Hîba Sikêk: Hê jî pêdiviya jinan bi hişmendiya çandî û zagonî heye

Di van deman de pêdivî bi avakirina navendên hişyariyê yên têkildarî perwerdekirina jinan heye da ku zanista wan di warê qanûnên ku parastina mafên wan dikin, zêde bibe û navenda Meryem a Çandê ev yek li Xezayê pêk anî.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Navenda Meryem a Çandê li Xezayê ji bo hişyarkirin û perwerdekirina jinan di nava tevgerê de ye. Her wiha bi beşdariya pisporên derûnînasî, zagonî û wêjeyê xizmetên xwe di tevahiya salê de pêşkêşî hejmarek jin û keçên ciwan dike.

Rêvebera Navenda  Meryem a Çandê Hîba Sikêk diyar kir ku di sala borî de, meha Adarê ji saziyan re derfetek e ku plansaziya çalakiyan ji jinan re hatine pêşkêşkirin. Ji bo sererastkirina rewşa heyî binirxînin û bi encamên lêkolîn û dîrasatên zanistî yên li ser rewşa jinan li Xezayê  pêşwaziya sala nû bikin û wiha got: "Me çend çalakî pêk anîn, hin ji wan çalakiyan rasterast bûn û hin jî bi riya înternetê bûn. Di wan de gelek mijarên wek qanûnên navdewletî yên girêdayî jinan, wek Peymana CEDAW’ê û helwestên desthilatdaran li ser wê, hatin nîqaşkirin."

"Bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên jinan me rûniştinek li dar xist"

Hîba Sikêk ji qanûnên navneteweyî derbasî zagonên herêmî bûye û rûniştinek ji bo nîqaşkirina qanûnan ku qedexe dikin jin bêyî destûra bav û bira (welî) ji welatekî derbasî welatekî din bibin, li dar xist. Her wiha da zanîn ku navenda wan bi riya komxebat û lêkolînan bi doz û pirsgirêkên têkildarî jinan û çawaniya danûstandina medyayê bi wan re, mijûl dibe da ku zextê li ser parêzvaniyê bike ku hin çareseriyan peyda bike.

"Ji bo pêkanîna edaleta civakî pêwîstî bi hin guhertinên qanûnî heye"

Hîba Sikêk da zanîn ku civak bêyî pêşketina çandî bi pêş nakeve û wiha domand: "Zanista çandî bandorê li rastiyê dike. Ji ber vê yekê ew dilxwaz bû ku gelek rahênarên perwerdeyî û hişyarkirinê ji jinan re, bi taybetî yên ku zarokan xwedî dikin, wek mamosteyan, pêşkêş bikin. Ji ber ku rêbazên ew bi nifşên nû re mijûl dibin ew e ku riya ciwanan diyar dike." Her wiha Hîba Sikêk teqez kir ku guhertina hin zagonên neheq ên ji bo jinan û lihevkirina wan bi qanûnên navneteweyî re ji bo pêkanîna edaleta civakê mijareke girîng e.

"Di nava çalakiyên me de tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî hebû"

Hîba Sikêk da zanîn ku wan gelek çalakî li dar xistine û wiha got: "Di nava çalakiyên ku hatine lidarxistin de, şevbuhêrk bi beşdariya helbestvanên ji Filistînê û derve, konê bi sernavê "Helbestvanên Qudisê" ji bo jinên ciwan li dar xistine, ev jî bi hevkariya wezareta çandê ya Filistînê, bi armanca hişyarkirina girîngiya bajarê Qudisê û organîzasyonên helbestan, hat lidarxistin. Hîba got: “Ez bi dozên tundiya li dijî jinan re mejûl bûm, ji bo  nîqaşkirina mijarên tundiya li dijî jinan me gelek caran gotûbêj bi meclisa zagonsaz re kir. Me ji bo çavdêriya bûyerên tundûtûjiyê û qetilkirina jinan di van 5 salên borî de, gelek lêkolîn kirin."

