Li Şarqiayê jinên karker neçar dimînin dahata xwe bidin hevjîn an jî bavên xwe
Jinên li gundên bajarê Şarqia yê Misirê dijîn, weke jinên li bajarên din ji mafên bingehîn ên kirîna erd û mîras, bêpar tên hiştin. Ji jinên ku bi saetan li malê û cihên kar dixebitin, dixwazin ku pereyê xwe bidin hevjîn an jî bavê xwe.
ASMAA FATIHÎ
Qahîre- Li Misira ku yek ji welatên qedîm ên Rojhilata Navîn e, tevî ku jinan bi zagonên hiqûqî yên qismî re hinek destkeftî bi dest xistine jî pêkhateya civakî û rêveberiya baviksalar di bin navê kevneşopiyê de keda jinan dixwe. Jinên ku li gundên gundewarên bajarê Şarqia yê Misrê dijîn ji mafên bingehîn ên wek mafê kirîna erd û mîrasê bêpar dimînin, hemû barê malbatê jî li ser milên wan tê hiştin.
Jinên ku bi saetan di nava zevî û fabrîqeyan dixebitin, mûçeyê ku di dawiya mehê de digrin neçar dimînin bidin bav an jî hevjinê xwe. Şaîma Alî ya li bajarê Şarqiayê dijî, da zanîn ku tevî hemû zext û kedxwariyê jî jin hay ji xwe hene.
‘Li herêmên gundewar jin ji mafên mirovî yên herî hêsan jî bêpar in'
Şaîma Alî, bal kişand ku keda jinan di civakên baviksalarî de di gelek astan de tê xwarin û ji vê mijarê civak berpirsyar e. Şaîma Alî wiha got: “Jin bi saetan li nava zevî, fabrîqe, dibistan û nexweşxaneyan dixebitin. Neçar dimînin mûçeya xwe bidin bav an jî hevjînê xwe. Hem keda jinan ji destên wan tê girtin, hem jî ji mafên mîrasê bêpar dimînin. Bi gelemperî erdên aydê jinan tune ne. Di nava civakê de ferasetek ku divê jin heta dawiya jiyana xwe fedakariyê bike heye. Li gorî vê ferasetê divê jin ji bo malbata xwe bixebitin û pêwîstiyên wan misoger bikin. Li herêmên gundewar jin ji mafên mirovî yên herî hêsan jî bêpar in.”
Şaîma Alî bi gotinên; “Civak berpirsyariya hevjîn û malbatê dide ser milên jinan" destnîşan kir ku ev yek barê li ser milên jinan zêdetir dike û wiha got: “Jin li malê û li cihên kar di nava şert û mercên giran de dixebitin. Ev rewş bandorê li tenduristiya wan dike. Jin ji bo pêşxistina xwe demê nabînin.”
'Hevjînê min dest danî ser zeviya ku min bi keda xwe stand’
Yek ji jinên ku di nava zeviyê de dixebite Aida Samîr e. Ew jî bi van gotinan behsa jiyana xwe dike: “Min zebzeyên zeviya xwe difirot û wisa qezenc dikir. Ji ber ku biha zêde bûn ez nikaribûm pir qezenc bikim. Zêdebûna biha, daxwazan kêm kir. Niha ez rûnê nivîşk ê li malan tê çêkirin difiroşim. Min di erd û zeviyên çandiniyê de kar dikir, min miqdarek pere kom kir û ji xwe re zeviyek stand. Li gorî quralên di meriyetê de ez neçar mam zeviya xwe li ser navê hevjînê xwe qeyd bikim. Piştre ez û hevjînê xwe hatin ber hevberdanê. Zeviya min girt û çû. Temenê min mezin e lê ez neçar im debara malbata xwe bikim. Jinên ku perwerde dibînin ji xwe re alternatîfek diafirînin lê ji bo me pir zehmetir e. Ez di gelek karan de xebitîm lê ji ber ku xwendin û nivîsandina min tunebû, neçar mam dev ji kar berdim.”