‘Min li ser cenazê hevjînê xwe soza parastina zarokên xwe da’

Qîmet Unver a hevjînê wê li gel du birayên xwe li ber çavên wê hatin qetilkirin, soza ku daye hevjînê xwe pêk tîne û di şert û mercên herî zehmet de zarokên xwe mezin dike.

Qîmet Unver a hevjînê wê li gel du birayên xwe li ber çavên wê hatin qetilkirin,  soza ku daye hevjînê xwe pêk tîne û di şert û mercên herî zehmet de zarokên xwe mezin dike. 
HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Gundê Kaligê, yek ji gundên Qilebana Şirnexê ye. Ev gund bi xwe gundek biçuk û di navbera du çiyayan de ye mirovên li wê dijîn hema bêje hemû mirovên hev in. Ji ber ku gundek di navbera çiyayan de ye ji aliyê xwezayî ve gelek bi berhem û xweş e, kesên ku li vî gundî dijiyan, debara xwe bi karê xwedîkirina ajalan û baxçevaniyê dikirin. Ew gund jî wekî gundên din ên herêma Botanê di salên 90’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye valakirin û mirovên wê ji neçarî belav bûne hinek ji wan berê xwe dane penebariya ber bi Başûrê Kurdistanê ve, hinek ji wan jî berê xwe dane bajarên Tirkiyeyê. Piştî çend salan gundiyên koçî aliyê Tirkiyeyê bûbûn, careke din vegeriyan gundê xwe û hinek ji wan li gundê xwe xaniyên biçuk çêkirine. Yên ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne jî bi hesreta gundê xwe li wargeha penabera a Mexmûrê dijîn.
Yek ji wan jinan jî jina bi navê Qîmet Unver e ku li taxa çaran a Waregeha Penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê yê Îraqê dijî. Ew dayika 4 zarokane û li gel kurê xwe yê mezin dijî. Heta niha jî soza ku daye hevjînê xwe bi cih tîne.
‘Wan salan tenê zarokên kur dixwendin’
Qîmet dema behsa rabirdûya xwe dike dibêje ku ew biçûk bûne fam nedikirin ku bêjin dixwazin bixwînin û li dijî wê zîhniyeta nexwendina zarokên keç derbikevin û wiha behsa zarokatiya xwe û wan rojan dike: “Li gundê Kalhesinan hatime dinê û mezin bûme. Gundê me hemû mirovên hev bûn. Di malbatê de em çar xwişk û sê bira ne,me zarokatiyek asayî û bi dilê xwe derbas kir. Malbata me jî weki her malbata li gund ajalan xwedî dikir. Di wan deman de tenê zarokên kur dixwendin, zarokên keç nedidan xwendin. Ji ber ku temenê me biçûk bû me fêm nedikir.” 
 ‘Di temenê 22 salî de ez bûm dayika 4 zarokan’
Qîmet diyar dike ku ruxmê nexwestiye bizewice jî malbatê bi zorê ew zewicandine û wiha behsa wan rojan dike: “Heta 15 saliya xwe jiyana min di nava karên gund de derbas bû. 15 salî bûm pêguhera birayê xwe. Bavê min û bavê hevjînê min hevalên hev bûn. Ji ber temenê min biçûk bû min nedixwest bizewicim. Gundê hevjînê min ji gundê me dûr bû, dema ku ji bo nîşaniyê hatin mala me, malbata hevjînê min xwest hema yekser min bibin, bavê min jî qebûl kir. Min nedixwest zû biçim lê wana gotin em ê te niha bibin, ji bo neçim reviyam, di nava wan de zilamek mezin hebû hat got, ‘wisa neke em evqas kes hatine te bibin çima direvî.’ Min careke din guh neda, dawiyê ez dan pişta xwe û birin, malbata wana malbatek gelek baş bûn, gundî hemû baş bûn bi taybetî jî gelek ji min re baş bûn. Piştî zewaca min, ji ber gundê wan ji yê me dûrtir bû ez li gundekî biyanî bûm. Di temanê 16 salî de bûm dayik. Di temenê 22 salî de bûm dayika 4 zarokan, ji ber temenê min biçûk bû ez jî bi zorokên xwe re mezin bûm. Her çiqas jiyana gund zehmet bû jî ez di nava gund û malbatê de gelek dihatim hezkirin. Çiqas dihatim hezkirin jî di temenek biçûk de zewicandin ji bo min gelek zehmet bû.” 
‘Hevjînê min li ber çavên min bi du birayên xwe ve qetil kirin’
Qîmeta ku hevjinê wê û du birayên hevjînê wê li ber çavên wê hatin qetilkirin, dibêje ku wê li cihê bûyerê soz daye heta dawiyê zarokên xwe xwedî bike û wiha qala wan kêliyan kir: “Dema em ji Şirnexê di demjimêr yekê nîvro de vedigeriyan gundê xwe, ji qereqola Besta ya diket ser rê leşkerên Tirkan hemû rê li me girtin û gule li seyareya me barandin. Di seyareyê de hevjînê min û du tiyên min jî hebûn ez tenê sax mam li ser her sê cenazeyan. Hevjînê min bi vî awayî li ber çavên min bi du birayên xwe re qetil kirin. Di vê êrîşê de ez tenê mam, ez jî ji lingê xwe birîndar bûm. Tiştek bi keça min nebû ji ber ku li ser çokên mamê xwe bû. ji ber ku zaroka min nû çêbûbû ez nexweş bûm. Bi awayek hovane êrîşî me kirin, ez tu carî vê hovîtiyê ji bîr nakim. Piştî bûyerê ez sê rojan neçûm nexweşxaneyê gule di lingê min de ma, herî dawî malbatê ez birim nexweşxaneyê û lingê min emeliyat kirin. Hefteyek berê hevjînê min hîskiribû dê tiştek wiha bê serê me. Bi min dida hîskirin ku ev rojên wi yên dawiyê ne. Min jî digot ev çi gotin in tu dibêjî hema piştî hefteyekê ew bûyer çêbû. Min li wê derê soz da ku ez zarokên xwe xwedî bikim û piştî hingê jî me gelek zorî kişandin heta min zarokên xwe mezin kirin. Gelek caran bi şev min ew zarok birçî razandin, gelek caran pêxas man di riyên penaberiyê de lê belê careke din li gel ewqas zoriyan jî bi alîkariya xizmên me, min ew zarok mezin kirin.”