Tişta ku dixwaze tenê edalet e

Selahedîn Akbulut di sala 1995’an de, li gundê Kerxa Zirka yê Bismilê girtin bin çavan û siwarê torosek spî kirin birin. Piştî salek cenazeyê wî yê ku îşkence lê hatibû kirin hat dîtin û heya niha jî kujerên wî nehatine dîtin. Keça wî Hande Ozalp got; “Me ji bo bavê xwe serî li gelek cihan da lê me tu encam negirt. Hem ji bo bavê min, hem jî ji bo kesên din hatine qetilkirin em edaletê dixwazin”

Amed- “Xizmên windahiyan” ku her roja Şemiyê tên gel hev bi salan e lêgerîna wan a ji bo edaletê berdewam dike. yek ji wan malbatên ku edaletê dixwazin malbata Selahedin Akbulut e. Akbulutê ku di sala 1935’an de ji dayik bûye, zewicî û bavê 11 zarokan e. Bi salan, li hemberî zilm û zordariya cerdevanan li ber xwe daye, ji ber wê gelek caran xistine bin çavan û gefên mirine lê xwarine. Leşkeran di 21'ê Hezîrana 1995'an de avêtin ser gundê Kerxa Zirka yê Bismila Amedê ku Akbulut û malbata wî lê diman. Di vê navberê de, Akbulut ji hêla 5 kesên ku bi wesayîda spî ya torosê hatin gund bi gotinên " li qereqolê îfadeya wî heye" bi zorê birin. Piştre malbat diçe qereqolê lê bersiva "li gel me nîn e" digirin.
Şopên îşkence û guleyan
Akbulutê ku piştî hat binçavkirin salek agahî jê nehat girtin, piştî telefona ku ji qereqola polîsan ku lê hatibû girtin tê cenazeyê wî tê dîtin. Karbidestekî ku naxwaze navê xwe bide dibêje cenazeyê Akbulut li cihekî 35 kîlometre dûrî gund de hatiye veşartin. 
Endamên malbatê, yên ku piştî telefonê diçin cihê bûyerê, di 26’ê Sibata 1996’an de cenazeyê Akbulut ê ku şopên îşkenceya giran lê hebû û gule lê ketibûn gulebarankirin, di nava xweliya çemê gundê Goma yê Bismilê de hat dîtin.
"Cerdevanî hat ferzkirin" 
Hande Ozalp a 60 salî dibejê piştî ku bavê wê hat qetilkirin zextên cerdevaniyê berdewam kirin û diyar dike ku bi  malbatî neçarî êşkenceya leşkeran mane ji ber wê jî ji welatê xwe hatine sirgûnkirin. Ozalp bi van gotinan tiştên hatine jiyîn tine ziman: “Kesê ji me cerdevanî qebûl nedikir. Gelek caran bi ser mala me de girtin û bavê min berî ku were qetilkirin çar caran hat binçavkirin û îşkencekirin. Wextê ku hat binçavkirin, sê mehan di Girtîgeha Amedê de ma. Piştî ku hat berdan hefteyek şûnde, careke din girtin ser mala me. Di vê serdagirtinê de îşkence li me hemûyan kirin. Di wê îşkenceyê de, wan ceyran dan min. Mil û tiliyên min ji ber elektrîka ku dan teqiyan. Em piştî vê îşkenceyê serbest hatin berdan lê ez çar hefte hatim dermankirin.”
“Me serî li dadgehê da lê tu encam negirt”
Ozalp diyar kir ku dema ku bavê wê xistin nava wesaîda spî a torosê qîriya got; "Ew ê min bikujin" û got "Piştî ku bavê min hat binçavkirin, me serî li her derê da lê me tu bersiv negirt. Em gelek caran çûn qereqolê lê wan her dem berdewam digotin ku wî nedîtine û ne di binçavan de ye. Salek piştî ku bavê min hat binçavkirin, wan ji qereqolê gazî me kirin. Kesekî ku xwe wekî sercerdevan nîşan dida cihê gora bavê min got. Dema ku em çûn cihê ji me re gotin, me cenaze dît. Piştî dîtina cenaze, me serî li dadgehan da lê kesî tiştek nekir.”
Tenê dixwaze edalet bi cih were 
Ozalpa dibejê piştî ku bavê wê hatiye kuştin, gundê wan ji hêla leşkeran ve hatiye serûbinkirin û şewitandin û ew neçar man ku di nav rojekê de ji gundê xwe koç bikin. Ozalp destnîşan kir ku piştî salan ew careke din vegeriyane gund û xaniyên xwe ji nû ve ava kirine. Ozalp herî dawî daxwaz kir ku ji bo bavê wê û hemû kesên hatine qetilkirin edalet pêk were.