Navenda Jineolojî ya li Misrê tora lêkolînê ya herêmî ava dike
Navenda Jineolojî ya ku li Misrê hatiye damezrandin, armanc dike ku lêkolînên zanistî yên li ser pirsgirêkên jinan û civakî veguherîne pêşniyarên polîtîkayê, hilberîna zanînê bi hevkariyên herêmî xurt bike û beşdarî bihêzkirina jinan bibe.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Vekirina Navenda Fikir û Lêkolînan a ‘Jineolojî’ li Misrê, konseptekê derbarê ‘zanîn dergeha bingehîn a hêzdarkirinê ye’ derdixe holê. Avakirina civakên dadperwer bi afirandina fikrên nû, vekirina qadên diyalogê û girêdana lêkolîner û pisporên ji aliyên cuda û welatan dest pê dike, da ku jîngehek bikaribe guherînên li herêmê bixwîne û çareseriyên li ser bingeha lêkolînên zanistî pêşkêş bike, were afirandin.
Dîtina navendê ne tenê bi lêkolînkirina rewşa jinên Misrî re sînordar e. Her wiha mijarên jin û keçên li Rojhilata Navîn jî dihewîne. Ev yek ji wê baweriyê tê ku astengiyên li hember jinan li herêmê tevlihev in û pevguhertina ezmûnan di navbera lêkolîneran de dikare bibe sedema hilberîna zanîneke kûr ku piştevaniya pêşketinê bike, xizmeta biryardaran bike û dergehên nû li ber karê lêkolînê vebike.
Derbarê vekirina navenda Jineolojî ya li Misrê de, nûçegîhana me bi Seroka Navenda Raman û Lêkolînan Jineolojî, Dîna Muhsên re hevpeyvînek taybet çêkir.
‘Zanîn dergeha hêzdarkirin û avakirina civakên dadperwer e’
Di vê çarçoveyê de, Seroka Navenda Raman û Lêkolînan Jineolojî Dîna Muhsên, tekez dike ku rewşa siyasî û civakî ya ku herêm tê re derbas dibe, bi hemû guherîn û pevçûnên xwe ve baldarî û girîngiyeke zêdetir dide mijarên jin, zarok û civakê. Wê diyar kir ku biçûkxistina rola jinê di çarçoveya pevçûnan de an jî dûrxistina wê ji beşdarbûnê, êdî bi pêşketinên teknolojî û mirovî yên cîhanê re naguncav e.
Dîna Muhsên di berdewama axaftina xwe dibîne ku xurtkirina hebûna jinê di meqamên biryardariya siyasî, serwerî û leşkerî de û çandina nirxên welatîbûn, hevjiyan û redkirina tundiyê, beşek e ji dîtina navendê ji bo avakirina civakên dadperwer. Dîna Muhsên wiha li gotinên xwe zêde kir: “Pêkanîna vê armancê rasterast bi zanînê ve girêdayî ye. Ji ber ku hêzdarkirina rastîn bêyî hişmendiyê çênabe û pêşketina domdar jî ji hêzdarkirina jinan û vekirina riya beşdarbûna wan a di hemû qadan de naqete. Ev bi xwe fikra bingehîn e ku navenda Jineolojî li ser hatiye avakirin. Navend dixwaze torên pêwendiyê bi lêkolînerên li cîhana Erebî û Rojhilata Navîn re ava bike û dixwaze sûdê ji ezmûnên navneteweyî yên serkeftî jî wergire û hevkariyên lêkolînê pêk bîne da ku zanîneke zanistî ya piralî were afirandin.”
Dîna tekez kir ku dadweriya civakî tenê di nav civakeke xwedî hişmendiyeke vekirî de ku kesên din dipejirîne pêk tê û azadiya jinê ji azadiya tevahiya civakê nedûr û cuda ye. Dîna wiha got: “Zilam jî parçeyekî vê pêvajoyê ne, ji ber ku avakirina civakeke dadperwer hewcedarî hevkariyeke rastîn a di navbera hemû kesan de ye.”
Çareserkirina kûrahiya pirsgirêkan berî encaman
Dîna Muhsên di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku jin hê jî rûbirûyî cureyên cuda yên binpêkirinan dibin û wiha got: “Carnan berî jdayîkbûnê dest pê dikin (wek jiberkirina zarokan, ji ber ku zayenda wan mê ye), paşê bi tundiya li ser keçan, zewaca temenê biçûk û pirsgirêkên civakî û aborî yên piştre berdewam dibin.”
Ew dibîne ku nêzîkbûna li van mijaran çareseriyên hevseng û parastina mafên hemû aliyan dixwaze. Peyama navendê ne dûrxistina zilaman an barkirina hemû berpirsiyariyê li ser milê wan e, di heman demê de çandina nirxên beşdarbûn, maf û azadiyan e.
Dîna diyar kir ku qonaxa bê hewcedarî lêveger û pêşxistina zagonan e ku li hemberî guherînên civakî derkevin û navend dixwaze bi pêşkêşkirina lêkolîn û pêşniyaran di vî warî de bibe alîkar.
