Qeyîrana aboriya li Lubnanê bi vebûna dibistanan re barê dayikan girantir kiriye

Li Lubnana ku piştî du salan ji ber belavbûna vîrusa koronayê ji perwerdehiyê dûr maye, sala xwendinê ya nû bi amadekarî dest pê dike. Lê bi vebûna dibistanan re mamosta û dayik rastî pirsgirekên wekî zêdebûna pere, lêçûna bilind a pirtûkan, kêmbûna sotemeniyê û bihayên bilind tên.

CAROLIN BAZZI
Beyrud- Li ber deriyên sala nû ya xwendinê, Lubnanî û yên ku li ser axa Lubnanê dimînin xwe amade dikin ku vegerin dibistanan. Piştî ku du salan ji ber belavbûna vîrusa koronayê ji perwerdehiyê dûr man, sala nû ya xwendinê ya bi amadekarî pêşwazî dikin. Zehmetiyên mezin ên vê vegerê hene, taybet wekî zêdebûna pere, lêçûna bilind a pirtûkan, kêmbûna sotemeniyê û bihayên bilind malbatên xwendekaran didin zehemtiyê. Herî zêde jî dayik ên barê xizaniya malê li ser wane zehemtiyê dijîn û di rêkirina zarokên xwe ya dibistanê de zoriyan dibînin. Di vê raporê de, dayik û mamoste tecrubeyên xwe bi vegera dibistanan re ji ajansa me re vedibêjin.
“Divê zarok vegerin li dibistanên xwe vegerin”
Rojnameger û dayika du zarokan Karen Elian Daher zoriyên jiyanê wiha tîne ziman: " Ez difikirim ku ji ber krîza qutbûna elektrîk û înternetê perwerdehiya dûr ne çare ye û pêwîste vegerîn dibistanan. Du sal in, zarok dersên xwe ji dûr ve dişopînin, lê cihê wan ê xwezayî ew e ku bi rastî vegerin dibistanê. Em bi pirsgerekên wekî di nav de bihayê giran ê unîformên dibistanê û pirtûkên ku bihayên wan pir zêde bûne re rû bi rû dimînin. Mînak qeyrana sotemeniyê, ger ez û hevjînê xwe bixwazin zarokên xwe bibimin dibistanê em bi qeyrana rêza benzînê re rû bi rû dimînin. Heta heqê mehane yê otobusê jî pir bilind bûye û di mehekê de tenê çûndina zarokek gihiştiye mîlyon yan jî nîv mîlyon lîre. Ji bo perê, em li bendê ne ku zêdebûn ji sedî 30 be û dibe ku zêdetir be jî, lê heya îro dibistanê nirxa pereya salane neşandiye. Ji ber mijar bi gelek tiştan re têkildar e, di nav de mazot û qeyrana benzînê ji heye rêveberiya dibistanê jî di diyarkirina zêdekirina pereyan de rolêk mezin dileyze, ji ber vê yekê em nizanin gelo dibistan bi rastî deriyên xwe veke yan jî sala xwendinê were paşve xistin. Gelek dibistanên ku roja destpêkirina sala xwendinê eşkere kirin, ew taloqî dawiya vê mehê yan jî serê mehê kirin. Heke di navbera vê salê û destpêka sala xwendinê de tiştek neyê guheztin, qeyranek pêkwere û bendên benzînê biseknîn. Di her kêliyê de , mirovan serî li stasyona benzînê bide ku ew erebeya xwe tijî bike ku zarokên xwe bighîne dibistanê. Yan pir derng bimîne yan jî ew zarokê wê rojê ji dibistanê derxin." 
“Pirtûka ku bihayê wê 10 dolar bû, 200 hezar derbas kiriye”
Karen Elian Daher behsa bihayên pirtûk û kirtasiyê ku çawa guheriye dike û dibêje: " Pirtûka ku bihayê wê 10 dolar bû, îro 200 hezar derbas kiriye û ji xwe di pêdiviyên girêdayî dibistanê bihayên wê pir giranbûye ku mirov dikare wek xeyalî bi nav bike. Dibistanê hewl da ku bar li ser malbatan kêm bike, lê di dawiyê de lêçûn pir giran e."
