Tepik û zibilê pez weke alternatîfa êzing, mazot, xaz û semadê bikar tîne

Caziya Ileyat a 65 salî ji navçeya Til Temirê ye ku hemû salên xwe bi çandiniyê re derbas kiriye û bûye wekî rêhevala wê anî ziman ku li kêleka çandina zebzeyan tepikan jî çêdike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di nava dîroka kevin û destpêka mirovahiyê de ya ku çandinî pêş xist û heya dîroka nû anî ye bê guman dayik e. Li hember hemû zor û zehmetiyan, êş û azaran dikarîbû aboriya civaka xwe rast û xurt bike. Qelişê destê dayikan ku wekî nexşeyê lê diyar dibe asta keda wan tîne ziman, qermîçokên rûyên wan jî diyar dike ku têkoşîna kiriye çiqasî zor bû heya ku gihiştiye vî temenî. Dayik pêşbazî bi demên herî zehmet re kiriye heya ku xwe li ser piyan girtiye. Dîsa dema ku şerek diqawime an jî kirîzek rû dide ya ku malbatê jê xilas dike dayik e. Niha li hewşa her malekê baxçeyekî zebzeyan heye, kêm jî be dayik diçînin û dixwazin ev kirîza aborî ku di encama ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin de pêk tê û buhayên bazarê li ser xwe sivik bikin. Caziya Ileyat dapîreke 65 salî ye, ji navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Deqên rûyê Caziya Ilyat û rûkeniya wê bedewbûna rihê wê dide der. Caziya Ilyat ji me re behsa baxçeyê xwe yê biçûk û çêkirina tepikan kir.

Ev 65 sal in bi rûkeniyeke bedew bi çandiniyê re rêhevalti dike

Caziya Ileyat got ku ew li vir jidayik bûye û ev der koka dapîr û bapîrên wê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji roja ku me xwe dîtiye em bi çandiniyê re mijûl dibin. Piştî çinîna genim û ceh em ka kom dikin, gîha diçînin û çêlekan didoşin, her wiha em pez jî xwedî dikin. Ev karê min ê zarokatiyê, ciwantî û heya ku ez bûm pîr jî. Niha min baxçeyekî xwe çandiye tê de îsot, becanê reş, kundir û becanê sor hene. Lê kurman li becanê sor xistin û çênebûn. Me ji bo çêleka xwe jî gîha çandî ye. Zebze li bazarê heye lê bi pereyên buha tê firotin, ji ber wê jî çandina baxçeyên kirîzeke wiha siviktir dike. Ya din jî tiştên ku li malê tên çêkirin baqijtir û xweştir in. Di heman wextê de jî ji çêleka xwe em berhemê wê ji bo malê tînin. Ji ber ku îsal baran kêm bû û şînkayî nebû, me nikarîbû penêr jî çêkiriba, tenê mast û şîr ji bo malê derdikeve."

"Tepikên ji rêxa çêlekan; altertnatîfa xaz, mazot û êzingan e"

Caziya Ileyat anî ziman ku ew li kêleka çandiniyê jî tepikan jî çêdike û wiha got: "Zibilê pez derman e ji axê re. Ne tiştekî nû ye ku em tepikan ji rêxa çêlekan çêdikin. Tepik alternatîfa gelek tiştan e. Yek ji tiştên herî sereke ku dihêle em tepikan bikar bînin ew e ku xaz têra me nake, ji ber ku malbata me mezin e. Em neçar in gelek caran xwarinê li ser tepikan çêbikin. Carnan em bê xaz û mazot dimînin, ma wê demê em ê nan û xwarinê li ser çi çêbikin? Tepik alternatîfa êzingan e jî. Lê niha ji ber ku pembû kêm tê çandin û peydakirina êzingan zor bûye, wekî alternatîf em tepikan ji bo çêkirina nanê tenûrê û sêlê bikar tînin. Çêkirina tepikan jî wiha ye; piştî çêlek rêxa xwe dike, em dixin erbaniyeke heya ku hinekî hevdû digre, êdî ez hinek av lê dikim û wekî giroveran çêdikim. Paşê em li ser dîwaran rêz dikin da ku zûha bibin, carnan heftiyek carnan jî bi rojan li ber tîrêjên rojê dimîne. Ji xwe piştî ku zuha jî dibe em dixin torbeyan de û hiltînin."

"Dema ku zibil bi axê re tê cotkirin encam û berhemên pir baş tîne"

Caziya Ileyat bal kişand ser sûdên tepik û zinblê pez ji bo axê û pê de çû: "Zibilê pez, em jê re dibêjin yê hûr ew ji bo axê pir baş e. Dema ku zibil li erdê were reşandin û paşê were cotkirin ew pir baş dibe û pêşerojê de jî hilbirîna baxçeyan zêde dibe. Zibil alternatîfa semadê ye jî. Ji bo çandiniyê û baxçeyan zibil rolekî baş dilîze û dema ku ew û axê hevdû bigrin encameke pir baş bi xwe re tîne. Hemû tiştên lawiran ji bo mirov û xwezayê dibe."

"Keda eniya mirovan ji dizî û destdirêjiyê baştir e"

Caziya Ileyat got ku keda ku ji xwêdana eniya mirov der tê baştire ji dizî û destdirêjiyê û wiha anî ziman: "Xwedê tenê dizane ku ez çiqasî bi axê re mijûl bûme û westiya me. Ma mirov bi destê xwe kar bike baş e ango bidize? Bê guman tiştên ku ji kedê tê baştirî destdirêjiyê ye. Ez nan û avê bixwim û rihet serê xwe deyînim ser balîfa xwe hêjayî malê dunyayê ye. Lê yê diz wîjdanê wî ranake û her wê pê re di lêpirsînê de be. Berhem bê westîn dibe? Na, ji ber wê jî xwêdana eniya min şahide ku çiqasî bi axê re mijûl bûme, baxçe û erd bi roj û şevê av da ye. Xwedê şahide ku min çi jiyan kir û nekir."

"Çawa mirov bê nan nikare bijî, çandinî jî wiha ye"

Caziya Ileyat bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ger av 24 saetan hebe çandinî jiyan e û her kes wê biçîne. Ji çandiniya genim û ceh de bigre heya pembo. Çawa em nikarin bê nan bijîn, em nikarin bêyî çandiniyê jî jiyan bikin."