Megribî serpêkhatiyên xwe vedibêjin

Tevî pêşveçûn û zanîna civaka megribî, hevkariya jinan a di ragihandin û qadên siyasî û berpirsyariyê de û bangawaziya komeleyên mafan ji bo pêkanîna wekheviya zayendî jî mixabin hîn kevneşopî hene ku bi çavek cuda li jinên berdayî dinêrin.

Tevî pêşveçûn û zanîna civaka megribî, hevkariya jinan a di ragihandin û qadên siyasî û berpirsyariyê de û bangawaziya komeleyên mafan ji bo pêkanîna wekheviya zayendî jî mixabin hîn kevneşopî hene ku bi çavek cuda  li jinên berdayî dinêrin. 
HENEN HARÎT
Megrib – Di civakên Rojhilata Navîn de, ger jinek hatibe berdan bi çavekî neyînî, yan jî bermaliya ku jiyana zewacê neparastibe, tê nihêrîn û wekî gunehkarek tê dîtin. Her wiha di civaka misilman de tê zanîn ku "Karê ku Xweda jê nerazî ye hevberdana jin û mêran e. " Tevî ku êş û janên ku jinên berdayî kişandine ji aliyê zilamên xwe ve û hemû hêviyên jiyana xwe winda kirine jî; jin ji ber berdanê tên tewanbarkirin.
Li ser vê mijarê ajansa me bi jinên berdayî re hevdîtin kir, li jan û êşên ku di dilê wan de bi cih bûne guhdarî kir. Xemgîniya wan jinan mixabin ne ji ber berdanê, ji ber ku  nêrîna civakê wan tewanbar dike lê ji mêran rewa dibîne bû.
Leke
Semîre Al-ramî, ya 35 salî bi êşa ku dilê wê disincirîne dibêje; "Tevî pêşketinên ku di warê mafên jinan de li Megribê çêbûne jî mixabin hê gel bi çavekî gunehkar û şerm li jinên berdayî dinêre, weke ku şermek ji malbatê be dinirxînin."
Bêdengiyek kûr ew bir, bêhneke kûr kişand û wekî ku hemû êş û birînên xwe bi carekê derman bike bêdeng bû. Ew ji ber tenêtiya nava civakê û nefreta malbatê ya ji ber berdana wê bêdeng bûbû. Piştî demek wê bêdengiya xwe şikand û wiha got: "Min nedixwast berdanê hilbijêrim lê xemsariya hevjînê min ez mecbûr kirim. Heyvek piştî zewaca me hêdî hêdî ji berpirsyariyên malê xwe dûr kir, kirêya malê, av û kehrebê nedida. Digot pereyê wî têr nake. Min biryar girt ku pê re alîkariyê bikim. Ez jî xebitîm êdî wî tenê mafê xwarin û vexwarinê dida.”
‘Dema bi derewên wî hesiyam, êşa min zêdetirbû’
Semîra gotina xwe wiha domand; "Bi vî awayî şeş heyv domiya, heya rojekê hat ji min re got ku kargehê lê dixebite nema wan qebûl dike û wê hemû karkeran ji kar derbixin, ew jî mecbûr in li hemberî vê bertekek bi rûniştina li pêş kargehê protesto bikin. Min jê bawer kir û dilê wî rihet kir ku ez ê berpirsiyariyên malê hildim ser milên xwe heta ku karê xwe safî dike. Êşa min hîn zêdetir bû dema ez bi derewên wî hesiyam. Min salek bi derewên wî re jiyana xwe borandibû. Min dît ku çawa bi çavekî biçûk li min dinêre. Min ji bo lêçûna malê alîkarî dida wî lê wî tenê ji bo bi hevalê xwe re dema xwe li qehwexaneyan derbas bike xerc dikir. Rojekê dema min cilên wê dişûşt, di berikên wî de min karta bankayê dît, diyar bû ku her meh pereyê xwe digre. Min jê pirsî û xwest îzah bike.”
