Li Iraqê jin birînên kûr ên derûnî dijîn

Bijîşka derûnnas Mey Zekî diyar kir ku civaka Iraqê di dehsalên borî de rewşên dijwar, di nav de şer, krîz û pevçûn, derbas kiriye û got ku “Van ezmûnan li ser gelek jinan birînên kûr ên psîkolojîk hiştine.”

Bexda – Dayîkên Iraqî her tim di navenda hevgirtina malbatê de cih girtine, berpirsyariyên girîng di mezinkirina zarokan, birêvebirina karûbarên malê û piştgiriya endamên malbatê de hilgirtine ser xwe. Lê belê, salên dawî rol û zextên zêde li ser wan ferz kirine, jiyana wan a rojane tevlihevtir kiriye. Ev zext bi niha ve sînordar nînin. Gelek jin birînên salên krîz, şer û bêaramiyê hildigirin, ezmûnên ku bandorên psîkolojîk hê jî di tevger û fikarên wan ên li ser malbat û zarokên wan de eşkere hiştine.

Dema ku tirs vediguhere parastina zêde

 S.A ya ku dayîka sê zarokan e, dibêje ku ew bi salan di rewşek fikarên domdar de jiyaye, hewl dide ku her hûrguliyek jiyana zarokên xwe bişopîne û wan ji her xetereyek, çi qas biçûk be jî, biparêze ji tirsa ku tiştek xirab bi serê wan de were ku ew nikaribe pêşî lê bigire. S.A., jiyana xwe ya rojane wiha vegot: “Carna ez hest dikim ku ez bi berdewamî li benda tiştekî xirab dijîm. Ger yek ji zarokên min hinekî dereng bimîne jî, tirsa min dest pê dike ku min dagir bike û ez ya herî xirab xeyal dikim. Ez dizanim ku ez xwe  diwestînim û carna ez wan ji tiştên normal jî mehrûm dikim, lê hestek hundirîn heye ku her gav min neçar dike ku bi her awayî wan biparêzim.”

‘Êşa dayîkê ne tenê bi mezinkirina zarokan ve sînordar e’

Ew rave dike ku ev tirs ne tenê bi dayîktiyê dest pê kiriye: “Ew bi ezmûnên dijwar ên ku wê di salên xwe yên pêşîn de jiyan kiriye ve girêdayî ye. Ew bi gelek fikar û nebûna ewlehiya tevahî mezin bû, ji ber vê yekê dema ku ew bû dayîk, wê hewl da ku tiştê ku gel wê, bi xwe kêm bû bide zarokên xwe.” S.A, destnîşan kir ku êşa dayîkê ne tenê bi mezinkirina zarokan ve sînordar e, êş bi zextên mezin ên civakî ve tê zêdekirin ku berpirsiyariya malbat û zarokan tenê li ser milên wê ye. S.A.,wiha domand: “Civak pir caran dayîkê ji bo her kiryarek ku zarok dike berpirsyar dibîne, mîna ku serkeftin an têkçûna wan tenê berpirsiyariya wê be. Hin bav heta tevahiya barê dê û bavtiyê datînin ser dayîkê, bêyî ku bi têra xwe beşdarî çavdêrîkirin an piştgiriya zarokên xwe di vê peywirê de bibin.”

S.A. ragihand ku dayîk ne tenê hewceyî şîret û sûcdarkirinê ye û wiha got: “Ew hewceyî hevjînek e ku alîkariya wê bike û berpirsyariyê parve bike. Ew jî westiya û ditirse û hewceyê kesekî ye ku piştgiriyê bide wê, lê pir caran tê hêvîkirin ku ew her gav li ber zarokên xwe, malbata xwe û civakê xurt xuya bike.” S.A., tekez kir ku mezintirîn dijwariya ku ew îro pê re rûbirû dimîne ev e ku fêr bibe ka mirov çawa zarokên xwe biparêze bêyî ku tirsên xwe veguhezîne wan û çawa ewlehî û baweriyê bide wan li şûna ku tirsê bike beşek ji jiyana wan a rojane.”

