“Bi xwarinên bi feyde û fikrên erênî hûn dikarin bi tendirust bijîn”

Nivîskara pirtûka “Xwarin şîfaya hest e” Nisrîn Teraf dibêje ku dema mirov xwe bi ramanên baş û tendurist têr bike, wê demê dikare xwe rehet bike, ji ber ku rêbaza xwarin û ramanên neyînî bandore li tenduristiya fizîkî jî dikin.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Piştî ku Nisrîn Teraf, nivîskara pirtûka "Xwarin şîfaya hest e", tucrubeyek bi tirs di encama nexweşiya xidê de jiya, teslîm nebû, berovajî wê, biryar da ku gelek lêkolînan bike da ku bizanibe çi xwarin ji bêdêla derman ve sûdê li wê dike.
Di gel ku wê beşa dermanxaneyê xwendiye jî di gelek warên mîna xwarin tenduristî û dermanên fonksiyonel de bûye pispor.
Min keşf kir ku derman nexweşiyek baş dike lê dibe sedema nexweşiyeke din
Nisrîn Teraf ji ajansa me re wiha dibêje; “Min xwest tiştê min xwendiye hemû di nav pirtûkeka "Xwarin şîfaya hest e" de kom bikim da ku diyar bikim jiyana tendurist bi tenduristiya mêjî, fizîkî û xwarinê ve girêdayî ye. Zêdebarî jîngeh û pêwendiyên civakî ku her mirov di bin siya wê de dijî jî faktor in. Ev hemû faktor bandorê li tenduristiya mirovan dikin. Min keşf kir ku ji bo mirov jiyana bi tendurist bêyî nexweşî bijî, derman tenê têrê nakin.”
Nisrîn Teraf ji me re krîza tenduristiyê ya ku bi salan tê re derbas bûye wiha vedibêje; “Min demek dirêj ji nexweşiya xidê êş kişand, porê min diweşiya û kîloya min zêde dibû, bijîşk wê demê ji min re got divê ez derman heya dawiya emrê xwe bixwim ger baş nebim jî ez ê emeliyat bikim da ku xidê rabikim. Wê demê min hîs kir ku hemî pirsgirêkên cîhanê bi ser min ve tên. Min di wê demê de tiba fonksiyonel dixwend, piştî ku di warê dermanxaneyê de bûm pispor, ez fêr bûm ku ji her nexweşiyê re çareseriyek heye û bi saya lêkolînên ku min kirin, min dît ku yek ji girîngtirîn tiştan e ku divê ez dev ji glutenê berdim û dûrî hilberînên şîr bikevim. Ez li ser vî rêbazê meşiyam û piştî salekê ez rihet bûm. Dema min serdana bijîşk kir ew ji rewşa min matmayî ma û got ku rewşa min gelekî baş bûye.”
Pirtûk ji bo xurtkirina pergala parastinê, wateyên xwezayî radixe pêş çavan
Nisrîn Teraf dibêje; “Dema ku mirov xwe bi ramanên baş û tendurist têr bike, wê demê dikare xwe rehet bike, ji ber ku rêbaza xwarin û ramanên neyînî bandore li tenduristiya fizîkî dikin. Di vê pirtûkê de ez behsa girîngiya fêkî û vîtamînan dikim ku ev ji xwarinên neyînî yên ku bi lez bandoreke neyînî li bedena mirovan dikin baştir e.”
Nisrîn Teraf piştrast dike ku pirtûk xurtkirina pergala parastinê radixe ber çavan û dibêje: “Ji ber vê min xwest vê zanînê bi bajarê xwe Lubnanê re parve bikim loma jî min di sala 2020’an de ew pirtûk wergerand zimanê Erebî. Destpêkê bi zimanê Ingilîzî hatibû çakkirin. Pirtûk niha hem li Lubnanê hem jî li dewletên Rojhilata Navîn heye.
Metbexa Rojhilata Navîn di cîhanê de ya herî baş e
Nisrîn Teraf di pirtûka "Xwarin şîfaya hest e" de sûd û vîtamînên ku hilbirên çandî digire nav xwe tîne ziman û dibêje: "Min ji xwendevanan re hin raman pêşkêş kir, ew jî wekî ku min hilwiyat ango şîranî, bi hingiv û fêkî bediland ji ber ku di van de şekir xwezayî û normal e.”
Xwarinên bê feyde ji holê rabikin da ku hûn ji jehrên di bedenê de xilas bibin
Nisrîn Teraf dibêje: “Bêgnuman, min hewcedariya bedenê bi karbohîdratan di zivistanê de ji bîr nekir ji ber ku ew bedenê bi enerjiyê tijî dikin. Ji ber vê yekê, min di pirtûkê de rêbaza pêşîlêgirtinê girt dest. Ez pêşniyar dikim ku her kes xwe ji jehrên dîtoks xils bike û dev ji xwarinên bê feyde berde.”
Nisrîn Teraf di dawiya axaftina xwe de got: “Ez ji her kesê dixwazim ku li tenduristiya xwe miqate bin û bila ramanên wan her tim erênî be da ku jiyana bi tendurist û saxlem bijîn.”