Pîlotên jin yên Hindistanê rekora Cîhanê şikandin

Rêyên Hewayi yên Air India yên Hindistanê bi temamî ji Tîma Kokpit a pîlotên jin pêk tê. Bi firîna herî dirêj ya Ticaretê li dîrokê navê xwe nivîsandin.

Navenda nûçeyan - Rekorek nû ya cîhanê, li Hindistanê Tîma Kokpit bi temamî ji pîlotên jin pêk tê. Bi firina herî dirêj ya Ticaretê li dîrokê navê xwe nivîsandin. Çar jinên Pîlot yên ku bi rêya balafiran ji Boing 777 û navçeya San Francisco ya ABD hate bajarê Bengaluri yê Başurê Hindistanê 14 hezar Kilometre firîn û ev çuyîna bi balefirê 17 saetan berdewam kir. Pîlotan li ser vê firînê dan diyarkirin ku wan di dîroka firîna li hewayê pêvajoyek nû dane destpêkirin û wan weke jin xwe di vê de îspat kiri ne.
Balefira Mirovan bi 288 rêwiyan sibeha duşemê ji San Francisko di saetên xwe cihî saet 03.07’an de derbazî Cemsera Bakur bûn. Ji wê derê di saet 16.37’an de li Firingeha Kempegowda hat xwarê. Pîlot li firîngehê bi gulan hatin pêşwazîkirin. 
Rêjeya pîlotên Hindistanê sê qatî yên ABD’ê ne
Hindistan, li dinyayê xwediyê rêjeya herî zêde ya pîlotên jin e. Di vî welatî de ji 12 pîlitan yek jê jin e. Dewletên Yekbûyî yên Amarika rêjeya wan ji vê ji sedan çare. Kompanya Air India di sala 2017’an de weke yek ji wan kompanyên ku yekem car Jinên Pîlot rêwitiya hewayê pêk anin hatin hilbijartin. Jinên pîlot ji Delhiya nu heta San Francisco firiyan.