Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 4
Havrêyên Haydee Santamaria Cuadrado jê re dibejîn ‘Yeye’, Yeye di pêvajoya şoreşê de ji bo artêşa raperînê çavkaniyên madî peyda dike. Heman demê veguhestina çek, kuryetî û koordîneya di navbera gerîla û mîlîsan de risteke gelek bi bandor dilîze.
Navenda Nûçeyan- Haydée Santamaría Cuadrado, 30’yê kanûna 1922’an li bajarê Billa Clara yê Kubayê zaroka malbatek Îspanyayî hatiye dinê. Bi xwe ji Galiçya ye û bavê wê marangoz e. Hê zarok e dikeve nava kar û di zeviyên şewender de xebitiye. Destpêkê di nexweşxaneyê de hemşîretî dike, demek kin jî mamosteyî kiriye. Haydee ya ku ji zarokatiya xwe ve li hemberî bûyerên li derdora wê diqewimin baldar e di serê sala 1950’an de li gel birayê xwe Abel diçin Havanayê. Jiyana li wî bajarê nû dibînin dibe destpêkek ji bo ketina nava têkoşînê. Ne tenê her du li pey wan hemû malbat dikevin nava xebatê. Haydee li gel birayê xwe bi rêya rojnameyên ‘Son los Mismos’ û ‘El Acusador’ xebatên xwe digihînin girseyek berfireh. Di wê pêvajoyê de mala xwe dikin rawestgeha şoreşgeran.
“Ez ê jî nepeyîvim”
Di çalakiya 26’ê tîrmeha 1953’an de bi pêşengiya Fîdel Castro 120 milîtan êrîşî qişleya Moncadayê dikin. Di çalakiya ku Haydee û Melba Hernandez jî cihê xwe tê de girtîn de serekftinek mezin bi dest dixin. Her çendî piraniya wan tên girtin jî di raya giştî de çalakî deng vedide û bandorek mezin çêdike. Di binçavan de dema ku îskencekar çavekî birayê Haydee, Cuadrado yê ji ber lêdanê bi xwîn bûye nîşan dide û bi derxistina çavên dinê ew tehdîd dike rastî bersiva: “We çavê wî parçe kir wî dengê xwe nekir, ez ê jî nepeyîvim” hatin. Birayê wê Abel û hezkiriyê wê Boris Luis Santa Coloma jî di navê de gelek hevalên wan ji ber îskenceyên giran jiyana xwe ji dest dan.
Haydee Cuadrado û Melba Hernandez jî piştî heft mehên girtîgehê tên berdan. Haydee Cuadrado parastina Fîdel Castro ya bi navê ‘Dê dîrok min mafdar derbixe’ nivîsîbû derdixe derve. Dema derdikeve derve jî xebatên çekdariyên veşartî dike. Dema ku di nava kar de bûye bi Armando Hart ê di nava heman xebatan de bû re dizewice. Du zarokên wan bi navê Abel û Celia çêdibin. Haydee ya di hemû karên rêxistinî de xebitiye demek jî ji bo komkirina pere û berhevkirina çekan diçe DYA’yê. Piştî demekê ji xebatên bajêr berê xwe dide xebatên çiya û di nava yekîneyên gerîla Sierra Maestra yên ku Fîdel û Che ava kirin de cih digire. Li wê jî tevli nava tabûra jinan a Marianas dibe.
Hevrêyên Haydee jê re dibejîn ‘Yeye’. Yeye di pêvajoya şoreşê de ji bo artêşa raperînê çavkaniyên madî peyda dike. Di heman demê de di veguhestina çek, kuryetî û koordîneya di navbera gerîla û mîlîsan de risteke gelekî bi bandor dilîze. Di nava xebatên bi xeter de cihê xwe digre. Di nava yekîneya jinan a Mariana Grajeles de beşdarî şer dibe. Di dawiya 1958’an de ji bo ku çek û teqemeniyê peyda bike diçe parezgeha Miamiyê. 1’ê çileyê dema ku dibihîse desthilatdariya Batîsta bi şoreşgeran ve têk diçe bi lez û bez diçe Kubayê.
Piştî şoreşê bi destên Emerîkayê li ser Kubayê ambargoyek datînin û di heman demê de der barê Şoreşa Kubayê de propagandeyek xirab dikin. Haydee, ji bo ku ev ambargo bişkîne û propagandaya Şoreşa Kubayê bike projeya La Casa de Las Americas ava dike. Di nîsana 1959’an de di navbera welatên Emerîkaya Başûr de tifaqê ava dike. La Casa ji bo hunerên Emerîkaya Başûr hatiye avakirin. da ku berhemên hunermendên Emerîkaya Başûr geş bikin, li welatên dîtir jî bên xwendin û her kes ev hunerên hev bibîne. Hem ji berhemên hunerî hem jî lêkolînên ku li welatên başûrê Emerîkayê hene sûdê wergirtin. Pirtûkên Marquez, Neruda, Saramago, Alicia Alonso, Galeano di nav projeya La Casa de cihê xwe girtin.
Haydee, tevli salvegera 27’emîn a serdegirtina Moncadoyê dibe û du roj piştî wê xwe dukuje. Ji ber we yekê jî di qada şoreşa Kubayê de merasîm nayê çêkirin û tê defnkirin. Tu kes nizane ku ji bo çi xwe dukuje. Lê hevalên Haydee dibejin ku 7 heyv beriya bûyerê, ew qezayeke trafîkê derbas dike. Bandora wê qezayê nikare ji ser xwe bavêje di heman demê de li ser hev çend hevalên wê jiyana xwe dest didin. Bandora van tiştên ku qewimîne nikare derbas bike ji ber wê yekê dawî li jiyana xwe tîne.
Sibê: Li serê çiyayên Bolîvyayê cesaret û heybeta gerîla Tanya