Di nava civaka tewariqiyan de pêşangiya jinê çandek qedîme 1

Tewariq ku di zimanê hinek qewmê Emazixiyan ên bi navê Tewariq tên nasîn de tê wateya mirovê azad e. Di nava wan de zarok bi dayika xwe tên nasîn û serweriya civakê û malê di destê jinan de ne. Her çendî li gelek welatan belavbûne jî çanda xwe parastine.

HÊLÎN GEMO

Navenda Nûçeyan - Tewariq miletekî Emazîxî ye, bi eslê xwe ji bakurê Afrîqayê ne, li hin welatên Afrîqayê weke Cezayîr, herêma bakurê Malî, Mexrib, Morîtanya, rojavayê Misrê, Tûnis, Lîbiya û herêma bakurê Nîjer bi cih bûne. Hezar sal berê li sahrayê jiyaneke kevnar a li gorî çanda xwe ya bedew dijiyan û hin ji wan heya vê rojê jî dev ji wê jiyanê bernedane. Despêkê li nêzî bakurê parzemîna Afrîqyayê dijyan, ji ber artêşên zordar ên weke Roman û Fars ber bi başûr ve çûn û li sehrayên Afrîqyayê bi cih bûn. Di qonaxên dîrokê yên li pey hev de bi gelek navan hatine nasîn. Di demên dîroka kevnare de wekî cermentînî, di serdema îslamî ya despêkê de wekî mirovên rû girtî û di serdema nûjen de jî wekî Tewarq tên nasîn. Di çanda wan de ji jinan re rêz girtin heye û wan pîroz dibîne.

Tewariq nifşê duyemîn ê eşîra Sinhaca ya Amazighî ne. Keyaniya Islamî ya Odogst û Dewleta El-Murabtîn ava kirine. Şaristaniya Cermentîn ku wekî bav û kalê Tewariqin tên hesibandin, li gorî hin çavkaniyan yekem mirovê ku ji hêla dîrokê ve hat zanînîn ji vê şaristaniyê bû. Beşek ji Cermentîniyan li weletan belav bûn, hin ji wan koçî Geliyê Nîlê li rojhilat, hin koçî Mezopotamyayê aliyê Sumeran bûn, hinek jî koçî Yunanîstanê bûn. Cermentînî ji 20 sedsalan zêdetir li Sehraya Lîbyayê dewleteke mezin û şaristaniyek pêşketî ava kirin û bajarê Cerma yê ku li Geliyê Acal dikeve paytexta dewleta wan bû.

Tewariq ango mirovê azad

Tezên cûr be cûr ên ku koka Tewariqiyan nîşan didin hene. Li gorî hinek dibêjin koka wan vedigere êleke Emazîxî ku bi navê Sinhaca dihatn nasîn, hin kesên temen mezin yê Tewariqî jî dibêjin ku piştî hilweşîna Bendava Maribê ya Yemenê bav û kalên wan koçî Afrîqyayê bûne û hin ji wan jî dibêjin ku  jînenasiya wan vedigere Qureyîşiyên ku hezretî Mihemed, Ebûbekir Sedîq û Umer Bin El-Xetab. Di jiyana wan de gelek taybetmendiyên jiyana bedew ên mîna gera demsalî hene. Zewaca di navbera wan û erebên li bakurê Afrîqayê û Afrîqîyên reşik ên li Başûrê Afrîqyayê de jî bandorê li rengê çerm û zimanê wan ê axaftinê kirye. Tewariqî dixwazin ji wan re Emajixin an jî Temariq ku tê wateya mirovên azda were gotin.

Cihwarbûn û bedewiya mîmariyê

Di demên berê de Tewriqî di konên ji çerm, hesîr, qirşik an qamûş de dijyan. Lê niha gelek ji wan li bajarên Lîbiya yên weke Ximas, Ewbarî, Sibha û Xat û li bajarên Cezayîrê yên weke Tamxist, Elîzî û Cant û li bajarên Ezwad ên wekî Kîdal, Mînîka û Tembikto her wiha li bajarên Necîr û Borkîna Fasû jî dijîn. Tewariqî bi mîmariya xwe ya koçerî tên nasîn. Cara yekem kon di merasîmê zewacê de hate vegiritn û piştre di merasîmê zewacê de vegirtina kon ji hêla mala bavê bûkê ve bû adet. Tewariqî di konên sor ên ku ji çermê biznan çêdibin û jê re dibêjin Ehakît yan jî koxê demkî ku tenê ji bo zivstanê têne avakirin û jê re dibêjin akerbin an jî xaniyên ku ji heriyê têne çêkirin û jê re dibêjin tixaşmat û di koxên ku ji bo havînê têne çêkirin û jê re dibêjin etîgam de dijîn.

Gelek nerînên cihêreng ku sedema binavkririna Tewariqiyan bi vî navî îsbat dikin hene. Hinek dibêjin ku navê wan ji navê yek ji rêberê misilmanan Tariq Bin Ziyad haitye, hinek dibêjin ku navê wan ji navê yek ji êlên ku li Sehrayê bi cih dibûn û ji wan re digotin êla Tarxa hatiye û hin jî dibêjin ku ji ber ew li Wadî El-Ajal li başûrê Lîbyayê ku bi zimanê Tewariqiyan jê re Wadî Tarqa tê gotin dijyan, navê Tewariq li wan hatiye kirin. Her wiha hîn jî hinek ji Tewariqiyan li Wadî El-Ajal dijîn. Nebûna statîstîkek rast û belgekirî, ne gengaze ku hejmara Tewariqiyên li herêma Sahel a Afrîqyayê yan li welatên Afrîkaya Bakur hejmarek rast were dayîn. Texmînên nefermî hene ku jimara wan tevahî nêzî 3,5 mîlyon e. Texmînên din jî hene ku di sala 2006'an de jimara wan nêzî 4 mîlyonî bûye. Her wiha tê zanîn ku welatên ku Tewariqî lê dimînin her gav hewl didin ku di statîstîkên fermî de jimara wan kêm bikin da ku ji qîmetê wan daxîne.

