Li Zirganê kooperatîfa jinan: Deriyek ji bo aboriya serbixwe
Komîteya Aborî ya Kongra Star yekem kooperatîfa firinê ji bo jinên Zirganê vedike û bi vê yekê dê bingeha derfetên aborî ji bo jinan were avakirin.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hê jî di pêvajoyeke bê îstîqrariyê de ye. Di encama êrîşan de jinan zirara herî mezin dîtin, koçber bûn, zarokên wan di encama topbaran û bombebaranê de hatin qetilkirin. Axa wan ku nasnameya wan diyar dike hat dagirkirin. Dagirkirina axê tê wateya nepejirandina pergala ku îro jinan xwe li ser birêxistin kiriye, li ser bûne xwedî maf û binpêkirina nasnameya gelekî qedîm yê li ser axa Mazopotamyayê jiyaye.
Jinên ku jiyana bêrûmet nepejirandin, heta niha di nava têkoşîneke bêdawî de ne. Ji ber ku jinan gelek êrîşên ku bandorê li aboriya wan kiriye dîtin, biryar dan di qada aboriya xweser de rola xwe bilîzin û di cîhana aboriyê de bibin xwedî şop.
Rêvebera Komîteya Aborî ya Kongra Star a Til Temirê Îman Yûnis li ser kooperatîfa ku li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê ava dikin, axivî.
Bêîstîqrarî û êrîşên dagirkeriyê û îsrara bihêzkirina jinan di qada aborî de
Îman Yûnis di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Komîteya Aborî ya Kongra Star gelek hewl daye ku li Zirganê kooperatîfên xweser ava bike lê sedema ku nikaribûn pêk bînin wiha anî ziman: “Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser bajarê Zirganê yê domdar rê nedida ku em xwe bigihîjînin jinên Zirganê û wan di qada aboriyê de destek bikin. Êrîşên dagirkeriyê sedemeke sereke bû ku heta roja îro li bajarê Zirganê kooperatîfên xweser nehatine avakirin.”
Îman Yûnis bêîstîqrariya li herêmê bi bîr xist û wiha îsrara xwegihandin û dirêjkirina destê alîkariya ji bo jinan bilêv kir: “Her çiqas bêîstîqrarî li Zirganê jî hebe me biryar da divê em ji jinan re kooperatîfek ava bikin. Armanca me ew e ku em xwedî li jinan derkevin ku bikaribin di qada aborî de xwe bibînin, da ku hewcedarî mêran û kesên din nebin.”
‘Kooperatîfa yekem e ku bi riya wê jin wê bikevin cîhana aboriya xweser’
Îman Yûnis behsa kooperatîfa ku dest bi avakirina wê kirine kir û got: “Kooperatîf wê ji du jinan were avakirin. Ew dibe ku malbatên şehîdan an jî malbatên xizan bin, armanc ew e ku em alîkariya wan bikin û tenê nehêlin. Ji lewre kooperatîf wê ji nanpêjiya tenûrê pêk were, ji bo wê 6 hezar dolar hatiye veqetandin. Me madeya çemento, remil û hesin kirî û nû dest bi avakirina wê kir. Heta nêzî 10 rojan dê odeya ku lê kar bikin amade be. Piştre em ê alavên pêwist û madeyan bînin û dest bi çêkirina nan û firotina wê bikin. Wê hem jinên xwedî malbat, hem jî gelê Zirganê sûdê ji kooperatîfê bigrin. Ev destpêk e ji lewre em bi vê kooperatîfê destpê dikin ku jin di riya wê re derbasî cîhana aboriyê bibin.”
‘Daxwazên jinan di cihgirtina qada aborî de zêde dibe’
Îman Yûnis li ser daxwazên jinên gund û bajaran jî wiha got: “Daxwazên jinan ji bo di qada aborî de cih bigrin û xwe li ser piyan bihêlin zêdetir bûne. Bêtir jinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve axa wan hatiye dagirkirin, malên wan hatine wêrankirin û erdên wan ên çandiniyê hatiye xespkirin, daxwazên wan çêdibin. Ji lewre ji bo yekem kooperatîfa li Zirganê ava dibe, em kêfxweşiya xwe tînin ziman û em ê heta dawî bi jinan re bin, ji bo rola wan di qada aborî de bihêztir bikin. Ji bo jinên gundan û li bajar jî em civînan li dar dixin, da ku bo em bikaribin hejmara kooperatîfên ku jin dê roleke sereke tê de bilîzin zêdetir bikin. Armanca me ew e ku jin ji malê derkevin, cîhanê bibînin û bibin xwedî pîşe. Bê jinan ev kar nameşe.”
‘Ji bo ku em bizanibin jin çi difikirin divê serlêdan bikin’
Îman Yûnis got ku ji bo ew bizanibin jin di qada aborî de çi difikirin û wan bi pêş bixin divê serlêdana Komîteya Aborî ya Kongra Star bikin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo ku em bizanibin jin çi difikirin, nêrîn û pêşniyarên wan der barê pêşxistina qada aborî de guhdar bikin divê serlêdana me bikin. Em bi hev re bikaribin nêrînan bînin pêşberî hev û wiha bigihîjin encamek ka divê em kooperatîfek çawa ava bikin. Ji ber koopetarîf bi jinek tenê nayê avakirin lewre kooperatîfên me ji du heta sê jinan pêk tên ji ber ku berhemdarî wiha zêdetir dibe.”