"Min dev ji dibistanê berda û çûm perwerda taybet"
Mamosta û dayika du zarokan Randa Hegazy dibêje: "Ji ber ku ez mamosta me, min bi destpêkirina qeyrana aborî ya li Lubnanê re mijar nas kir û min dev ji dibistana ku min zêdetirî 15 salan têde  mamostetî kir berda û berê xwe da perwerdehiya taybet da ku ez karibim dinava rewşa dijwar a ku em tê de dijîn debara malbata xwe bikim.” 
Mûçeya mamosteyê taybet êdî ji 120 yan jî 150 dolaran derbas nake, ji xwe her kes jî dizane ku mamostetî pîşeya herî dijwar e, yanî divê mûçeyên mamosteyan herî bilind bin.
“Qeyrana ku em tê de ne, nifşê pêşerojê wêran kiriye"
Randa Hegazy a navendek perwerdehiya taybetî vekir û xwendekarên ji temenên cûda dinava hefteyê de pêşwazî dike, lê ew di heman demê de bi pirsgirêka heqîqeta aborî ku girêdayî mûçeye ku ji mehane ji xwediyên xwendekaran bistîne rû bi rû dimîne û wiha dibejê: "Di destpêkê de, ez rastî tengasiyek pir mezin hatim, gelo ew heqê ku karmendê ku dê zarokên xwe fêr bike dê çi be? Mînak, berê me mehanê 100 hezar lîre werbigirt, ew mûce pir guncew bû. Lê niha em ê di mehekê de çiqas, bigrin 500 yan jî 600 hezar? Ev mîqdar dê bibe barekî mezin li ser milê dayik û bavan, perwerdehiya taybet jî ji dayik û bavan re dijwar bûye. Em nekarin bihayên bilind ên benzîn û sotemeniyê ji bîr bikin, qeyranake ku bandor li pîşeya me kir, ji ber ku edî dayik û bav nikarin zarokên xwe bînin dersên taybet. Qeyrana ku em tê de ne, nifşê pêşerojê wêran kir."
"Ger mûçeyên me neyên zêdekirin em nikarin vegerin dibistanê"
Di perwerdehiya giştî de Mamosta Meysa El-Heq piştrast dike ku bi taybet em mamosta vegera dibistanan re qeyranek mezin jiyan dikin. Em mehane mûçeyên pir hindik werdigirin ku êdî ew têra tiştek nake. Dê mamoste li dibistanê çi bike? Mînak, bihayê sotemeniyê zêde bûye û em ji sala borî heya niha mûçeyên xwe newergirtiye. Ev hejmar ji hêla Wezareta Perwerdehiyê û Dewleta Lubnanê ve hatiye amadekirin."
Meysa El-Heq diyar dike ku ger dewleta Lubnanî çareserî ji pirsgirêkên cûda yên ku mamoste pê re rû bi rû dimîne bibîne, bê guman ew amade ne ku vegerin dibistanan û wiha domand: “Mamostetî pîşeyek bilind e, lê ew nayê wê wateyê ku mirov bêpere bixebite. Mamoste dê li dibistanê bi bihayên mazotê çi bike? Ma meaşê wê yê mehane nirxa benzînê dide?”
“Pêwîste dewleta Lubnanê ji qeyîrana heyî re çareseriyê bibîne”
Meysa El-Heq di dawiya axaftina xwe de balkişand ku bandora lêçûna zêde ya jiyanê bandor li lêçûnên vegera zarokan ya li dibistanê kir û bang li dewleta Lubnanê kir ku çareseriyan bibîne ku şert û mercên mamosteyan sererast bike û got: “Li Lubnanê pirsgirêkek heye ku hemî cîhan pê dizane, ku ew jî pirsgirêka rêza benzînê ye ku bi sedan metreyan li pêş stasyonên benzînê dirêj dibe. Yanî dibe ku erebeya min tijî bibe yanjî valabe ez bi vî rengî jî nikarim biçim dibistanê."
https://www.youtube.com/watch?v=ScjfTe5S7QU
https://www.youtube.com/watch?v=-C1or5UoBpY
https://www.youtube.com/watch?v=-NLxUzCT_60