Dema semîra dixwaze sedema vê derewê bizanibe bersivek wiha dide: “Tu jineke ehmeq î, her tiştê ku ez ji te re dibêjim bawer dikî, lêkolîn nakî. Semîra jî jê re dibêje bawerî û parastina male ehmeqî ye, hîsa alîkariyê ehmeqî ye. Ji ber ku ez baş dizanibûm hîsa windabûna kar çawa ye, min hemû lêçûna malê girt ser milên xwe." 
‘Çima te pere ji min digirt?’
Semîra gotinên bênavber berdewam dike û wiha didomîne "Min jê pirsî tiştên te li ser pirsgirêka xwe ji min re gotin; hemû derew bûn, çima te pere ji min digirt? Wî got ‘însiyatîf a te bû û kesê ku girtina pere red bike ehmeq e, min jê re got te çi bi wan pereyan dikir? Serê xwe hejand û got ez evîndarê keçekê bûm, piştî zewaca me, li ser malperên civakî min ew nas kir, hemû wexta xwe pê re derbas dikim.’ Wê kêliyê tenê hestên poşmamî, êş û birînan ez birim û heya sibehê ez giriyam. Min ji xwe re got ka wê çawa be jiyana min ez ê çi bikim?
Sibehê ez çûm mala bavê xwe û min ji dayika xwe re qala bûyerê kir. Min jê re got ku ez ê doza berdanê bikim lê dayika min nerazîbûna xwe anî ziman û got ‘hişê xwe bîne serê xwe, di malbata me de kesên berdayî tune ne, min got ji bo nêrîna civakê ez bi zilamekî ku derew û îxanetê li min dike re najîm, nikarim tehemul bikim, ez ê doza berdanê bikim. “
Dema dayika min israra min a hevberdanê dît got; “Di serî de em ji malbatê re nabêjin û em ê bêjin ku hevjînê te çûye seferê, heta demekê ka em ê çawa bikin." Min serlêdan kir. Hevjînê min nehat dadgehê lê dadger biryara berdanê da. 
Semîra wiha domand:  "Piştî ku her kes bi berdanê hesiya, jiyana min zehmetir bû, çûnhatina kar, zehmet bû, bi deqeyan jî nikaribûm bisekinim, serdana hevalên min qedexe bû. Niha dixebitim û rojên betalaneyan li malê dimînim." 
Semîra êşa xwe wiha anî ziman:  “Têkiliya min bi dê û bavê min re bi carekê guherî, psîkolojiya min xirabtir bû. Min digot dê çawa civak qebûl bike, heya hevalên min ên kar nizanin ku berdayî me, ji bo vê jî tenêtiyê dijîm di nava malbata xwe de.
 Siya zilamekî ne ya dîwarekî
Gelek gotine ku di nav civakan de belav bûne wekî şîretan in û hîn jî wek şûr û xencer in.
Reşîde bil Mensûr a 20 salî çîroka berdana xwe û bandora psîkolojîk a lê kiriye ji me re wiha dibêje;" Ez ji malbatek kevneperest im, zewaca min teqlîdî bû, hevjînê min 12 salan ji min mezintir bû. Dema ducanî bûm, hêdî hêdî pirsgirêk mezin bûn, gelek gotinên bi êş ji min re digot. Min nikaribû karên malê bikira. Wî poşmamiya xwe ya ji ber zewaca bi min re anî ziman." 
Reşîde piştî ku dibîne tehemulê heqaret û lêdanê nake, biryara berdanê digre. Reşîde li ser wê biryarê wiha dibêje; "Bavê min li dijî fikira berdanê bû, min guh nedayê, piştî welidandinê, wî xwest min vegerîne malê lê min ev yek red kir û qebul nekir. Malbata min jî israr kir, wê demê min hîs kir ku nema min di nav malbatê de qebûl dikin. Li gorî nêrîna wan min nikaribû mala xwe biparasta.”
Ruxmî nêrîna civakê ya li jinên berdayî ku wekî lekeyek ji malbatê re tê dîtin, hewldana jinan a berdanê, ji ber sedemên girîng her dem heye.