"Ji bo parastina zarokên keç projeyek perwerdeyê ji bo parastinê me pêşkêşî wezaretê kir"

Hîba Sikêk pişterast kir ku ew niha li ser amadekirina kadroyek xwendekar dixebite da ku Ji bo pirsgirêkên Jinan di her warî de hişyar bibin di warê çandî, civakî û qanûnî de û wiha lê zêde kir: "Ji bo parastina zarokên keç ji şîdeta zayendî projeyek pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya Xezayê hatiye kirin. Ev dê bi riya perwerdekirina pisporên jin di wan dibistanan de were pêkanîn da ku zarokên keç fêrî parastina xwe bibin û ev proje piştî destavêtina zarokek keç li bajarê Refihê ku raya giştî şok kir çêbû."

"Em rastî gelek zehmetiyan hatin lê li pêşiya karê me nebû asteng"

Der barê zehmetiyên ku pê re rûbirû mane de Hîba Sikêk diyar kir ku ew rastî gelek zehmetiyan hatine lê li pêşiya karê wan nebûye asteng û wiha domand: "Di nav zehmetiyên ku ez rastî wan têm de, peydakirina diravî heye. Ji bo projeyên geşepêdana perwerdeyê yên ku bên cîbicîkirin, nebûna kadroyeke femînîst a xwenda ku ji Jinan û pirsgirêkên wan têbigihî û bawer bike heye. Her wiha pêvajoya pêşketin û perwerdeyê pêk bîne, nemaze ku civak û qanûn standardên dualî wekî mijara tolhildana namûsê bi kar tînin. Ez kar li ser belgeya îdiayê heyî ji bo Meclisa Zagonsaz dikim ku bi riya min dikarin qanûnên têkildarî jinan biguherînin.”

Hîba Sikêk destnîşan kir ku belgeya îdiayan riyek e ji bo şikandina astengiya li dora hin qanûnên ku divê li gorî hewcedariyên demê werin sererastkirin û wih pêde çû: "Berê jinan kar nedikir ji ber ku mêran debara wan dikir lê îro ew neçar in kar bikin. Ji ber vê yekê daxwaza sererastkirina qanûna fona jinên ku li malê dimînin hat kirin. Hemû pirsgirêkên aborî yên ku îro welatiyên Xezayê ji ber dagirkeriya Îsraîlê pê re rû bi rû ne; tengavî çêkir û zilam bê kar man loma her curê tundiyê li ser malbatên xwe dikin .Parçebûna siyasî di nav wan astengiyan de ye û roleke wê ya mezin di bicihneanîna van zagonan de heye. Heta îro li ser wê dixebitin, ji ber ku Meclisa Zagonsaz di rûniştinê de nîn e, di nava salê de ji bo derxistina qanûneke sînordarkirina mîrasê ji bo bidestxistina jinan jî xebat hatin kirin. Hat daxwazkirin ku jin jî wek mêran mafê xwe yê aborî yê mîrasê bi dest bixin. Bi riya dadgehê bêyî ku jiyana wê bikeve metirsiyê, wek ku di gelek dozan de li Zîvala Xazayê qewimî bi encam bibe."

Hîba Sikêk di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku nedermankirina kesên ji hêla psîkolojîk ve ji ber êrîşa meha Gulana sala borî ya li ser Zîvala Xazayê pirsgirêkên mezin dijîn, pirsgirêkên cidî bi xwe re anîne û wiha bêde çû: "Dayika xwedî zarok dema dengê şikandina caman dibihîze ditirse û zarokên wê jî yê ku piştî salekî ji dûrketina xwendina bi riya dîjîtal û çûyîna dibistanê ji ber pandemiya Coronayê bêyî ku dibistan ji wan re bernameyên derkirina psîkolojîk amade bikin bêpar mane heman pirsgirêkê dijîn. Zarok û dayik ji ber aloziyên piştî şer hewcedarên dermankirinê ne."