Zehra ya ji Beyrûdê qaliban hildiweşîne
Zehra Marwa ya ku di nav civakek girtî de xwe bi sînor nekiriye, ji bilî dayîktiyê ajokariya otobusê û keyatiyê jî dike.

FEDIYA CUMAA
Beyrût – Gelek ezmûnan jinan tevî astengiyên civakî û kevneşopiyên ku wan bi rolên kevneşopî ve sînordar kirine jî, di qada giştî de xurt kirine. Lê ev nêrîna stereotîpîk dest pê kiriye dê biguhere, ji ber ku jin bi hişmendî, zanîn û berdewamiyê dest bi hewldanên nû dikin.
Zehra Marwa ya ji başûrê Lubnanê ye, sê caran kevneşopiyê şikand û azmûnek jiyanê bi awayek serkeftî derbas kir. Roja ku wê biryar da bikeve nav hêza kar, roja ku bibe yekem ajokara jin a otobusa dibistanê ya li herêma xwe û roja ku wê ji bo hilbijartinên şerdariyê li Lubnanê bibe namzet. Zehra Merwa cihê keya bi dest xist da ku rasterast bi xelkê bajarokê xwe re têkilî dayne.
Zahra Marwa, xelkê El-Zrarieh a li Navçeya Sidon (Parêzgeha Başûr) e, xwedî bawernameya lîsansê ye lê nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne. Dema ku ew zewicî, nexwest ku tenê jina malê be û dest bi cîhana kar kir. Ji pîşeyek ber bi pîşeyek din ve çû, nûnera firotanê, hilberînera xwarinê, xwediya firûnê û di dawiyê de ajokara otobusa dibistanê. Ya herî girîng, Zehra Marwa biryar da ku bikeve xizmeta giştî. Îro, ew wek ajokara otobusê û keya dixebite, bi baweriya xelkê bajaroka xwe, gihîştiye vê qonaxê. Zehra Marwa diyar dike ku jin dikarin bi zehmetiyan re rûbirû bimînin, wan bişkînin û gelek ji armanc û xewnên xwe bi dest bixin.
‘Kar ne tiştek cihê şermê ye’
Şaredar Zehra Marwa zewicî ye û sê zarokên wê hene. Zehra got: " Dema du kurên min çêbûn, her çiqas bawernameya min a zanîngehê tunebû jî, diviyabû ez kar bikin. Min bi çandiniyê û çêkirina pêdiviyên xwarinê dest bi kariyera xwe kir. Tiştên malê yên wek kişk, pasta, tomato û xwarinên din amade dikir. Her wiha min firûnek vekir û pênc salan li wir xebitîm. Di heman demê de wekî şofêra otobusê xebitîm, karekî ku min dît li gor min bû û kesayetiya min nîşan dida. Ez her wiha wek nûnera firotanê ya pêdiviyên paqijiyê jî xebitîm. Piştî ceribandina gelek karan min karê şofêriyê qebûl kir. Ev kar dihêle enerjiya xwe bi zarok û xwendekaran re xerc bikim. Ew wek zarokên min in."
Kêşeyên ku pê re rûbirû dimîne
Zehra Marwa destnîşan kir ku ajotina otomobîlan pîşeyek ne kevneşopî ye, pir kêm jin di vê pîşeyê de dixebitin û wiha axivî: "Min qet nebihîstiye ku kesek gilî li ser ajotina jinek wesayîtekê bike. Ez ji her tiştê ku ne kevneşopî ye hez dikim. Ez her gav tekez dikim ku jin dikarin karên ku bi kevneşopî wek yên mêran têne hesibandin bikin. Dibe ku piştguhkirina jinan ji ber tirsa ji kirina xeletiyan bû, ev jî min ber bi vê pirsgirêkê ve bir. Ez bûm ajokara otobusa dibistanê û piştre ji bo karên din hatim hilbijartin. Di heman demê de karê muxtar jî dikim. Ez beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên li başûr bûm û bi dengên civakê biser ketim. Ev xeyala min ji zaroktiyê ve ye û îro jî pêk hat. Ew encama dayîn û sebirê ye. Ez hêvî dikim ku ez ê li gor vê berpirsiyariyê û vê baweriyê bim."
Çîroka wê ji bo jinan şahidiyek zindî ye
Zehra Marwa di dawiya axaftina xwe de got: "Berî ku ez bi keyatiya xwe baweriya xelkê bi dest bixim, min bi xebata xwe wek şofêra otobusê baweriya wan bi dest xist. Ez hê jî dikim. Ez otobusên dûr û dirêj, ji Zrarieyê heta Nabatiyeyê û di şert û mercên dijwar de, bi taybetî di serdema êrîşên Îsraîlê de, dajom. Nifşên xwendekaran ji min derbas bûne, hin ji wan mezûn bûne û hin ji wan bûne bijîşk. Ew ji bo min hezkirin û rêzgirtinek mezin in."
Tecrûbeya Zehra Marwa ji çîrokeke serkeftina takekesî bêtir e. Ew şahidiyeke zindî ye ji bo şiyana jinan a derbaskirina astengiyên civakî da ku bigihîjin armancên xwe. Armancên di warên cûrbecûr de, ji ajotina otobusa dibistanê bigire heya qezenckirina baweriya civakê wek muxtar.