Nayên bexşandin
Rîhab Riyahî ya 33 salî dibêje: "Civaka megribî mixabin bi çavekî kêm namûsî û şermê li jinên berdayî dinêrin. Dibin sedem ku jin di rewşek psîkolojîk a xirab de bimînin û vê yekê guneh hîs bikin. Ez naxwazim azmûna ku tê re derbas bûm vebêjim, ji ber ku min difetisîne, piştî 5 salan min berdan wekî çareya herî dawi dît. Zarokekî min jî heye. Piştî berdana min hevala min a herî nêzîk ji min re got nema bê vir ji bo mêrê min, mixabin civaka me bi çavekî zayendî li jinên berdayî dinêre.
Zehmetiyên piştî zewacê
Safai Hemrî ya 40 salî ya dayika sê zarokan e dibêje ku şer piştî berdanê dest pê dike, li hemberî nêrînên civakî yên bi êş, ruxmî bangewaziyên wan ji mafên jinan re  berdan wekî guneh tê dîtin, ketina wan a kar bi têkiliyên zayendî guncaw dibe ango te wekî kesekî ku bi hêsanî dikarin bi te re têkiliyên zayendî daynin dibînin.
Safai bi hêrs axaftina xwe wiha didomîne: "Tu bawer dikî ku hevalê min ê kar têkiliya cinsî ji min xwest, dema min red kir got ku ma qey wê çi bibe tu berdayî yî. "
Piştgiriya malbatê girîng e
Piştgiriya malbatê ji jinan re gelek pêwîst e. Semîra û Fatme û Sefai û Reşîde ji ber zîhniyeta civakê zehmetiyan dikşînin. Delîde Al-qadirî dibêje; "Piştî zewaca min a du salan û zarok jî çênebûn her wiha cudahiya zîhnî ya di navbera me de min biryara berdanê da. Helbet malbatê alîkariya min kir heya min ev rewş derbas kir. Niha  vegeriyame jiyana xwe û nêrîna civakê ji min re ne xem e, bawerî û alîkariya malbatê hêzê dide min.”
Rebîe Al-yequbÎ bi serbilindî dibêjie; "Jiyana min piştî berdanê, baştir bû, malbata min piştgirî da û got jiyan tenê li cem zilamekî nîn e û helbet min di nava xwe de baş pêşwazî kirin, ev jî enerjî û baweriya min hîn xurtir kir û xebatên xwe de bi baweriyek mezin didomînim. Min gelek spasnamene wergirtine û dest bi projeyek taybet kiriye. 
Rebîe, got ku ger ne ji piştgiriya malbatê bûya wê rewş dijwar bûya û ji ber nêrîna civakê ya jinên berdayî weke gunehkar dibînin ez biêşiyama.
Di salê de 100 doz
Li gorî rapora ku ji hêla Tora Megribî ve hatiye weşandin, li Megribê nêzî 100 dozên berdanê didomin, nêzî 8333 doz di heyvekê de û 277 doz rojane, her wiha 11,5 doz di seatekê de tên dîtin.
Tê diyarkirin ku li bajarê Dar El-beyda, ji sedî 97 dozên berdanê di sala 2020’an de vebûne. Her wiha dadgeha civakî ya Dar Al-beydai di 20’ê Çileya 2021’an de gihîştiye 15956’an.
Her wiha di dema pandemiya Coronayê de nêzî 115 giliyên ji male, ji hêla mêr û jinan ve hatine kirin.
Ji ber pandemiya Covîd 19 ya ku di Adara 2020’an li hemû cîhanê belav bû, pêşxistina hin dozan ji hêla dadgehê ve hatibû rawestandin lê dadgehê da aşkerakirin ku ji sedî 99,3 berdana lihevkirî bû, lê belê 5394 doz di sala borî de bû, 65 doz jî bi lihevhatinê bû ango bi giştî 10119 doz hebûn.
Li gorî rapora bajarê Dar Albeydai, ji sedî sed dosyayên berdana lihevkirî tenê li bajarê Dar Albyeda, ji ber hêsankirina her du aliyan û lihevkirina wan li ser bendên berdanê bû lewre dosya bi lez derbas dibin.
