Li eyaletên Sistan û Belucistanê 2 hezar û 400 zarok hatine zewicandin!
Li gorî daneyên Pilana Şêniyan a Muduriyeta Îranê di nava salê de li eyaletên Sistan û Belucistanê 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2021/12/20220306-27-12-2021-li-eyaleten-sistan-u-belucistane-2hezar-u-400-zarok-hatine-zewicandin-jpg1fa9ba-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Pilana Şêniyan a Muduriyeta Îranê zewaca zarokan li eyaletên Sistan û Belucistanê zêde bûye. Li gorî daneyan 2 hezar û 400 zarok hatine zewicandin.
Li hemberî zewaca zarokan tedbîr nayên girtin, fetfayên tên dayîn jî pêşiya zewaca zarokan vedike.