Plana kar: Ji lêkolînê heta bandorên li ser siyasetan
Seroka navendê di berfirehiya nirxandinên xwe de diyar kir ku tevlî nûbûna avabûna xwe jî, navendê dest bi plana kar kiriye ku projeyên lêkolînê ji aliyê lêkolînerên Misrî û biyanî ve dihewîne. Dîna, wiha domand: “Armanc ne tenê çêkirina lêkolînan e, her wiha sûdmendiya ji wan ji bo saziyên eleqedar e da ku pêşniyarên kiryarî derkevin holê. Navend dixwaze di astên herêmî û navxweyî de bibe beşek ji çêkirina siyasetan, bi rêya pêşkêşkirina pêşniyarên li ser bingeha zanistî û vekirina dergehên diyalogê bi saziyan re. Plana kar, organîzekirina salonên çandî yên mehane, komxebat û bernameyên perwerdeyî dihewîne ku rêberên jin, akademîsyen û lêkolîneran tîne cem hev da ku li ser mijarên girîng nîqaş bikin.”
Veberhênan di lêkolînerên ciwan de
Ji bilî hilberîna lêkolînan, Navenda Jineolojî amadekirina nifşekî nû ji lêkolîneran dixe nav karên xwe yên pêşeng. Ev yek ji wê baweriyê tê ku domdariya zanînê bi şiyana saziyan di vedîtin û perwerdekirina jêhatiyên ciwan de ve girêdayî ye. Hebûna desteyeke şêwardariyê ku akademîsyen, lêkolîner û nûnerên saziyên civaka sivîl ji hundir û derveyî Misrê dihewîne, dê jîngeheke dewlemend ji lêkolînerên nû re peyda bike.
Rojeva lêkolînê ku li hemberî astengiyên herêmî disekine
Endama tîma lêkolîneran a navendê, rojnamevan û lêkolîner Umniye Reşad, diyar kir ku tiştê ezmûna Jineolojî taybet dike, piralîbûna qadên wê yên lêkolînê û karê hevbeş di navbera lêkolînerên Rojhilata Navîn de ye. Umniye Reşad ev agahî dan: “Ev yek rê dide ku mijarên jin, zarok, aborî, civakî û çandî ji goşeyên cuda ve bibin mijara lêkolînê. Ev karê hevbeş dê di encamên lêkolînan de jî diyar bibe, ku tîmên ji çend welatan dê tê de beşdar bibin da ku lêkolînên hevpar li ser astengiyên herêmî bêne kirin û pêşniyarên kêrhatî ji bo civak û biryardaran derkevin. Jineolojî tenê bi mijarên kevneşopî re sînordar nemîne, berê xwe bide dosyayên nû yên ku ji ber guherînên siyasî û teknolojîk derketine holê, da ku xwendineke zanistî û berfireh ji bo pirsgirêkên civakên Erebî pêşkêş bike.”
Umniye Reşad diyar kir ku navend, ji bo çêkirina lêkolînan li ser wêneyê jinê li Rojhilata Navîn, rewşa jinan a di herêmên pevçûnan de û mijarên parastina zarokan ji metarsiyên teknolojiyê û hişê çêkirî (AI), amadekariyê dike.
Nêzîkbûnên nû ku ji lêkolînên kevneşopî derbas dibin
Navend hewl dide ku goşeyên nû yên lêkolînê pêşkêş bike ku dergehan li ber nîqaşkirina mijarên jinan ji perspektîfên cuda vedike yek ji wan girêdana di navbera zanistên mirovî, civakî û fikrî de ye. Umniye Reşad tekez kir ku yek ji tiştên herî balkêş a di Jineolojî de, baldariya li ser mijarên wekî "Jin di Felsefeyê de" ye û wiha got: “Ev wekî qadeke lêkolînê bala gelek saziyan nekişandibû. Ev yek derfetê dide navendê ku zêdehiyeke zanistî ya cuda pêşkêş bike.”
Qada diyalogê û avakirina şiyanê
Navend organîzekirina çalakiyên zanistî û çandî dike nava pêşengiyên xwe da ku ezmûn di navbera lêkolîneran de bên guherandin. Umniye Reşad ragihand ku di 6 mehên pêş me de, ligel semînerên li ser mijarên ragihandin, siyasî, aborî û civakî, dê planeke berfireh ji komxebatên perwerdeyî ji bo xwendekar û lêkolîneran a li Rojhilata Navîn pêk bê anîn.
Navend dixwaze modela lêkolînê ya nû ava bike ku ne tenê astengiyan tomar dike, lê belê nêzîkbûn û pêşniyarên kiryarî pêşkêş dike. Ji bo ku rola zanînê di piştgirîkirina siyasetên giştî de xurt bike û dergehên firehtir li ber hêzdarkirina jinê û avakirina civakên dadperwer li Misrê û herêmê veke.