Nevîn Oyman: Berpirsyariya saziyên jinan ji bo mirina bi guman mezin e

Endama Komela Jinan a Rosa Nevîn Oyman Gîrasun, bal kişand ser mirina bi guman jinan di bin navê "xwekuştinê" de û got: "Di mirina bi guman de erka yekem dikeve aliyê dadê lê mînak diyar in. Ev jî dibe sedem ku di bin navê 'xwekuştinê' de dosya were girtin. Pergal li kêleka mêran e, pergal bi tu awayî ne li kêleka jinan e”, diyar kir ku saziyên jinan xwedî berpirsyariyên mezin in.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Tirkiyeyê, di 20 salên dawî de bi hezaran jin hatin qetilkirin, ev hejmar hem ji hêla darazê ve hem jî ji hêla polîtîkayên hikûmetê ve zêde dibe. Li gorî daneyên ajansa Jinnewsê, tenê di meha Hezîranê de 26 jin hatin qetilkirin, 17 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe dest dane û di 6 mehên yekem ên 2021’ê de herî kêm 144 jin hatin qetilkirin. Bi taybetî di mehên paşîn de, dema ku mirina gumanbar a jinan zêde bûn, piraniya wan wekî "xwekuştin" hatin tomarkirin û dadgeh jî bi vî rengî dosyayan digrin. Lê belê, di dosyayên ku di encama tekoşîna jin û malbatan de ji nû ve hatine vekirin de, rastiya dosyayan wekî ne "xwekuştin" cînayet eşkere dibe. Wekî di bûyera Ayşe Tayurak a li Farqîna Amedê dijiya û di bin navê "xwekuştinê" de bi awayê bi guman mir. Komeleya Jinan a Rosa li Amedê piştî daxuyaniya keça Ayşe Tayurak a “Ne xwekuştin e, cînayet e” çalakî li dar xist û ji bo eşkerekirina rûyê rast ê bûyerê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li navçeyê bû. 
"Pergal mêran bi cesaret dike" 
Endama Komeleya Jinan Rosa Nevîn Oyman Gîrasun, bal dikşîne ser vê yekê ku dema hûrguliyên mirina bi guman tên lêkolînkirin hûrguliyên pir cuda derdikevin holê. Nevîn Oyman Gîrasun got ku pergal ji hemû jinên ku di nav profîlên jinan ên maqûl de nîn in re mirinê wekî maf dibîne û diyar kir ku di demên dawî de têgihîştinek wisa hatiye ceribandin ku di civakê de were afirandin û got; "Pergal bi gotar û polîtîkayên xwe mêran bi cesaret dike. Pergal bi qanûnên xwe, kujeran biparêze. Van polîtîkayên bêcezatiyê mêran teşwîq dikin ku jinan bikujin. Bi vî rengî, mêr dikarin cesaretê bistînin û pir bi hêsanî jinan qetil dikin."
"Bûyerên mirina gumanbar baş nayên lêpirsînkirin" 
Nevîn Oyman Gîrasun diyar kir ku di demên dawî de qetlîamên jinan wekî "xwekuştin" tên binavkirin û got ku bêyî li ser awayê mirinê lêkolîn were kirin, hewl didin werin jibîrkirin. Nevîn Oyman Gîrasun anî ziman ku li pişt her mirinê îhtîmala cînayetê heye û got; “Pêwîst e ku mirov li ser xwekuştinan bipirse ka çima jinek ber bi xwekuştinê ve tê teşwîpkirin an jî çi dibe ku berê xwe dide riyeke wiha? Bi awayekî din jî divê li ser jinên di bin navê xwekuştinê de jiyana xwe ji dest didin lêkolînên baş werin kirin. Mirina jinan her dem wekî maf tê dîtin. Karmendên sepandina qanûnê yên ku ewil digihîjin cihê bûyerê têr delîlan berhev nakin û lêpirsîna dozê nakin. Carna dereng dimînin, ji ber vê yekê, lêpirsîn bi kêmasî ne û baş nayên meşandin. Erka yekem di mirina bi guman de dikeve ser dadweriyê lê mînak diyar in. Her dem di bin navê xwekuştinê de dosya tên girtin. Pergal li kêleka mêran e, pergal bi tu awayî ne li kêleka jinan e. Van bûyeran vê yekê bi zelalî nîşanî me didin."
"Berpirsyariya saziyên jinan di vê mijarê de mezin e" 
Nevîn Oyman Gîrasun, diyar kir ku saziyên jinan di vê pêvajoyê de ku dewletê nîşan da ew bi dadwerî û helwestên xwe li aliyê mêran bû, ketin bin berpirsyariyek mezin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de, qanûn tu carî di lehiya jinan de nebûn û jinan neparastin. Dema ku ev çêbû, jinan xwe tenê hîs kirin. Wan li şûna jinan mêr parastin. Di vê wateyê de, di serdema dawî de herî zêde saziyên jinan xwedî berpirsiyarî ne. Dema ku em li bûyerên mirina bi guman dinêrin, dibînin ku ew ne xwekuştin in. Bi gelemperî, tawanbar di vê pêvajoyê de dibe ku hevjîn be. Dewlet, qanûn, pergal di vê wateyê de baweriyê nadin jinan lê pêwîst e ku saziyên jinan nîşan bidin, jin di vê pêvajoyê de bi tenê ne. Jin mirinê heq nakin, mafê wan ê jiyanê mafeke xwezayî ye.”
"Pêşnûmeqanûna nû destekê dide mêran" 
Nevîn Oyman Gîrasun, der barê 4’emîn Pakêta Dadweriyê ya herî dawî de jî axivî û got; "Di pêşnûmeqanûna nû de "Delîlên şênber" tên xwestin. Dema ku destdirêjî li jinan tê kirin ji berê ve rastî travmayek tên. Jin jî neçar tên kirin ku wê îsbat bikin. Di vê rewşê de dê çi bibe? Ji ber vê pergala ku hatiye afirandin dê destavêtina jinan zêde bibe. Ev pêşnûme di heman demê de pêşnumayek wisa eşkere ye ku nîşan dide dewlet destekê dide mêrên sûcdar û di lehiya wan de ye."