Li Îranê jinên ku li dijî rejîmê radiwestin: Di sala 2022’yan dê jin bi ser bikevin
Li ser navê Yekitiya Jinên Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê, (Î-PDK) Mehtab Khezrî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dîroka wan a kûr dê hemû jinên Îranê ronî bike û destnîşan kir ku di sala 2022y’an de dê jin bi ser bikevin.
ŞAHLA MOHAMMADÎ
Navenda Nûçeyan- Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê ku bi navê xwe yê kurt Î-KDP tê naskirin, ji destpêka damezrandina xwe ya di sala 1946’an de heta niha bi hemû cure aloziyan hatiye. ÎKDP ku di xebatên medyaya Mîna Qazî de weke jin û rêxistinkirina jinan bi hêzên xwe re bû alîkar û di dema Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de îmze avêt bin gelek tiştên yekem, hê jî jiyana xwe ya siyasî didomîne. Li ser navê Yekitiya Jinan a ÎKDP'ê, Mehtab Khezrî ji ajansa me re axivî û rewşa jinan li Îran, Rojhilatê Kurdistanê û herêmê nirxand.
Bîranîneke dîrokî ya kurt ji rêxistina jinan, ji hişmendiya "di têkoşîna neteweyî de"
Yekitiya Jinan a ÎKDP’ê ku bi navê Yekitiya Jinên Demokrat jî tê binavkirin, di avakirina xwe de li ser esasê “gihandina mafên jinan” û “pêşxistina jinan di têkoşîna neteweyî de” xwe li ser du armancan danî. Dema ku sendîka piştî hilweşîna Komara Kurd a Mahabadê neçar ma xwe rawestîne, jin li şûna ku bi xemgînî derkevin, di salên navberê de xwe ji nû ve birêxistin kirin. Yekitiya Jinan a ku di sala 1946’an de hat avakirin, salek piştî damezrandina ÎKDP’ê di sala 1945’an de bi serhişkî di rêxistinkirina jinan de israr kir.
Yekitiya Jinan dema ku di Komara Mehabadê de ku di 22'ê Çileya 1946'an de li Meydana Çarçira ya Mehabadê hatibû îlankirin de roleke aktîf lîst, tevî darvekirina damezrînerên wê di 31'ê Adara 1947'an de, piştî ku demekê xebatên xwe yên rêxistinî rawestand jî ji bo ku hêviya civakê û jinan geş bike, xebatên xwe yên rêxistinî berdewam kir.
Dema ku dîrokê sala 1979’an nîşan da, endamên Yekitiya Jinan ku beriya şoreşa Tehranê têkoşiyane, îşaret bi Komara Îslamî kirin, cihê xwe di beşên dîrokî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de girtin. Bi ragihandina Komara Îslamî ya Îranê re, bi sedan endamên Yekitiya Jinan avêtin zindanan, îşkence kirin û bi dehan kes jî hatin îdamkirin.
"Lêkolînên civakî-siyasî ji bo gel û jinên Îranê şert e"
Mehtab Khezrî her wiha bal kişand ku di hemû pêvajoyên dîrokî yên ku Îran tê de derbas bûne de jî di nava Yekitiya Jinan de cih digre, di wê baweriyê de ye ku jinan di têkoşîna gelên Îranê ya ji bo rêxistinbûnê de ku nîvsedsal e berdewam kiriye de gelek ked dane, bêguman normal tê dîtin ku di vê ramanê de hin maf hebin. Mehtab Khezrî diyar dike ku ew ji bilî endamtiya Yekitiya Jinan weke aktîvîsta mafên jinan xebatên xwe dimeşîne û bi bîr xist ku pêwîstî bi lêkolîneke civakî-siyasî ya li ser gelên Îranê û rewşa jinan heye.
Mehtab Khezrî der barê avakirina Yekitiya Jinan de van îfadeyan bi kar tîne: “Wekî tê zanîn di salên ku Yekitiya Jinan li Mehabadê ava bû de, tu rêxistinek civakî û jinan tunebû. Em behsa wan salên ku mafên jinan û beşdarbûna jinan di qada siyasî de li ber çavan nedihatin dikin... Tevî salên ku pêkhateyên fedoalî, qebîlê, malbatî û eşîrî serdest bûn, Yekitiya Jinan hat damezrandin.”
