Di nava salê de çalakiyên astengdaran ên ji bo mafê debarê

Di nava salê de welatiyên xwedî pêdawîstiyên taybet ji ber tengaviyên qeyîrana barî ku bandorê li jiyana wan dikin û nikarin debara xwe bikin çalakiyên cuda cuda kirin. Zarokan jî para xwe ji şidet û zoriyan girtine. Di nava salekê de li Başûrê Kurdistan û Îraqê 300 zarokên temenê wan di navbera 9 û 18 saliyê de hatine cewicandin û 318 zarok jî li xeta taybet a 118 a li hemberî şideta li ser zarokan geriyane

 
LAVÎN MEHMUD
Navenda Nuçeyan - Rewşa kesên xwedî pêdawîstiyên taybet ber bi xirabûnê ve diçe, nebûna muçe, alîkariya pêwîst û nebûna kar wisan kir ku îsal xwedî pêdawîstiyên taybet dest bi çalakiyan bikin. 13’ê Nîsanê li ber deriyê Encûmena Wezîran a Herêmê dest bi çalakiya kon kirin û dan diyarkirin ku heta mafê wan neyê dayîn ew dest ji çalakiya xwe bernadin. Encûmena Wezîran bi nêzîkatiyek seranser nêzî çalakiya wan bû û bi gotina li benda bersîvê bin hêviya dayî wan hîna bi cîh ne anîne. Carekdinê nêzî roja cejnê 12’ê Tîrmehê li ber deriyê encûmena Parêzgeha Silêmanî çalakî li darxistin. Di çalakiyê de sifreya vale dirêj kirin û kon vedan. Di vê çalakiyê de bal kişandin ser xirabiya rewşa aborî û gotin ku bi muçeyê 150 hezar dinarê Îraqê cejin nayê kirin.
Rewşa aboriya xirab wisan kir ku jinek a xwedî pêdawistiya taybet cedeya bazara bajarê Silêmaniyê ji bo xwe bike mal û têde jiyan bike da ku rewşa xirab bide nîşanî aliyê peywendîdar. Ji ber zehmetiyên jiyanê hîna jî gelek jinên destrengîn di xwazin keyfxweşbin û êşa xwe ji bîr bikin, bi keda xwe ya dest dixwazin bêjin ku ger bixwazin dikarin kar bikin nebûna beşek jî laş li pêşiya karkirinê nabe asteng, gelek pêşangehên karê dest weke şêwekarî û destrengîn vekirin û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di 6’ê Sibatê de rêxistina çiyagerên bawacî Koye û komeleya koma çiyagerên din, komek xwedî pêdawîstiyên taybet ji bajarên cûda cûda yên Kurdistanê kom bûn geştek a çiyageriyê heta li ser lutkeya çiyayê Heybet Sultan pêkanîn. Hejmara bejdarvanên çiyageran 45 kesên xwedî pêdawîstiyên taybet ku di nava wan de kêmendam, yên nabihîsîn û nabînin jî hebû.
Xeyalên Lenya yê çiyageriyê pêk hat
Xeyalê Lenya ya xwedî pêdawîstiya taybet gihiştina lutkeyê çiyayê herî bilind Helgurt bû. Rêxistina çiyagerên Bawacî Koye 9’ê Tebaxê Lenya gihandin ser lutkeya çiyayê Helgurt û nefesek xweş sitand û giha xeyalê xwe.
Di 3’ê Kanûnê roja cîhanî ya xwedî pêdawîstiyên taybet de, di li bajarê Silêmanî pêşangehek a şêwekarî ji bo Fatma Şemsedîn û Lehun Ferîh ên xwedî pêdawîstiyên taybet hat vekirin. Rêxistina kêmendamên Helepçe dewreyek ya perwerdê ji bo zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet dan destpêkirin di wê dewreyê de waneyên xwendin, derunî û civakî hatin dayîn.
Di 23’ê Îlonê roja cîhanî ya zimanê îşareta û sersala damezrandina  rêxistina îşaretan de hêjmarek ji kesên ku nabihîsîn bi pêşangehek a hunerî karê destê xwe nîşan dan. Wan bi pêşangehê dan diyarkirin ku dikarin weke kesek normal kar bikin, tenê pirsgirêk ewe ku hemwelatî ji wan tênagihin.
Di nava salê de rewşa zarokan
Zarok yek jî heyîna herî giring ya civakê ye, di nava vê salê de zarok jî rewşa ku Îraq û Başûrê Kurdistanê jiyan dike para xwe girtin. Di nivê sala 2020’an de hikumeta Îraqê ragihand ku wê pêşî li tunditujiya fizîka ya beramberî zarokan tê bi karanîn bigrin, lê heta nîha jî tundîtujiya fizîkî li beramberî zarokan tê bi karanîn berdewam dike. Li gora yasayên navdewletî îşkenceya fizîkî ya li beramberî zarokan qedexeye û mafê hemû zarokane di xwezayek dûrî tundîtujiyê de bijîn. Zarokên ku weke pêşengê pêşerojê tê pênasekirin, li bendê ne jiyanek xweş û bê metirsî jêre were dabînkirin. Lê belê li herêma Kurdistanê gelek zarok li ser cedan kardikin û ji neçarî dawî li xwendina xwe tînin yan jî ji aliyê dayik û bavan ve ji ji dibistanê tên girtin.
318 zarok li xeta taybet a li hemberî şideta li ser zarokan geriyane 
Li gora daneyên çavdêriya komeleyetî ya Hewlêrê 59 zarok di malên bê rêveber de ji dijîn. Her wiha hezar û 318 zarok li xeta telefonê ya 118 ya taybet ji bo zarokane geriyane.
Li aliyek din jî tujdîtujî û êrîşên dagirkeriyê bandor mezin li ser rewşa zarokan kiriye. 5’ê Hezîranê cihê lîstokên zarokên wargeha penaberan ên Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hat bombakirin. 8’ê Hezîranê zarokên wargehê bi daxuyaniyekê li cihê bûyerê bombardûman kirina cihê lîstika xwe şermezar kirin.
Îsal ji ber koçberbûna hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê hêjmarek zêde zarokên ji sedemê koçberbûna malbata xwe bê xeber bûn ketin ser rêyên koçberiyê.
UNICEF di ragihandinekê de da zanîn ku li Îraqê ji ber hebûna mayîn û teqemeniyên ne teqiyane, ji Çile Tebaxa 2021’an 35 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 14 zarok jî birîndar bûn.
Ji ber rewşa siyasî, aborî û civakî di aliyê tedirustiyê de gelek zarok di rewşek xirab de ne. Li gorî daneyên rêxistina tendirustiya cîhanê WHP salane li cîhanê zêdeyî 400 hezar zarok di temenê yek rojî heta 19 salî de nexweşiya penceşêrê pêre peyda dibin.
Di roja cîhanê ya zarokan de gelek çalakî ji bo zarokan hat li darxistin, lê ew çalakî ne di asta pêwîst de bû. Çalakiyên weke şahiya sitran û leyîstinê, diyarî û kovar li zarokan belav kirin.
Bi boneya roja cîhanî ya mafê zarokan koma pepuleyên Hewreman şahiyek ji bo zarokan lidarxist.
Zewaca di temenê biçuk de li Îraqê zêde bûye, nêzî 300 zarokên temenê wan di navbera 9 û 18 saliyê de hatine cewicandin.
Di roja cîhanî ya zarokên windayî de, salvegera zarokên di demê kimyabarana Helepçe de winda bûn heta niha zêdeyî 211 zarokên winda yên Helepçe hene û çarenusa wan ne diyare hatin bîranîn.