Di demek kin de televîzyona Ara Zarok dibe mêvanê mala we

Endama Rêveberiya Ararat Grûbê Şînda Ekrem a beşa Ara Zarok derbarê kar û xebatên ku ji bo zarokan dikin got: “Di Ara Zarok ê de beşa kovar û çîrokên Kurdî heye û di demek nêz de televîzyona Ara Zarok bi devokiya Rojavayê Kurdistanê dê dest weşanê bike.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Di biniya Grûba Ararat de Ara Zarok projeyek ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê hatiye pêşxistin ku tê de beşên kovar, çîrok û televîzyonê hatine vekirin. Hedefa wê gihandina zarokan, di aliyê nivîs û dîtbarî de perwerdekirina wane. Ji bo wê bi destpêkirina xebatê re bi hezaran zarokan xwe gihandine Ara zarok û berhemên xwe pê re parve dikin. Ji bo naskirina berfirehiya xebatên Ara Zarok Endama Rêveberiya Ararat Gurûp Şînda Ekrem xebatên wan ê beşa Ara Zarok bi me re parve kir. 

“Projeya Ara zarok afrandineke nûjen e ji bo berhemên zarokan”

Şînda Ekrem pêwîstiya destpêkirina bi xebatên Ara zarok anî ziman û ev tişt got: “Berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê em ji xwe bigrin û ji nifşê pêşiya me tu xebatên girîng ji bo zarokên Kurdan taybet tunebûn. Ji ber sîstemeke bi hişmendiyeke hişk di dibistanên me de dihat meşandin û zarokên me ji nasname û dîroka xwe hatibûn dûrxistin. Pêşengên me weke Cegerxwîn û Osman Sebrî erkên pîroz didan meşandin lê ew xebatên wan jî veşartî bûn ji bo wê ew xurtbûn di hişmendiya civaka me de bi pêş neket. Em dikarin bibêjin bi şoreşê re asoyên me fireh bûn û derfet li pêşiya me vebûn, rêxistineke baş li herêmên me hat rûniştandin ku li ser esasê wê em dikaribûn karê xwe rehet pêk bînin. Bi serkeftinên heyî re ji bo zarokan û xurtkirina wan di aliyê nivîskî û dîtbarî de lawaziyek hebû, pêwîst bû em tiştên nû ji bo zarokên nifşê nû biafrînin û projeyên nûjen bi pêş bixin li ser vî esasî projeya Ara zarok hat pêşxistin.”

“Xebatên Ara Zarok dikaribû xwe bigihîjîne hemû zarokan”

Şînda Ekrem naveroka xebatên Ara Zarok û beşên wê şîrove kir û wiha domand: “Ara Zarok sê beşên xwe hene kovar, çîrokên Kurdî û niha jî em hazirtiya televîzyona Ara zarok dikin. Tv. bi taybetî dê bi devokiya Rojavayê Kurdistanê be. Niha xebatên me yên kovara Ara Zarok fermî ketine weşanê li ser vî esasî di 22’ê Cotmeha 2021’ê de di salvegera koça dawî ya nemir Cegerxwîn de kovara me weşangeriya xwe kir. Kovara yekemîn 16 beşên xwe hene weke beşa çîrok, lîstok, Sirûd, fêrkirina zimanan, mamikên Kurdî û pêşbirk her wiha gelek beşên din ku bi rastî zarok jê sûd bigrin û bi derdora xwe re parve bikin. Devokiya berê dapîr û bapîrên me gotina ku tenê me bi deng guhdar kiriye êdî em ê bikin nivîs û weke mîrasê dîrokî bihêlin. Armanca belavkirina kovara Ara Zarok destpêkê dibistanên zarokan hedef digre ji ber zarok di dibistanê de çi bigrin wisa di mêjiyê wan de tê rûniştandin. Di gera me ya dibistanan de çavên zarokan bi berhemên nû hatin vekirin. Li hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê kovara me xwe gihand zarokan der barê wê de têkiliya zarokan bi me re xurt bû, li ser malperên me yên tevna civakî berhemên xwe bi me re parve dikin. Her beşeke ku derdikeve zarok li benda wê dimînin, em vê jî bêjin bi sedan zarokên me hene xwedî berhemên veşartî ne û pêwîst e were keşfkirin. Bi riya vê zarok pênaseya xwe dibînin, di vê mijarê de malbat û mamostên zarokan jî bi me re dibin alîkar dema zarok kovara me dixwînin yan jî pêşbirkên wê dilîzin ji me re bi rengê dîmen dikşînin û dişînin da em jî li ser malperên xwe parve bikin. Der barê 4 heya 5 mehan de bi hezaran hevalên me yên zarok çêbûn û xwe digihîjînin Ara Zarok.”