Di heman demê de hat ragihandin ku li ser malperên civakî (facebook) ku piranî daxwazên berdanê ji hêla jinan ve tên şandin nîşan dide ku birpirsyarî jin bi tenê radikin, her wiha hin
aliyan jî berpirsyarî da ser her du aliyan. Ji ber ku nikarin berpirsyariya malbatê rakin ji rêjeya zewacê zedetir, berdan bûye du qat, sal bi sal ev yek zêdetir dibe.
Hesen Bil Mihdî yê 50 salî teqez kir ku nêrîna hin megribiyan li jinên berdayî xirab e wan sûcdar dibînin û wekî kesên bûne sedema xerabûna malê tên dîtin, ango nikarin mal û mêrê xwe biparêzin, heta gotina berdayî şerm tê dîtin. Her wiha li aliyê din hin mêr hene jinên berdayî weke nêçîrek hêsan dibînin û ji bo têkiliyên zayendî qebûl bikin, zorê li wan dikin.
 Qebûlkirin û dilovanî
Çalakgera mafan û Seroka Komeleya Yekitiya Karûbarên jinan Ayşe Lixemas diyar kir ku nêrîna civakê li jinên berdayî ber bi guhertinê ve çûye. Piştî ku maf hatiye dayîn bê nakokî doza berdanê bike, ev yek wekî yek ji mafên wê tê pejirandin êdî.
Ayşe Lixemas bi daxuyaniyekê ji ajansa me re şîrove kir ku ji ber pêşketina xwendin û kar, ji jinan re êdî maf heye ku biryara hilbijartina zewac û berdanê bi xwe bidin û qebûlkirina wan wekî jineke berdayî di nava civakê de erênî tê dîtin lê dema qala wan jinan dikin bi gotina "belangaz" tên binavkirin ango gunehê wan bi wan tê, ji ber ku bê mêr e, ev jî bandoreke neyînî li ser psîkolojiya wê dike.
Li ser guhertina vê nêrîna civakî Ayşe Lixemas wiha domand: "Guhertina van nêrînan tenê di warê zihnî de ne bes e divê di şêwaza jiyanê de guhertinek çêbibe ango bi hurmet, hezkirin, rêzdarî ji kesayeta wan re bê nîşandan ger berdayî be yan jî zewicî be, ew jî xwedî maf e ku wekî her ferda ji civakê divê cihê rêzdariyê be.
Nakokiyên civakî
Di daxuyaniya civaknas Alî Şaibanî ya ji ajansa me re diyar dibe ku li Megribê du kategorî hene, yek kesên piştgiriyê didin jinên berdayî û wekî mafek rewa dibînin, ya din jî vê biryarê red dikin û qet qebûl nakin. Ev jî wekî diyalogeke pir mezin di nava civakê de tê dîtin. Ev jî li çanda nûjen vedigere ku piştgiriya mafan, bi taybetî mafên jinan dikin her wiha beşdariya wan a di warê aborî, civakî, çandî û siyasî de rewa dibînin.
Alî gotinên xwe wiha domand: "Kesên li jinên berdayî, karmend, xwendevan an jinebî nanêrin hene. Bêhtir li rola wan a cîvakî dinêrin, ev presîbên ku rewşenbîr, komele, rêxistinên herêmî û neteweyî jinan wekî çalakgerên bingehîn ên civakî dinirxînin hene.”
Her wiha Alî diyar kir ku berdan li gel van kategoriyan ku yek ji doza wan e û ew xwedî biryar in tê dîtin her wiha rola wê di nava civakê de nayê guhertin. Ev nêrîn bi taybetî di nav ciwanên rewşenbîr û zana de belav e.
Li gorî nêrîna kesên hîn li ser kevneşopî û edetên civakî yên kevn dimeşin helbet dijberî heye, ew rola jinan di çarçoveyek teng de dibînin ku zilam û mala wê hebe û berdana wê bi çavekî xirab dibînin. Wekî ku ji nirxên civakî dûr ketibe û gelek pirsgirêkan bi xwe re derxe dibînin. Her  wiha sûcdara wê jî her tim jin e û zilam jî mafdar e.