Cureyên danûstandina zarokan û kirêtiya nifşê pêşerojê

Tê zanîn ku di nava civakan de yên herî zordestî lê tê kirin jin û zarok in. Dibe ku jin heta astekê bikaribe parastina xwe bikin lê zarok nikarin xwe ji êş û janên desthilatdariya civakî û malbatî biparêzin.

Navenda Nûçeyan - Lewre di sala 1989’an de ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve lihevkirineke li ser mafên zarokan kirin ku perwerde û hişmendiya civakî di asta herî pêşî de be. Her wiha di lêkolînên ku derketin holê de jî tê dîtin tundiya ku zarok pê re rû bi rû dimînin, îskenceyên bedenî, derûnî, hişî û bikaranîna wan li gorî berjewendiyên xwe ne...

Hinek ji tundiyên ku li ser zarokan pêk tên;
Tundiya bedenî
 Zordariya ku zarok ji aliyê malbatê û kesên di nava malbetê de dibînin weke lêdan, şewitandin, tirsandin û jehrkirinê. Yek ji diyardeyên ku mirov dikare bibîne, bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan dihêle û dibe sedema kêmbaweriya wan li xwe û li derdora xwe. Herî zêde jî vê yekê ji kesên di nava malbatê de temenmezin dibînin. Em dikarin keçika bi navê Cene ku dapîra wê lêdide heya jiyana xwe ji dest dide bînin bîra xwe…
Tê zanîn ku ev diyarde, ji dê û bav derbasî zarokan dibe. Li gorî ku  gelek zagon û biryar derketine hê jî ev rewş berdewam dike di nava civakan de. Herî zêde jî bandora şîdeta mamosteyan li ser şagirtan dimîne. Şîdeta ku mamoste li ser xwendekaran dike, dibe sedem ku bi wan zarokan re gelek nexweşiyên derûnî derkevin an jî ji zordarî û tundiyê hez bikin.
Tundiya derûnî  
Ev cureya tundiyê bandorek xirab li ser kesayet û derûniya zarokan dide avakirin. Ev jî wan li hemberî bûyerên cuda çavtirsandî dike û dihêle ku zû tengav bibin. 
Tundiya zayendî   
Li gorî lêkolînan û nûçeyên rojane ev diyarde gelek belav e di civakan de û gelek zarok rastî destavêtina cinsî tên. Ev jî yek ji sûcên herî giran e ku zarok li ser  tên darizandin lewre ji hêla malbat û civakan ve tên tepisandin. Li gorî vê mijarê di demên dawî de gelek kesên navdar bûyerên destavêtinê yên di zarokatî de bi serê wan hatine anîne ser ziman. Ew jî vê yekê li ser zarokan pêk tînin. Tê ragihandin ku xerakirina deformasyona cinsî ya jinan, yek ji bûyera herî xirab e ku li ser cinsan pêk tê. Herî zêde li dewletên Afrîkayê pêk tê. Lewre heya niha sinetkirina jinan yek ji edetên wan civakan bû, ruxmî belavkirina hişmendiyê jî.
Xemsarî 
Tê hewldan ku xemsarî yan piştguhkirin yek ji pirsgirêkên ku zarok pê re rû bi rû dimînin e. Ev yek jî zêde ji hêla dê û bavên zarokan ve derdikeve. Bi nêzîkatiyên weke cudakariya navbera zarokên xwe, ev yek di kesayeta zarokan de gelek pirsgirêkan bi xwe re dide çêkirin. Hinek ji wan pirsgirêkên ku tevahiya jiyana wan bandor dikin weke tirs, tundî, uslub, bi xwe tenê re mayîn û bi tenê jiyînê derdikeve pêş. Her wiha di pêşeroja wan de jî gelek pirsgirêkan bi xwe re derdixe. Mînak di destpêka ketina dibistanan ji temenê 6- 12 saliyê de, ji kêrhatiyên civakî dûr dikevin, ji kar û erkên dibistanê her tim li şûn dimînin. Ev yek jî di temenê 12 saliyê de  ber bi xirabiyê ve  diçe weke vexwarina meşrabê, kişandina cixare û afyonê. Her çiqas ev pirsgirêkên ku hatine rêzkirin, di nav civakan de rûdayî hebin careseriya wan jî mumkun e. Ev jî bi riya pêşxistine zanînên civakî, bi pêşxistin û bilindkirina moralê zarokan, parastina wan ji pirsgirêkan dihêle di kesayeta wan de hêzek bide avakirin.