Tebeqeyên civakî

Di civaka Tawariqiyan de tebeqeyên cihêreng hene û quralên wan hişkin. Tebeqeya şervanan (Îmohax- Îmoşax- Îmacxin) ji kesên ku bi adet û kevneşopiyên kevnar ve girêdayî ne û ji kesên ku di şeran an bi rewşa xwe ya aborî an jî bi xurtibûna kesayeta xwe, xwe li ser tebeqeyên din ferz dikin, pêk tê. Sultan û şervanên Tewariqî hemû ji vê tebeqê ne. Bi alîkariya tebeqeya şopîneran, riyên karwanan xistibûn bin kontrola xwe. Lê birçîbûna ku di salên heftê û heştêyê yên sedsala bîstan de piştî serxwebûna qewimî, ew neçar kirin ku cudahiyên tebeqeyan biterikînin û jiyaneke cûda bijîn. Êdî neçar man dest bi karê ku berê qet qebûl nedikirin bikin ên mîna çandiyê, bikin. Tebeqeya feqeyan (Înslmin) ji komên eşîrên ku xwe ji olê re dilsoz kirine û pêvajoya belavkirina wê di nav Tewariqiyan û perwerdekirina zarokan girtine ser milê xwe, pêk tê. Piştî derketina Îslamê ev tebeqe di nav Tewariqiyan de çêbûye.Tebeqeyek rêzdar e ku her kes qîmet jêre digre. Meleyên Tewariqiyan ji vê tebeqeyê ne. Tebeqeya feqeyan û tebeqeya şervanan di heman rewş û meqamê de ne.

Tebeqeya şopîneran (Imgad) ji malbat û qebîleyên bi kevneşopî û adetên Tawariqiyan ve ne girêdayî ne, pêk tê. Ji ber ku nedixwestin kontrolên civakî yên hişk bimeşînin, serweriya silteyê bi dest bixin û xwe li ser eşîrên din ferz bikin, hin kes dibêjin ku ji ber ew qebîleyek bindest bû ku eşîra sultan ew xistibûn bindestê xwe de û hin jî dibêjin ku ew qebîleyeke xerîb bû û di rewşa lawazî de hat herêmên Tewariqiyan, ji ber vê yekê ji bo wê bes bû ku destûrê bistîne ku li herêmê bimîne û heywanên xwe xwedî bike, lewma bi urf û adetên Tewariqan ve nehatin girêdan. Tebeqeya şervanan û tebeqeya feqeyan axayê tebeqeya şopîneran e, lewma karê nêçîrê ji bo axayên xwe dikin, heywanên axayên xwe xwedî dikin û silatan wan digirn gel xwe da ku rexizmetê ji wan re bikin. Jinên tebeqeya şervanan û feqeyan bi jinên tebeqeya şopîneran re dibin heval. Endamên tebeqeya şopîneran pir xurtin, lewma siltan wan tevlî artêşa xwe dikin.

Tebeqeya cotkar û esnafan

Tebeqeya cotkaran (Îzaqaxin) ku weke Heratîn jî tên nasîn, li herêmên Tewariq ên Cezayirê dijîn. Ev tebeqe erdê malbatên tebeqeya şervan, feqe û şopîneran cot dike, ku tov û alavên çandiniyê jê re peyda dikin da ku erdê wan cot bikin û ji sedî penc ji berhemê wekî heqdestê keda xwe bigire, ji ber vê yekê hin caran ji wan re kirêdarên pênc tê gotin. Hejmarek mezin ji wan ji nêzî 150'î salî ve ji bo ku erdên Tewaiqiyan cot bikin, ji herêma Tîdîkîlit anîne. Di çêkirina qenalên avadaniyên ên bin erdê de jî jêhatî ne. Tebeqeya ensafan (Înhdin), hemû pêdiviyên jiyanî li çolê, tiştên malê, konê ji çerm, çeng û stûnên kon, zozanên deve, zaliyên hespan, şûr, xencer, xelek û guharên jin û mêran û gelek tiştên din jî çêdikin. Stranbêj û helbestvanên Tewairqiyan ji vê tebeqê ne.

Tebeqeya koleyan (Îklan) ji hêla eşîrên hêzdar ve hatibûn kole kirin da ku xizmetê ji wan re bikin, bi demê re azad bûn û bûn beşek ji eşîrên Tewariqiyan. Hin ji wan despêkê li Afrîqyayê bûn, lê eşîrên hêzdar bi riya kirîn û revandinê ew anîn herêmên Tewariqiyan û hin ji wan jî xwe wekî dildar pêşkêş kirin da ku axayên xwe yên nû ji birçîbûna salên zuwabûnê xelas bikin. Ji axayên xwe re şivantiyê û bi taybetî şivaniya deveyan û çandiniyê dikin. Her wiha weke xadimên malan jî kar dikin û avê ji bîran dikşînin, daran kom dikin da ku agir di kon de vêxîn.

Sibê: Aliyê dîrokî û tebeqeyên civakiyên Tewariqiyan.