Ula Helles: Ji bo jinan jiyanek bi rûmet armanca Komeleya Zaxer e

Nûnera Komeleya Jinan Zaxer Ula Helles di derbarê xebatên Komeleyê de diyar kir ku ew ruxmê zehmetiyên heyî jî alîkariya jinan dikin û got: "Armanc û daxwaza me ew jin û zarok bi aramî bijîn."

NEXEM KARACA
Xeza- Komeleya Zaxer ji bo pêşxistina jinên Filistînê di sala 2000'an de hate vekirin. Her wiha di sala 2003'an de ji bo karê wan bibe fermî ji Wezareta Karên Hundir û Wezareta Kar û Barên Civakî destûr wergirtin. Armanca Komeleya Zaxer ewe ku jinan di warê civakî, tenduristî, alîkariya hiqûqî û derûnî de bi hêz bike û jiyana wan pêş bixe. Tevî zor û zehmetiya darayî, Komeleya Zaxer ji bo jinan karên gelek mezin dike. Di heman demê de Komeleya Zaxer hewil dide ku projeyan, ji jinan re peyda bike da ku pêdiwiyên xwe yên jiyanî pêk bînin û xwe bispêrin hêza xwe. Tişta ku bala mirovan di vê komeleyê de dikişîne û cudabûna xwe ji saziyên din diyar dike hemû xebatkar û rêvebir ji jinan pêk tê, ev yek nîşan dide ku jin xwe bi xwe bi rê ve dibe. Di herêmên Xezayê de hin cih hene ku kes nikare xwe bighîne, lê Komeleya Zaxer ruxmê zehmetiyan xwe dighêne cihên herî zehmet û pêdiviya jinan pêk tîne. Nûnera Komeleya Zaxer Ula Helles têkildarî xebatên komeleyê nirxandin kir.
"Komeleya Zaxer xizmeta jinên Filîstînê dike" 
Ula Helles têkildarî avakirina Komeleya Zaxer û xebatên wê nêrîna xwe wiha anî ziman: "Komeleya Zaxer ji aliyê komek ji jinên Filîstinê pêk tê û li cihekî guncaw hate avakirin û kar û xebatê wê pêş ket. Weke Komele me roj bi roj bi saziyên civaka sivîl re proje û hevkarî pêk anî. Di gava destpêkê de armanca Komeleyê tenê ji bo jinan kar û xebat dimeşand, lê niha em xizmeta zarokan jî dikin. Zarokên ku ji pêdîviyên herî bingehîn ên jiyanê bê par mane, çi xwerin, çi şahî be alîkarî dikin. Armanc û daxwaza me ew ku bila jin û zarok zehmetiyan nejîn û di jiyanek rihete bijîn."
"Komeleya Zaxer 24 demjimêran ji bo jin û zarokan kar dike"
Ula Helles diyar kir ku ew diçin malên jinan û pêdiviyên wan wiha bi cih tînin û wiha domand: "Em diçin gel jinên ku hewcedariyên wan hebin da ku em di aliyê pêdivî û derûnî de alikariya wan bikin. Gelek jin jî hene ku nikarin serdana cihê me bikin, loma em diçin mala wan û daxwazê wan pêk tînin. Di heman demê de em amûrên alîkariyê û xwarinê bi hevkariya gelek saziyan peyda dikin. Em nûnertiya hiqûqî didin jinên hatine çewisandin û ger derfeta me ya aborî têrê neke em wan dişînin saziyên hevkar da ku alîkarî û pişgiriya wan jinan bikin. Em 24 seatan ji bo jinan û zarokan dixebitin da ku barê jinan sivik bikin."
"Mafê minê jiyenek bi rûmet û bê tundî heye"
Ula di derbarê destkeftiyên Komeleya Zaxer de wiha dibêje: "Yek ji destkeftiyên Komeleya Zaxer ewe ku di sala 2021'an de pêngava bi navê "Mafê min ji bo jiyaneke bi rûmet û bê tundiye" bi Navenda Kar û Barên Jinan û Yekîtiya Ewrûpayê re hatiye fînansekirin ku me bi dest xistiye. Armanca vê pêngavê alîkariya jinên ku rastî tundiyê tên û yên ku hewcedar bin. Her wiha me bi gelek saziyan re, di nav de Navenda Çalakiya Pêşketinê ya li ser projeya berxwedana derûnî û bi Navenda Hiş û Laş re ji bo pêşkêşkirina daneşînên hiş û laş hevkarî kiriye.Di heman demê de me bi hevkariya nexweşxaneya bi navê El Ehlî Ereb, ji bo zarokên ji 10-15 salî ku hewceya wan bi emeliyatê hebe li hev kir."
"70 zarok ji alîkariyê sûd wergirtin"
Ula alîkariya ku pêşkeşî zarok û jinan kirine wiha parve dike: "Îsal, komeleyê xwarinê zarokan a rojane ya ku em ji Weqfa Xwîşkên Xêrxwaziyê werdigirin, ji bo zarokan li gulîstana Zaxer pêşkêş kir û nêzî 70 zarok ji vê yekê sûd wergirtin. Her wiha ji bo testê xwînê, ji bo zarokên ji kêmxwînê û kêmxwarinê êş dikişînin hatine çêkirin. Me bi Weqfa Anera re fîşekên meha remezanê û goştê serjêkirinê pêşkêşî jinan kir. Di heman demê de me bi sindûqa Ferîde ya keçên ciwan, li ser projeyek ji bo xurtkirina berxwedana civakê û projeya piştevaniya derûnî ji bo jinên ku hatine kuştin kar kir û ev qonaxa yekeme ku me bi Ferîde re pêk anî."
"Zehmetiyên ku jin rastî tên herî zêde aborî ye"
Ula Helles diyar kir ku ew ji ber rewşa siyasî û aborî zehmetiyan dijîn û wiha pêl da gotina xwe: "Civaka me dikare di pir aliyan de pêşketinên mezin bike, lê rewşa siyasî û aborî asteng e. Divê hevkarî di navbera saziyan de hebe ji bo rizgarkirina civakê ku rewş ber bi xirabûyinê ve neçe. Lewra divê hevkariyek rasteqîn hebe ku ji bo başkirina rewş û pêşxistina çanda civakê. Zehmetiya  ku herî zêde em rû bi rû dimînin aboriye, ji ber hêjmara jinên hewcadar pir zêde ye. Em di aliyê peydakirina xwarinê û amûrên tenduristiyê de zehmetiyan dijîn. Her wiha ji bo fînansekirina projeyan ji bo jinan pişgirî gelek kême. Hin jin hene ku ji ber rewşa zehmet a aboriyê nikarin xwe bighênin me, ji ber cihê komeleyê dur e. Astengiya herî mezin jî ewe ku dema şer li bajarê me biqewime cihê Komeleyê rastî bombebaranê tê. Niha cihek me li  Rojhilatê Xezayê heye û ew der hatiye bombebarankirin û heta niha jî me nedikarî çêbikin, loma ew der hatiye rawestandin." 
"Jin dikarin xwe bispêrin hêza xwe"
Ula Helles di dawiyê de hêviya xwe wiha anî ziman: "Ez bi hêvî me ku hevkarî, proje û pişgirî zêdetir û mezintir bibin da ku em bi awayekî mayînde pişgirî û alîkariya jinan bikin. Her wiha em dixwazin projeyên dewlementir ku gelek jin dikarin têde bixebitin avabikin. Em dixwazin jin di projeyan de baştir bibin, karibin hilberînê bikin û xwe bispêrin hêza xwe."