Nisrîn El-Eşqer: Zehmetiyên ku ez pê re rû bi rû mam, siyaset, mezhebperestî û nijadperestî bû

Nisrîn El-Eşqer bi kar û xebata xwe gihîşt asteke wisa ku dikaribû bibe endama yekemîn di sendîkaya ku di sala 1951'ê de hatiye damezrandin.

CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd-  Nisrîn El-Eşqer bi coş, hewldan û hezkirina xwe ya ji bo karê sendîkayî, karîbû baweriya mêr û jinan bistîne, di pevçûna sendîkaya pîşeyên dîtbarî de bi ser bikeve û bibe û di sendîkaya ku di sala 1951'ê de hatiye damezrandin de bibe endama jin a yekem.
"Ne hêsan bû ku komele baweriyê bi mirov bîne"
Nîsrîn El-Eşqer, Seroka Sendîkaya Pîşeyên Dîtbarî, di hevpeyvîna ji ajansa me re wiha dibêje; "Ne hêsan bû ku em pêbaweriya sendîkayê û hevalbendên wê bi me çêbibe. Destpêkê dema ku ez çar sal berê ji bo endamtiya komîteya buroyê hatim hilbijartin bû, ez jina yekem bûm ku sendîka di sala 1951’ê de hatibû damezirandin. Ez jina yekem ku kursiyê bi dest bixim  û derbasî komîteya ofîsê dibim.”
Li Lubnanê kêm em mirovên jêhatî dibînin ku di xebatê de astên bilind bi dest xistine Nisrîn El-Eşqere wekî îstîsnayek xuya dike. Ji ber ku ew kesayeteke çalak û serkeftî ye her wiha ew xwedî tecrubeyeke ragihandinê ye li ser qenala Lubnanê. Nisrîn El-Eşqer li ser vê mijarê dibêje; “Endamên sendîkayê serdana min kirin û ji min xwestin ku xwe hilbijêrim û tecrubeya xwe ya ragihandinê xizmetî sendîkayê bikim. Bi rastî jî di çar salên borî de der barê sendîkayê de agahiyên min çêbûn û min piştgiriya sendîkayê kir.” 
"Sendîkaya Pîşeyên Dîtbarî yekem sendîka ye ku tê de kesên serbixwe bi ser dikevin”
Nisrîn El-Eşqer dibîne ku keda hevkar û sendîkayên kevn heye û her yek ji wan dema ku bûne sendîka mohra xwe li demê dane û wiha axaftina xwe domand; "Guman tune ye ku her sendîkayek li cihekî şopek hiştiye, wekî sendîkaya ku navenda sendîkayê li avahiya Sodeko Sikwîr kirî an jî sendîkayê berê, Ehmed Şerî, di serdema serweriya wî de qanûna rêxistina pîşeyê piştî mayîna wî bîst salan li Civata Nûneran hat derxsitin. Piştî ku ez wek endamek ofîsê j kar derketim, ez hêvî dikim ku serdema min bibe serdema ku Sendîkaya Pîşeyên Dîtbarî dê di her astê de bêtir derkeve holê.”
Nisrîn El-Eşqer da zanîn ku muxalefet pir mezin e û got; "Ez bi sê astengiyan re rû bi rû mam, ya yekem siyaset bû ji ber hebûna hejmarek mezin a partiyan û piraniya wan ji ber ku min bi zimanek cuda diaxivî li dijî min kom bûn, ziman û partiya min pîşeya min bû. Dema ku ez hatim hilbijartin, min serdana hevpîşeyên li ser tevahî xaka Lubnanê kir ku hewcedarî û mercên ku tê re derbas dibin bizanibim".
