civak/jiyan
-

Koçberek Serêkaniyê: Bila hikûmet sûcdaran ceza bike û tezmînat bide me
Henîfe Mihemed piştî peymanê vegeriya gundê xwe Qasimiyê, lê di şûna mala xwe de, rastî xirbeyek hat. Henîfa dibêje ku “Divê hikûmeta demkî û rêxistinên navneteweyî tezmînatê bidin koçberên malên wan bi temamî wêran bûne.”
-

Xwendekarên Kurd: Divê zimanê me di destûra Sûriyeyê de were naskirin
Xwendekarên Kurd tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mifteya hebûnê ye û xwestin ziman, bi awayê fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin.
-

Krîza kirê û Jiyana di bin zexta kirê de
Li Îranê krîza kiriya malan gihîştiye asteke wisa ku ban, jêrzemîn û konteyner bûne cihên mayînê. Zêdebûna biha û kêmbûna polîtîkayên piştgiriyê, bicihbûnê ji bo gelek malbatan kiriye pirsgirêkek cidî û Tehran bûye sembola herî berbiçav a vê krîzê.
-

Serayên germ, rêyên xeternak: Keda jinan li Tûnisê tê binpêkirin
Li Tûnisê, şert û mercên kar ên kujer, veguhestina ne ewle û mûçeyên kêm ên karkerên çandiniyê yên jin her sal dibin trajediyên dubare, di heman demê de çalakvan û karker balê dikişînin ser paşguhkirina sîstematîk û nebicîhanîna rêziknameyên qanûnî.
-

Sabreen Hannawî li hemberî şer berpirsiyariya mirovî bi cih tîne
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Nabîh Berrî, hemşîreya ducanî Sabreen Hannawî tevî bombebaran û xeterê erkên xwe didomîne. Ew bi hêza berpirsiyariya xwe û bi bawerî di nava birîndaran de bêwestan dixebite.
-

Li Efganistanê berdewamiya kuştinên jinan
Ferîşte Emad yek ji wan jinan bû ku çend roj berê di êrîşeke çekdarî de li navçeya Xeyrkana ya Kabîlê hat kuştin. Wekî bûyerên bi vî rengî yên berê, Talîbanê hevjînê Ferîşte neçar kir ku li xwe mikur bê ku ev kuştin wekî xwekuştinê nîşan bide.
-

Li gundan jiyan bi keda jinan zindî ye
Zevî, baxçe, ajalvanî, tenûr û karên malê... Jin hemû barên jiyana gund hildigrin. Şukran Çetînkaya bal kişand ser rola diyarker a keda jinan a di jiyana gund de û got: “Em sifreya xwe bi tiştên ku me hilberandine datînin.”
-

Şahidiyên ji Efganistanê: Jin di bin zextê de ne, bajar di bin dorpêçê de ne
Li Heratê pêvajoya ku bi binçavkirina jinan hatiye destpêkirin, atmosfera tirsê ya li Efganistanê dîsa kir rojev. Şahid diyar dikin ku bajar dibin ewlehiyek tund deye, jin jî ji jiyana giştî hatine dûrxistin.
-

Rojnamevana Sûdanî ji bo belgekirina binpêkirinên li dijî jinan eniyên şer derbas kir
Jinên Sûdanî di şerê Nîsana 2023’an di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de dest pê kirî de bedêlên herî giran dane. Jin bi binpêkirinên berfireh ên ku beden, rûmet û ewlehiya wan dikin hedef de re rû bi rû mane.
-

Zivistana dirêj bandorê li debara gundan kir
Gundiyên li navçeya Xirwate ya Colemêrgê dijîn, ji ber zivistana dirêj û barana zêde, di meha Hezîranê de karîne dest bi karên xwe yên çandinî û ajalvaniyên bikin. Muselma Eren got ku ew neçar mane ku giya bikirin û ji ber derengketina hilberîna şîr.
-