Rolên piralî û zehmetiyên tenduristiya derûnî ya dayîkan

Derûnnas Dr. Mey Zekî, li ser rastiya tenduristiya derûnî ya dayîkan nîqaş kir û destnîşan kir ku jin îro ji ber şert û mercên jiyanê yên guherbar û berpirsyariyên zêde yên li ser wan têne danîn, bi zextên psîkolojîk û civakî yên zêde re rûbirû dimînin. Wê diyar kir ku rola dayîkê êdî bi lênêrîna zarokan û rêveberiya malê ve sînordar nîne û wiha domand: “Pir caran, ew gelek rolan li hev dicivîne: dayîk, lênêrîner, karker, dabînker û berpirsyarê çavdêriya perwerdehiya zarokên xwe û dabînkirina hewcedariyên malbatê ye. Ev dibe sedema kombûna zexta psîkolojîk. Ev rolên piralî, hestek domdar li ser jinan ferz dikin ku ji wan tê xwestin ku her tiştî ji bo hemû endamên malbatê peyda bikin, ku dikare bibe sedema westandin, fikar û carinan hestek bêçarebûnê.”

Hinek dayîk tirs û ezmûnên kevin hildigirin

Dr. Mey Zekî van hevokên zanistî li gotinên xwe zêde kirin û wiha pê de çû: “Civaka Iraqê di dehsalên borî de rewşên dijwar, di nav de şer, krîz û pevçûn, derbas kiriye. Van ezmûnan li ser gelek jinan birînên kûr ên psîkolojîk hiştine. Hinek dayîk tirs û ezmûnên kevin hildigirin ku di awayê têkiliya wan bi zarokên xwe re de têne xuyakirin. Her wiha di hinek rewşan de, ji ber tirs û fikarên domdar, helwestek zêde parastinê li hember zarokan heye, ku dayîk bawer dike ku kontrola bi tevahî li ser jiyana zarokên wê rêya herî baş e ji bo parastina wan. Di heman demê de ev reftar dibe ku bi ezmûnên psîkolojîk ên berê ve girêdayî bin ku nehatine çareserkirin.”

Dr. Mey Zekî destnîşan kir ku hindek dayîkên ku salên dorpêçkirinê an jî serdema piştî 2003’yan û zehmetiyên pê re jiyane, barên psîkolojîk hildigrin ku wekî tirsa domdar an jî windakirina ewlehiyê xwe nîşan didin.

‘Ev rewş hewceyî baldariyê û lênêrînê ye’

Mey Zekî tekez kir ku fikarên domdar dikarin bibin sedema nexweşiyên psîkolojîk ku bandorê li jiyana jinekê û têkiliya wê bi malbata wê re dikin. Dr. Mey Zekî nirxandinên xwe wiha domand: “Girîng e ku lêgerîna alîkariya pispor dema ku hewce be û nehesibandina êşa psîkolojîk wekî tiştek ku were veşartin an jî di bêdengiyê de were tehmûlkirin hebe.” Di derbarê depresyona piştî zayînê de, Dr. Mey Zekî rave kir ku ev rewş hewceyî baldariyê û lênêrînê ye û wiha domand: “Paşguhkirina nîşanên wê, dikare bibe sedem ku pirsgirêk berdewam bike û bandorê li jiyana dayîkê û şiyana wê ya lênêrîna zarokê xwe bike. Ez ji jinan dixwazim ku ger nîşanên xemgîn bibînin, bi pisporên tenduristiya derûnî re bişêwirin.”

Piştgiriya jinan ji hêla psîkolojîk ve rasterast bandorê li aramiya malbat û civakê dike

Dr. Mey Zekî banga xurtkirina çandek berpirsyariya hevpar di nav malbatê de kir wiha anî ziman: “Ji bo ku berpirsyariyên malê û mezinkirina zarokan ne tenê barê dayîkê bin. Divê çanda berpirsyariya hevpar bê xurtkirin. Her wiha piştgiriya jinan ji hêla psîkolojîk ve rasterast bandorê li aramiya malbat û civakê dike. Zêdekirina kampanyayên hişyariya tenduristiya derûnî li dibistanan, saziyên tenduristiyê û rêxistinên civaka sivîl da ku zanîna li ser rûbirûbûna stresa psîkolojîk û girîngiya destwerdana zû belav bikin.”

Tenduristiya derûnî ya dayîkên Iraqî ji bo aramiya malbat û civakê hê jî mijarek mezin û berbiçav e. Dayîkên ku barên giran hildigrin, ne tenê daxwazên ji bo bêtir sebirê, hewceyê piştgirî û teqdîrê ne. Di navbera berpirsyariyên niha û bîranînên berê de, gelek jin hewceyî cihek in ku xwe lênêrîn bikin û dema ku hewcedariya wan bi alîkariyê hebe peyda bikin. Parastina malbatê jî bi parastina tenduristiya derûnî ya dayîkê dest pê dike.