Maryam Belala: Kesên ku ji tundiyê rizgar bûne nayên parastin

Maryam Belala diyar kir ku Navenda Jinan li Şedayê tekane navenda pêşwazîkirina jinên mexdûrên şîdetê ye û komeleya wê tenê parastina jinên ku diçin navendê pêk tîne û wiha domand: "Tevî zêdebûna hejmara jinên ku her roj rastî şîdetê tên jî tu mekanîzmayên parastinê û ne jî însiyatîfên ji bo parastina jinên di şert û mercên zehmet de dijîn tune ne.”

Maryam Belala diyar kir ku Navenda Jinan li Şedayê tekane navenda pêşwazîkirina jinên mexdûrên şîdetê ye û komeleya wê tenê parastina jinên ku diçin navendê pêk tîne û wiha domand: "Tevî zêdebûna hejmara jinên ku her roj rastî şîdetê tên jî tu mekanîzmayên parastinê û ne jî însiyatîfên ji bo parastina jinên di şert û mercên zehmet de dijîn tune ne."
NECWA RAHIM
Cezayîr- Seroka Navenda Jinan a Şedayê Maryam Belala banga parastina jinan ji tundiyê di beşên cuda de kir û xwest ku tedbîrên parastinê bên girtin û piştgiriya derûnî û hevrêtiya civakî bê dayîn.
Tevî ku dewlet ji pênc salan zêdetir e ji bo parastina jinan ji şîdetê qanûn derxistiye jî hejmar û amar zêde dibin. Di 9 mehên ewil ên sala 2021’ê de leşker û polîsan 743 hezar û 17 bûyerên şîdet û kuştinê tomar kirin. Leşkerên Neteweyî jî 12 hezar û 331 halet tomar kirin û 5 hezar û 412 jî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Neteweyî ve hatine tomarkirin.
Têkildarî rêjeya zêde ya mexdûrên şîdetê, Seroka Navenda Jinan a Şedayê Maryam Belala ji ajansa me re axivî û got: "Tevî qanûna ku tundiya li ser jinan sûcdar dike jî jinên mexdûrên tundiyê ji destdirêjkaran nayên parastin.
"Ne mekanîzmayên parastinê ne jî însiyatîfên ji bo parastinê hene"
Her wiha bal kişand ku tundûtûjî niha ji berê bêtir eşkere tê kirin, ji ber ku mirov li ser wê diaxivin kê di dema borî de ew yek ji tabûyan bû, çi di nav malbatê de, çi di sazî û dezgehan de, çi di pêkhateyên perwerdekirinê de.
Maryam Belala diyar kir ku Navenda Jinan li Şedayê tekane navenda pêşwazîkirina jinên mexdûrên şîdetê ye û komeleya wê tenê parastina jinên ku diçin navendê pêk tîne û wiha domand: "Tevî zêdebûna hejmara jinên ku her roj rastî şîdetê tên jî tu mekanîzmayên parastinê û ne jî însiyatîfên ji bo parastina jinên di şert û mercên zehmet de dijîn tune ne."
"Gelek jin bi cesaret giliya şîdeta li wan hatiye kirin dikin"
Der barê rola navenda hewandina jinan de got: "Bi riya telefonên ku ji aliyê mexdûran ve hatine kirin her wiha peyamên ku li ser malpera fermî ya navendê dihatin girtin me zêdebûna di rêjeya tundiyê de dît. Gelek jin wêrek in û bi cesaret radigihînin ku rastî şîdeta malbatî yan civakî yan jî destdirêjiyên din hatine. Ew jinên ku agahî didin, parastina têr nabînin ku wan wan ji destdirêjkeran rizgar bikin."
Maryam Belala got ku navend ne tenê bi vehewandina jinên mexdûran li cihê rûniştina wan sînordar e her wiha ji gelek dewletan jî mexdûran vediguhêze û wih pê de çû: "Gelek jin ji dewletên din tên ku giliyê destdirêjkerên xwe bikin, nemaze piştî ku giliyê wan li cihê rûniştina wan ji hêla servîsên polîsan ve tên girtin ku îdia dikin gefa kuştinê û rûbirûbûna hin şêwazên tundûtûjiyê ne behaneyek têr e ji bo gilî bike. Ev yek me poşman dike ku em nikarin li her eyaleta welat amade bin."
"Daxwaza vegerandina jinek ji bo mala wê, tê wateya kuştina wê"
 Em nikarin ji jinekê bixwazin ku vegere mala hevserê xwe lewre ev tê wê wateyê ku dê di demek de ji hêla hevserê xwe yê destdirêjkar ve were kuştin. Pirsgirêk di vir de ye gelo ew dikare biçe ku derê ji bo jiyana xwe xilas bike yan xwe ji tundûtûjiya ku jê dikşîne biparêze? Çawa dikare here û li dadgehê bi êrîşkarê xwe re rû bi rû bimîne. 
Maryam Belala tirsa xwe, weke rêvebera navendeke pêşwaziya jinên qurbaniyên ji ber tundiyê, ji hin gef û heqaretan anî ziman ku endamên navendê rastî destdirêjiyan tên di encama pêşwazîkirin û xwedîderketina li jinên şîdetê dîtine de û wiha got: "Ger parastin û piştgirî ji mexdûrên tundûtûjiyê re neyê dayîn, ne mimkûn e ku pêşve biçin. Gelek xal û şax hene ku divê ji nû ve bên xebitandin, nemaze der barê avakirina navendên ji bo pêşwazîkirin û lênihêrîna jin û keçên qurbaniyên tundiya cinsî û rewşên awarte de."
"Li Cezayîrê di navbera 2002-2021’ê de gelk jin ji aliyê bav, bira an jî hevjîn ve hatine kuştin "
Her wiha destnîşan kir ku şîdeta bi hemû şêweyên wê ku jin bi salan e tûşî wê bûne, piştî belavbûna pandemiya koronayê zêde bûye lewma şîdeta nava malê di rêza yekem de di nav cureyên şîdetê de cih digre. Li gorî amarên herî dawî yên ku ji aliyê Vismined Cezayîrê ve di navbera sala 2020-2021’ê de hatiye şopandin, zêdetirî 80 jin ji aliyê endamên malbatê,"bav, bira, mêr" ve hatine kuştin.  Wê teqez kir ku her kesê di veşartina tawanê de beşdar bûye, di komîsyona wê de hevkar tê dîtin û bang li rayedar û komeleyên ku bi parastina jinan û mafên wan re têkildar in kir ku qanûnên pêşîlêgirtinê pêk bînin û ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan tedbîran bigrin û navendên tenduristiyê ji bo pêşwazîkirina jinên îstîsmarkirî peyda bikin.
Berpirsa Navenda Jinan a Şedayê Maryam Belala di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi hewceyî dozê ne ji bo parastina jinên mexdûrên tundiyê, nemaze piştî xebata min bi gelek jinên ku ji dûr ve hatine da ku êrîşkerên xwe ceza bikin. Lê mixabin piraniya wan ji tirsa ku li kolanan bimînin dev jê berdan. Ez daxwaza peydakirina tedbîrên parastinê, piştevaniya derûnî û hevrêtiya civakî di beşên cuda de ji bo parastina jinan ji tundiyê dikim.”