Xwendekar di bin zexta saleke bi aloz de ne
Di mehên dawî de, şer, qutbûna înternetê, pirsgirêkên aborî û girtina dubare ya dibistanan ji bo gelek xwendekaran bûye sedema astengiyên cidî di pêvajoya perwerdeyê de.
-

Tevî sirgunê 77 sal in cilên xwe yên nexşandî di parêze
Çîroka Fatîma Ebu Fenûne, bi koçberiyên bi zorê û êşên giran dagirtiye. Hemû hûrgiliyên di bîra bajarokê Kutra de dihewîne û bi bêrîkirin li dijî jibîrkirinê têdikoşe. Rêwîtiya ku bi zarokatiya reva ji ber guleyan destpê dike heta niha didome.
-

Kamerayên çavdêriyê li Îranê zêde dibin: Ji bo ewlehiyê ye an ji bo kontrolê?
Li bajarên Îranê bi taybetî piştî xwepêşandanan, zêdebûna kamerayên çavdêriyê wekî ku ji rêziknameyên ewlehî û trafîkê wêdetir diçe, dibe beşek ji polîtîkayek kontrola civakî û çavdêriya domdar.
-

Li Xezayê jiyan di dorpêça birçîbûn nexweşî û şer de maye!
Li Xezayê nêzî qada komkirina ziblan, Îbtisam Xubin û dayîka wê Emîna Xubin di koneke peritandî de di bin siya şer, birçîbûn, nexweşî û xizaniyê de di mercên ku tu pêdiviyên jiyanê ne tune ne her têdikoşin. Rewşa wan rastiya li Xezayê nîşan dide.
-

‘Serketina pêvajoya entegrasyonê bi parastina ziman, dîrok û erdnîgariya pêkhateyan dibe’
Mamosteya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîgeha Rojava Evîn Ehmed diyar kir ku tekoşîna gelê Kurd ji bo parastina zimanê Kurdî ji qedexekirinê derbas bûye heta avakirina perwerdeya akademîk hatiye.
-

12 Hezîran: Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê
Raporên ku bi 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê re hatine weşandin, nîşan didin ku bi milyonan zarok li çar aliyê cîhanê hê jî mexdûrên xizanî, şer, newekhevî û krîzên civakî ne.
-

Jinên Sûdanî di bin siya hilweşîna malbatê de xwe ji nû ve ava dikin
Li Sûdanê ji destpêka pevçûnan ve heta niha, bûyerên hevberdanê zêde bûne. Zextên aborî û koçberiya zêde, pergala malbatê lawaz dikin. Jin tevî astengiyên psîkolojîk, civakî û ezmûnên zor, hewl didin ji nû ve dest bi jiyanê bikin.
-

Nûçegîhana me xelata baştirîn a xebata nivîskî stend
Rojnamevan Nexem Keracê tekez kir ku jinên Filistînî tevî şert û mercên şer jî di medyayê de hebûna xwe ya berdewam didomînin. Nexem bi lêkolîna xwe ya ku di bin şert û mercên dijwar ên mirovî û meydanê de hatiye amadekirin, pileya yekem bi dest xist.
-

Şaredariya Artemêtê jinan ji nû ve bi axê re dide nasîn
Şaredariya Artemêtê plan dike ku li gelek deverên navçeyê baxçeyên bajarî yên hevbeş ên jinan ava bike. Şaredariya ku baxçeyê xwe yê sêyemîn vekir, hewl dide ku jinan tevlî hilberînê bike û wan ji nû ve bi erdê ve girê bide.
-

Li Îranê hilweşîna perwerdê: Bandora polîtîkayên hikûmetê, şer û xizaniyê
Xizanî, şer û polîtîkayên desthilatê, pergala perwerdê ya Îranê aniye ber yek ji krîzên herî kûr ên dîrokê. Ev krîz ne tenê bi terka dibistanê û newekheviya di perwerdê de sînordar e; bandorê li pêşeroja bi milyonan xwendekaran jî dike.