bi serê Kurdan anîne.
Zarokên Sînemaya Amûdê 
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 13 Mijdar 1960’an 283 zarokên Kurd di nava sînemanyê de şewitandin. Wê demê ji bo piştevaniya bi gelê Cezayîrê re ku li dijî Fransayê têkoşîna serxwebûnê didan li dibistanên Amûdê çalakiya nîşandana filîmê sînemayê hebû Temaşekirina filîm li hemû xwendekarên dibistanên seretayî hat ferzkirin. Di çarçoveya vê çalakiyê de li sînemaye Amûdê ku xwedî kapasîteya rakirina 120 kesan bû bi 500 zarokên ku piraniya wan Kurd bûn dagirtin û fîlm dan destpêkirin. Fîlmê ku bi zarokan dan temaşekrin ji aliyê Misrê ve hatibû çêkirin û mijara wî şerê serxwebûnê yê Cezayîrê yê bi navê Cerimet Nifis El-Leyl (Sûcdariya nîvê şevê) bû. Mamosteyan ji zarokan re got ji cihê xwe ranebin. Di fikira zarokan de mamostayên wan ew fikirîne û tiştek baş ji wan re amade kirine. Piştî ku fîlm dest pê kir û bala zarokan çu ser filîm êdî agir bi sînemayê xistin û di demek kin de sînema hemû di nava agir de ma. Di nava pêtên agir de qêrînî bi zarokan ket…
Zarokên nêzî derî dema hewildan derkevin xwe li derî qelibandin, derî girtîbû. Li ber derî jî du leşkerên Sûriyê erkdar kiribûn. Di nava pêta agir de qêrîn û hewara zarokan heya erşan bilind dibû. Dema ku malbat ji dur ve dibînin agir ser sînemayê ketiye, hema li derdora xwe dikin qêr û bi hev re barê xwe didin ber derê sînemayê. Lê leşkerên ku li wê peyîwirdarin nahêlin kes derbazî hindirê sînemayê bibin û li ber çavê wan zarokên wan di nava agir de dişewitandin.Welatiyê binavê Mihemedê Seyîd Axa ji nava welatiyan ber bi derî ve diçe, her du leşkeran dikuje, derî dişkêne û dikeve hindir zarokan derdixe. Mihemed ê ku zarokên wî jî di nava agir debûn hemû zarokan weke yê xwe dibîne û hewil dide wan derdixe. Dawiyê zarokek di destê Mihemed de digihe ber derî, derî bi ser wî û zarokê di destê dene dikeve û Mihemed jî bi zarokan re jiyana xwe jidest dide. Di encma şewata ku derket de 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan û yên mayî jî nîv şewitî bi birîndarî derxistin.
Li herêmên dagirkirî kuştina jinan
Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniya ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî jinên Kurd rastî êrîşên herî giran tên. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê tenê ji 20’ê çileya 2018’an heta 1’ê hezîrana 2020’an 2 jê 80 salî 50 jin li Efrînê qetilkirin û 1000 jin revandin. 
Sibê: nêrîn û nirxaninên jinên şahidên bûyerê Rubar Mehemed, Şîno Ebdula û Mardîn Hememed Fetah.