Zêdebûna êrîşan û domdariya koçberiyê

Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên sala 2019’an ser Girê Spî û Serêkaniyê bi hezaran malbat ji cih û warên xwe koçber bûn. Yek ji wan jî Yazî Ehmed a dayika şeş zarokane û niha tevî zarokên xwe di dibistanê de dijî ye.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Dayika şeş zarokan Yazî Ehmed a ji pêkhateya Ereb, li Kantona Hesekê mezin bûye û di sala 1996'an de zewiciye û li gundê Menacîr yê dikeve başûrê Kantona Hesekê dijiyan niha jî koçbere û di dibistanek a taxa Mifti ya bajarê Hesekê de dimîne. Di despêka şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kurê wê yê mezin tevlî Yekîniyên Parastina Gel (YPG)'ê dibe û di sala 2017'an de, di şerê li dijî çeteyên DAİŞ'ê de li Reqayê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber êrîşên çeteyên DAİŞ'ê û komên girêdayî wê gelek caran rastî koçberiyê hatine. Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên herî dawî ku di 9'ê cotmeha 2019'an de li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî rû da, mala hemû şêneyan talankirin û hilweşandin. Yazî jî para xwe ji vê êşê girt, çeteyan hemû tiştên wê dizîn û mala wê hilweşandin. Keda bi salan di kêliyekê de wêrankirin. Ji ber êrîşan koçber bûn û tevî zarokên xwe li dibistanên Kantona Hesekê dimînin. 
‘Agir bi mala min xistin’
Yazî Ehmed tiştên dewleta Tirk û komên girêdayî wê ku bi ser mal û milkên wan de hatine wiha anî ziman: "Em pênc rojan di bin top û balafiran de man, lê dema çete nêzî me bû ji tirsa me hemû tişt li peyî xwe hişt. Dema çete derbasî gund bûn hemû amûrên me yên malê talan kirin. cîranên me yên wê demê mala min dîtibûn paşê ji min re qala xêniyê min kir. Koma çeteyan a yekê hemû amûrên malê dizîn û agir avêtibûn xanî, koma piştî wê 20 rojan di xaniyê me de mabûn piştî derketin jî amûrên mabû dizîn û motorê bitir jî birin. Dîwarê hewşê yê ma bû ew jî hilweşandin."
Yazî diyar kir ku ji ber sedema êrîşên çeteyên DAİŞ'ê gelek caran koçber bûne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Sedema êrîşên çeteyên DAİŞ'ê û ku li ser gundê me Menacîr dikirin, hiştin ku em gelek caran ber bi pêla koçberiyê ve biçin. Cara yekem çeteyên DAİŞ erebeyek xwe di nava gund de teqand û êrîşî me kirin, wê demê em despêkê koçberî Sifoh bûn û piştre jî çûn Serêkaniyê. Êrîşên çeteyan ranewestiya, careke din êrîşî gund kirin em koç bûn û heya heyvekê em li Hesekê man. Cara sêyem jî em çûn Til Temir, cara çaran em li gundê Qehtaniyê yê dikeve Bakurê bajarê Hesekê li mala xuşka xwe mam. Lê di van êrîşên dawî yên Serêkaniyê de, çeteyan êrîşên herî hov bi ser me de anî, hemû malên me talan û wêran kirin. Niha jî ez û zarokên xwe di dibistanan de dimînin. Mala min talan û wêran kirin, niha tiştekî min nema. Ewqas ked min da ji bo xaniyê xwe temam bikin û kêmî tişkî nehêlim, di deqeyekê de xaniyê min hilweşandin. Êdî nema dikarim xaniyekî din çêkin Em nema zanin emê berê xwe bi ku derê vekin."
‘Kurê min ji bo parastina ax û rometa xwe çu’
Yazî bilêv kir ku kurê wê ji bo parastina ax û rometa xwe tevlî nava YPG’ê bûye û wiha pêde çu: "Çeteyên DAİŞ ji hemû şêneyên gundê me bêzarin, dibêjin'Gundê Ereban e çima tevlî pirojeya Netewa Demokrat bûne’ û li dijî me şer dikin. Kurê min tevlî nava YPG’ê bû ji bo ax û rûmeta xwe ji hovîtî û gemara wan biparêz e. Ne ji YPG'ê ba niha ji zûde DAİŞ malên me bi ser serê me de hilweşandibûn. Em ereb û kurd yekin dema kurê min şehîd ket girêdana min bi kurdan re mezintir bû. Di van êrîşên dawî yê ser gundê me de çete tenê malbatê şehîdan ceza dikin û hemû malên wan agir pê dixe."