Li Zîvala Xezayê qadên lîstikê ji bo zarokan neman!
Zarokên li Xezayê ji mafê xwe yê herî bingehîn, bêpar in. Park û dever an bûne kavil an jî veguherîne herêmên leşkerî. Malbat li hemberî vê rewşa ku zarokên wan bi xeter û bêhêvîtiyê dorpêç dike, bêçare ne.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê di Cotmeha 2023’an de, hemû deverên navdar ên bajêr, tevî deverên ji bo zarokan hatine destnîşankirin, hatin wêrankirin. Ji parkên giştî bigre heta parkên şahiyê tiştek nemaye. Tenê cihê ku zarok lê digerin kavilên xaniyên wêrankirî, kon û kolanên qirêj ên tijî zibale û ava kanalîzasyonê ne ku hemû bermahiyên şer in.
Sê keçên biçûk ên Hala El-Harazin hene û mîna zarokên din ên li bajêr, bê cihên lîstikê ne. Ew piraniya dema xwe di konekî de derbas dikin ku di germahiya havînê de dibe firinek û bêriya jiyana xwe ya beriya şer dikin. Ew destnîşan dike ku berê li herêma lê dijiyan sê parkên şahiyê hebûn ku lîstikên hêsan ji bo zarokan hebûn lê îro yek ji wan veguheriye nexweşxaneyeke Emerîkî û yek jî veguheriye kampekê.
Ji bilî parkên nêzî malên wan, bajarên şahiyê yên wekî Nur, El-Beşîr û Asda jî hebûn. Malbat di betlaneyên zivistan û havînê de ji serê sibê heta êvarê diçûn van cihan û zarokan rojên xwe li wir derbas dikirin, bi hewes û enerjîktir vedigeriyan dibistanê. El-Xerazin her wiha destnîşan dike ku zeviyên çandiniyê yên malbatan jî wekî deverên şahiyê yên baş dihatin hesibandin.
Lîstokên di nava kavilan de
Îro, dema zarok dixwazin bilîzin, tenê dikarin di konan de dilîzin. Cîran diqîrin dibêjin; "Em dixwazin bêhna xwe vedin, zarokan bêdeng bikin!" Zarok an di konan de yan jî di nava kavilan de dilîzin. Dilê dayîkan ji tirsa ku zarokên wan bikevin û birîndar bibin, an jî madeyên neteqiyayî biteqin û bibin sedema windakirina lingan lêdide. Zarok li kolanên ku wesayîd ji wan derbas dibin û ava kanalîzasyonê diherike dilîzin. Ev yek dibe sedema xeterên cidî yên tenduristiyê û nexweşiyên çerm ên ku dermankirina wan dijwar e. Bi vî rengî, zarok di nava xemgînî û bêhêvîtiyê de dijîn.
Ji destpêka şer ve, hêzên Îsraîlê rê li ber ketina gelek cureyên pêlîstokan ji bo Xezayê girtine. Di nava wan de bûk û morîkên ku di çêkirina zêrfiroşan de tên bikaranîn hene ku ev yek bihayê wan deh qat zêdetir dike. Dema ku dayîk hewl didin qumaş, hirî û materyalên din ên alternatîfan biafirînin, zarokên kur bi piranî ji materyalên vezîvirandinê baskûvan çêdikin an jî futbolê dilîzin ku ev lîstika herî gelemperî ye, nemaze di kolanên teng û kampan de.
Paqijkirina qadan ji bo zarokan
Nebûna van deveran ji bo zarokan dibe sedema tengasiyeke cidî, bandorek neyînî li ser başiya wan a psîkolojîk û performansa wan a akademîk dike. Zarok dem bi dem ji bo rehetbûnê hewceyê çalakiyan in û lîstik di rêza yekem a van hewcedariyan de ye. Tiştê ku niha herî zêde pêwîst e ew e ku erdên vala yên ji bermahiyên şer hatine paqijkirin bo qadên lîstikê, wekî qadên futbolê werin avakirin.
Nîhad El-Harazin destnîşan dike ku rewşa zarokan li gorî serdema beriya şer bi tevahî guheriye û wiha dibêje: “Berê mafên bingehîn ên zarokan wekî xwarin, vexwarin, cil û berg û lîstikê hebûn lê îro kavil û bermahiyên şer, bi bombebaranên demkî, dayîkan ditirsînin, nahêlin zarok çend deqe be jî ji ber çavên wan dûr bikevin.”
Bi zarokan re hestên ewlehiyê nemane
Nîhad El-Herazîn dibêje ku zarok ne tenê qadên xwe yên lîstikê, di heman demê de hesta xwe ya ewlehiyê jî winda dikin û diyar dike ku ev yek bandorê li ser perwerdeya wan û têkiliyên wan ên bi hawirdorê re dike û wiha bi dawî dike: “Zarok êrîşkar dibin û nirxên wekî pêşbaziyê yên ku bi lîstikê bi dest dixin û her wiha zanîna çandî ya ku bi reqsên gelêrî û şanoyên kukla yên gerok bi dest dixin, winda dikin. Piştî sê salên şer, zarok ji bo telafîkirina tirsa ku jiyane, hewceyê hewldanên takekesî ne. Lê bele çûyîna van deveran di demek kurt an dirêj de jiyana wan dixe xeterê, ji ber ku kavil û qirêjî li her derê hene û gefê li jiyana wan dixwin.”