“Em weşangeriya kovarê di rojên dîrokî de hildibjêrin da di mêjiyê zarokan de bimîne”

Şînda Ekrem destnîşan kir ku zêdebûna naveroka her hejmareke kovarê û hilbijartina wan ji rojên weşangeriyê di rojên dîrokî de ye û wiha pêde çû: ”Cihê şanaziyê ye ku em bikaribin ji bo zarokan tiştekî wiha xweş bikin, kovara me jî demsalî ye. Hejmara kovara me ya duyemîn di 22’ê Sibata 2022’an de di salvegera koça dawî ya Serokê Komara Mihabadê Qadî Mihemed de hat derxistin. Em rojên wiha dîrokî hildibjêrin da di mêjiyê zarokan de bimînin û pêşengên fikrên Kurdî nas bikin. Di hejmara duyemîn a kovarê de me beşên din weke fêrkirina zimanê Erebî, Suryanî, Înglîzî lê zêde kirin, ji ber zarokên neteweyên din jî hez dikin xwe di kovarê de bibînin û jê fêm bikin, xwestin Ara Zarok bigihîje destên wan. Niha em dizanin zarokên hemû neteweyan di dibistanê de hînî zimanê hev dibin bi vê wesîleyê Ara Zarok wî rihê zarokên neteweyan digihîjîne hev û parve dike. Her wiha hevbeşiya ziman dide avakirin. Karaktêrên kovara me jî destnîşanî çanda zarokên her neteweyê dike û wê pênase dike. Helbet zarokên kampên koçberan jî hatin serdankirin ji kampa Newroz, Serêkaniyê û heya Şehbayê, em çûn serdana zarokan. Ji ber şert û mercên zehmet û kêmderfetiyên xwegihandinê, bi riya malperan, zarok dikarin kovarê bixwînin û nêrînên xwe bi mamosteyên xwe re parve bikin. Her hejmareke kovarê derdikeve wê bigihîje destên zarokên kampên koçberan. Niha em amadekariyên kovara Ara Zarok hejmara sêyemîn dikin û weşana wê dê di meha Gulanê de be. Wekî din niha 5 çîrokên Ara Zarok weke çîrokên berê bi navê şimikzêrîn, rovî çû xwazgînî, çîroka Newrozê di çapê de ne û di demeke nêz de em ê bigihîjînin destên zarokan. Zarok bi van çîrokan lêvegerek li dîroka xwe çêdikin.”

“Di demeke nêz de televîzyona Ara Zarok dê dest bi weşana xwe bike”

Şînda plansaziya Ara zarok di dema pêşiya me de eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Xebatên Ara Zarok bi kovar û weşana li ser malperan, sînordar namîne wê di demeke nêz de weşana televîzyona Ara Zarok dest pê bike. Wê bernameyên taybet ji bo zarokan hebin, bernameyên perwerde, muzîk û gelek bernameyên rengîn me hazirtiyên wê kirine ku weke dîtbarî bikevin weşanê. Di televîzyona Ara Zarok de tiştên ku dîmenekî ji aliyê zarokan ve hatine kişandin, pêşbirkên me di dibistanan de çêkirine û xelatên hatine belavkirin hemû di televîzyonê de dê bên weşandin. Êdî ne tenê di aliyê manewî de êdî di aliyê xwedîtinê de wekî dîtbarî xurtir dibin. Zarok wê Ara Zarok weke cihekî baldariyê, reng, berhem û nasnameya xwe bibînin. Dema ev bi pêş ket zarok êdî wê xweş binivîsin, helbestan bibêjin, şêwekariya xwe bi pêş bixin. Xebatên me ji bo zarokan bi giştî ev in. Helbet zehmetiyên xwe jî hebûn heya me dikaribû pêwendiyeke xurt di navbera xwe û zarokan de ava bikin ji ber hevaltiya zarokan pir zehmet e zarok heya wê baweriyê nebînin ber bi mezinan ve naçin. Zarokên me hêja ne em ê cîhaneke xweş ji wan re biafirînin, hêviyên me ew in em bikaribin bibin deng û rengê zarokên Rojavayê Kurdistanê.”