Li Cezayîrê kafeyên jinan ji bo wan dibe qadên bi ewle

Jinên ku li bajarên cuda yên Cezayîrê kafeyên ji bo jinan vedikin, van deran vediguherînin akademiyan û cihên bi ewle.

RABIA XERÎS

CezayîrHeta demek berê jî, çûyîna jinan a kafeyan wek helwestek li dijî norm û nirxên serdest ên di civaka Cezayîrê de dihat hesibandin. Ev têgihîştin li hinek bajarên ku bi xwezaya xwe ya muhafazakar tên naskirin, hê jî heye. Lê ev nêrîna kevneşopî hêdî hêdî dest bi paşveçûnê kiriye. Bi taybetî li bajarên mezin ên mîna Cezayîr, Oran, Annaba, Setîf, Constantîne, Relîzane û Chlef ku hebûna jinan li qadên giştî bêtir qebûlkirî bûye.

Flora Kafeya jinan a li Cezayîrê

"Flora" naveke ku Bousnîna Samîa ya ji Setîfê ji bo kafeya jinan bijartî ye. Wê piştî ku biryar da dev ji pisporiya xwe ya di biyolojiyê de berde, kafeya xwe ava kir. Tevî ku bawernameya wê ya masterê hebû û 5 salan di laboratuarek bijîşkî de xebitî jî, fikra afirandina cîhek taybet ê ji bo jinan kir serê xwe. Lê tirsa têkçûnê û nepejirandina vê fikrê ji hêla civaka herêmî ve berdewam kir ku wê bişopîne.

Xewnek bû û pêk hat

Fikra avakirina kafeyek ji bo jinan wek xewnek bû ji bo wê. Bousnina Samîa ji bo ku jin bibin xwedî cîhek taybet ku ew bikaribin xwe ji hêla derûnî û fîzîkî ve rihet hîs bikin, dûrî karesatên rojane yên jiyana xwe ya pîşeyî û malbatî bin, ev proje amade kiriye. Ev der, cîhek bi ewle ye ku dihêle xwe bi awayek azad îfade bikin.

Kafeyê bi rengên cuda xemilandiye

Belkî taybetmendiya herî berbiçav a dema ku hûn dikevin kafeyê lê rast tên, rengên nerm û aram û kulîlkên ku li her quncikê belav bûne ne ku jiyanê tînin vê qadê ne. Maseyên biçûk bi qumaşên ku xewn û hêviyan tînin bîra mirov, hatine pêçandin û sofa jî li gor trendên herî dawî yên mobîlyayên malê ne.

Kafê ji jinan re bûye cihê nîqaşên çandî û civakî

Bousnina Samîa qala asta qebûlkirina fikrê avakirina kafeyek wiha ya di nava civakê de kir û wiha got: “Destpêkê qebûlkirina vî fikra lawaz bû. Ji ber adet û kevneşopiyên civakê û ya duyem jî, ji ber ku cara yekem e dikanek wiha tê vekirin. Lê niha bi riya medyaya dîjîtal û teşwîqkirina ji bo van cihan, civak êdî bi dilgermiyek mezin qebûl bike. Heta ev proje di derbaskirina adetên civakê de bû gavek. Tiştê ku vê fikrê cuda dike jî, ev der wek cihek nîqaşên civakî û çandî ye. Her wiha em şevbuhêrkan li dar dixin. Em branc (danek xwarina di navbera taştê û firavînê de ye) pêşkêş dikin. Em pîrozbahiyên olî jî li dar dixin ku tê de şêrînahiyên taybet ên çanda Cezayîrê yên wek wek Tamîna ku ji hungiv û simît tê çêkirin pêşkêş dikin.”

Cihek li dijî feraseta mêr a serdest e

Buosnina Samîa da zanîn ku jinên diçin kafeyê, jinên akademîsyen, xwendekar, endezyar, bijîşk, mamoste û heta jinên li malê rûniştî ne. Hin ji wan ji bo xwarina branc ku carnan hêkên kelandî yan sorkirî, carna jî kuşt an birincê bi penêr tê pêşkêşkirin. Hin ji wan jî ji bo nîqaşkirina ser kar û projeyên xwe tên. Her wiha hinek jin ji bo lidarxistina çalakiyên xwe yên hunerî tên kafeyê. Planên me hene ku em kafeyê bikin cihê fêrbûna xwendin û nivîsandinê jî. Ji bo ku derfetan ji jinan re ava bikin da ku hîn bibin. Jin kafeyê wek cihek bi ewle yê ji bo nivîsandina fikr û projeyên xwe dibînin. Ev kafe mîna cihek li hember feraseta mêr a serdest li ber xwe dide.

Însiyatîfên jinên Cezayîrî

Cezayîr di van salên dawî de şahidiya gelek însiyatîfên jinan kir. Bi taybetî di warê kafeyên çandî û civakî de. Yek ji vana jî, kafêya "Kîtab" a li bajarê Berika ku bûye cihek ewle ji nivîskar û helbestvanên jin re.

Li Annaba jî kafeya "Lemet El-Ehbeb" li herêma El-Qetara li ser kornîş hatiye vekirin. Xwediya kafeyê ku hewl dide mîrata herêmî û adet û kevneşopiyên civakê biparêze. Li eyaleta Cicel a peravê jî yekem kafeya jinan bi navê "El- Maida El-Cecalia" li herêmê hate vekirin. Ew bi pêşkêşkirina xwarinên kevnar û hemdem tê nasîn. Xwarinên wek Kuskusî bi masî, El-Duwêda, Bouisha û Lagarif. Ev jî girêdana bi çandê re nîşan dide.

Bousnina Samîa derbarê van însiyatîfan de agahî da û got ku bi riya van însiyatîfan du destkeftî hatine qezenckirin. Bousnina Samîa ev deskeftî vegotin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yek hêzdarkirina jinan a ji bo beşdariya di warên jiyanî de û ya duyem jî şikandina adet û sînorên ku civakê ji jinan re diyar kirine.”