Nisrîn El-Eşqer dibêje; "Ger rewşenbîr û xwendevan xwe bidin pişt partî û mezhebên xwe wê demê em tu guhertinê di wêneyê hilbijartinên parlamentoyê de nabînin lê ger ev kes ji bo xwe hilbijartinên serbixwe bikin, guheztin ji sendîkayan dest pê dike. Bi wê yekê re hilbijartinên Sendîkaya Pîşeyên Dîtbarî dê bibe yekem ku tê de kesên serbixwe bi ser dikevin. Astengiya duyemîn ku li pêş min derket mezhebperestî û teşwîqkirina mezhebî bû. Vê mijarê min matmayî kir lê ez dixwazim gel hişyar bikim. Astengiya sêyemîn jî nijadperestî bû, ji ber ku ez wek jin ji vê wezîfeyê re hatim hilbijartin lê hin kes tenê ji ber ku ez jin im li hember min derketin, di heman demê de hin kesan baweriya xwe bi min anî û li kêleka min sekinîn, ez spasiya wan dikim û hêvî dikim ku baweriya wan neşkînim".
" Zehmetiyên mezin ên em di warê pîşeyê de rastê wan tên"
Nisrîn El-Eşqer dibêje ku di hemû astan de rewşeke awarte dijîn û dibêje; "Ez îro, di rewşek awarte de me, ji ber vê yekê ez nikarim wekî ku rewşa welat baş û asayî de be bijîm. Ez  dixwazim alîkariya hempîşeyên xwe bikim û em di pîşeyê de reqabetek herî mezin in û beriya her tiştî bi krîzan re rû bi rû ne. Pêwîstiya me bi hemû tiştan heye. Hemû tişt ji derveyî welat tên û em bi dolarên Amerîkayê dikirin ev yek jî di serê me de aloziyê çêdike. Di pêvajoya li pêş de ez ê gaveke bi cesaret bavêjim, ji aliyekî ve em ê alîkariya hempîşeyên xwe bikin û ji bo berdewama vê planek çêkin. Li aliyê din jî em ê derfetên kar ji bo kesên ku ji zanîngehê derçûne û heta niha bêyî kar in peyda bikin. Bi rastî jî êdî min dest bi îmzekirina peymanan bi welatên derve re kiriye, rast e piştgiriya koçberiyê nakin lê armanc ew e ku em wîzfeyek peyda bikin ku jê sûd bigrin".
Nisrîn El Eşqer wiha didomîne; " Min civîn bi zanîngehan re li dar xistin ku asoyên nû ji bo pisporiyê vekin. Pisporiya Orthoptist, pisporiya perwerdeya çav e ku masûlkan xurt dike. Pisporiya duyemîn jî Optometriya Estetîkî ye, bi armanca xweşikirina çav bi rakirina xelekên tarî yên li dora çav û rihetkirina çav e. Ji bilî pisporiya perwerdekirina kesên ku li ber korbûnê ne. Her wiha min li Lubnanê di warê çavên sûnî de lêkolînan kir û di warê vekirina wan xeritayan de bi zanîngehan re xebitîm.”
 "Ez ê bi şarezayî, biryardarî û bi israr li hemberî astengiyan li ber xwe bidim"
Nisrîn El-Eşqer der barê karê sendîkaya pîşeyên dîtbarî de dibêje; "Karê hemû sendîkayan parastina mafên pisporan û rêxistinkirina rewşa wan e. Di sendîkaya xwe de em hewl didin  karê xwe bi pêş bixin ".
Nisrîn El-Eşqer li ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye wiha dibêje; "Ên ku karibûn li hember van hilbijartinên dijwar li ber xwe bidin, helbet dê karibin berpirsyariya şopandina karên sendîkayê tehemul bikin û bi israr û biryardarî li hemberî astngiyan li ber xwe bidin.” 
Nisrîn El-Eşqer, di peyameke xwe de ji jinan re dibêje; "Erê, tu jêhatî yî, tu berpirsiyar î, serok û pêşeng î. Jin îro bi hemû karan radibin ji xwedîkirina zarokan heya karên derveyî malê. Gelo kî dikare bi van berpirsyariyan rabe. Ez ji her jinê re dibêjim; ‘tu dikarî kar bikî û bi xwe bawer be, di çi cihî de kar dikî bike bes xwedî israr û bixwebawer be".