Mehtab Khezrî destnîşan dike ku jin bi hişmendiya azadî û wekheviyê ya li ser esasê neteweyê di bin vî banî de tên cem hev û got; “Yekitî weke rêxistineke jinan a demokratîk ku ji bo bidestxistina armancên siyasî, polîtîk û civakî yên jinan di civaka Kurdistanê de hatiye avakirin, derketiye pêş. Di warê peydakirina pêdiviyên bingehîn ên serdemê de, tevî ku aliyê wê yê neteweyî zêdetir e jî jinan kom kir û wan di bin banê xwe de birêxistin kir. Di nava civakê de, bi taybetî jî jinên rêxistinkirî têkoşîna mafên jinan, wekhevî, edalet û demokrasiyê dan meşandin. Ji ber ku Yekitiya Jinan di serdemeke ku pirsgirêkên neteweyî bi giranî dihatin jiyîn de hat damezrandin, mohra xwe li serdema damezrandina xwe da. Lê ji salên damezrandinê heta niha reng û derbên neteweyî li pêş in.”
Mehtab Khezrî da zanîn ku ji roja damezrandina vê rêxistinê heta niha, di pêkhateya civakî de guhertin çêbûne û daxwaz ji neteweyîbûnê wêdetir derbasî têkoşîna ji bo mafên bingehîn ên mirovan û jinan bûne û wiha got: “Niha di roja me da hemû gelên Îranê tên pelçiqandin, qetilkirin, jin di bin zexteke mezin de dijîn û ev zext roj bi roj zêde dibin. Wekî ku em dibinîn jin weke zayend di van salên dawî de mafên xwe yên bingehîn hembêz dikin. Bi sedan jin ji ber ku ji bo mafên jinan têdikoşin, neçar dimînin di girtîgehên Komara Îslamî de bijîn.”
Tiştên ku sala 2021’ê anîn…
Mehtab Khezrî diyar kir ku birêxistinkirina sendîkayan bênavber berdewam dike û wiha got; “Em weke Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê, Yekitiya Jinên Mehabadê, Yekitiya Jinên Kurd ên Asoy û Yekitiya Jinên Demokrat ên Îranê xebatên xwe bi hev re didomînin. Em li ser heman zemînê di çalakiyên hevpar û girîng de li hev civiyan û dicivin. Me bi hev re îmze avêt bin semîner, çalakî û daxuyaniyan. Me ji birêxistinkirina jinan a bi hev re, bi rêxistinkirina jinên kedkar, xebatên ji bo çalakiyan, heta têkoşîna zayendî gelek çalakî pêk anîn. Her çendî pandemiyê bandoreke neyînî li xebatên me yên qadan kiribe jî me hewl da em ji xebatên xwe li paş nemînin lê me tu carî navber neda birêxistinkirina kedkaran.”
“Dema jinek were pelçiqandin dê civak jî were pelçiqandin”
Mehtab Khezrî dibêje ku bi taybetî yekîneyên rêxistinkirina sendîkayan rastî zexteke mezin a siyasî tên û wiha domand: “Gefên ku li me hatine kirin qet kêm nebûne lê me bi çi awayî dibe bila bibe xebatên xwe meşand. Tevî ku girtin û binçavkirinan berdewam kir jî me serî netewand. Dema ku îstîsmara keda jinan di nava civakê de di asta herî giran de bû, em neçar bûn bêdengiyê bişkînin û bêdeng neman.”
Mehtab Khezrî da zanîn ku Yekitiya Jinan ji bo jinan erka banek dibîne lê jin di biryarên navxweyî de serbixwe ne û wiha dibêje: “Dema jinek were pelçiqandin dê civakek jî were pelçiqandin. Jin dikarin armancên xwe pêk bînin û li gorî van armancan bimeşin û divê prensîba demokratîkbûnê jî tu carî neyê jibîrkirin.
Ber bi sala 2022’yan ve
Mehtab Khezrî da zanîn ku wan di sala 2021’ê de ji bo balê bikşînin ser zextên li Îranê û hemû rêxistinên jinan ên di bin sîwana Yekitiya Jinan de cih digrin kampanyayek bi navê “Bêdengiyê Bişkînin” li dar xistine û ev kampanya gihîştiye armanca xwe. Mehtab Khezrî bi bîr xist ku wan bi her du rêxistinên mafên mirovan ên navçeyê û navneteweyî re ji bo eşkerekirina sûcên jinan û mafên mirovan ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di tevahiya sala 2021`ê de hatiye kirin, xebateke hevpar pêk anîne û wiha got: "Ji bo ku em hemû polîtîkayên qirêj ên rejîma mêtinger eşkere bikin, me xebatên dîplomatîk domand û didomînin jî.”
Mehtab Khezrî, di salvegera damezrandina Yekitiya Jinan a sala 2022’an de wiha got: “Em ê îsal jî wek her sal daneyên binpêkirina mafên mirovan li Îranê bi raya giştî re parve bikin. Bêguman em hemû bername û armancên xwe ji bo avakirina hikûmeteke demokratîk li şûna rejîma Îslamî pêk tînin.”