Koçberbûn çareserî ye yan xeletî ye?

Sedema koçberbûnê encama xirabûna rewşa siyasî, civakî û aborî ya Başûrê Kurdistanê ye ku koçberbûn lê zêde bûye. Erka desthilatdar û hikumetê ew e ku xizmet û parastina hemwelatiyan ji dagirkerî û şerê navxweyî bike.

 
TERZE TEHA
Silêmanî - Ji ber xirabûna rewşa siyasî civakî û aborî li herêma Kurdistanê koçberbûn zêde bûye her wiha av, karebe, xizmetguzarî, mûçe û pêdiviyên sereke yên jiyana hemwelatiyan di rewşa herî xirab de ye. Ji ber nebûna planan ew ava ku heye vala diçe, karebeyê nadin hemwelatiyan, xizmetguzariya tax û cadeyan di rewşa herî xirab de ye. Mûçe her meh an dereng tê dayîn an jî jê tê birîn. Ji ber nebûna bingeha asayîşê li bajaran partiyên siyasî di herêma pênc milyon kes tê de ne, hev tewanbar dikin, gelek hêzên leşkerî, berpirsên partiyan aramiya xelkê bajaran têk dibin.
Tu parêzgarek nîn e ku li dijî dagirekriyê be, Îran û Tirkiyeyê xwe gihandine navenda sînorên navçeyan û her tim hewl didin nakokiyan bixin nava van herêman. Desthilatdariyê heta niha ne erkê asayîşa civakê û ne jî yê parastinê bi cih aniye, berevajî bûne destek reş û her roj bi navekî cuda bacê ji hemwelatiyan digrin.
Bêhêvîbûna hemwelatiyan ji desthilatdar û hikumeta Kurdan, li gelek beşan hemwelatî cuda kirine. Beşek tenê dixwazin bijîn, beşek riya koçberiyê hildibijêrin; ji bo jiyana baş, ji bo xwe û zarokên xwe riya mirin û jiyanê hildibjêrin. Koçkirin bûye xeyala kesên ku nikarin biçin. 
Daneyên koçkirina li Iraq û herêma Kurdistanê 
Li herêma Kurdistan û Iraqê, di sala 2015’an de 186 hezar û 422 kesan welatê xwe terikandin, 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, çarenûsa 7 kesan jî nediyar e. Di sala 2016’an de 160 hezar û 717 kes koçber bûn, ji vana 78 kesan jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 54’an jî ne diyar e.
Di sala 2017’an de 92 hezar û 691 kes koçber bûn, ji vana 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 67 kesan nediyar e. Di sala 2018’an de 69 hezar û 203 kes koçber bûn, ji vana 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 18 kesan ne diyar e.
Di sala 2019’an de 53 hezar û 240 kes koçber bûn, ji vana 37 kesan jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 10 kesan ne diyar e. Di sala 2020’an de 34 hezar kes koçber bûn, ji vana 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 17 kesan ne diyar e. Di sala 2021’an de 53 hezar kes koçber bûn, ji vana 36 kesan jiyan xwe ji dest dan û çerenûsa 17 ne diyar e.
Bi giştî di nava şeş salên dawî de 649 hezar û 273 kes koçber bûn. Ev amêr didin diyarkirin ku li gorî sala 2015’an rêjeya koçberbûnê kêm bûye. Lê belê di sala 2021’ê de rêjeya koçkirinê li gorî sala 2020’an ji sedî 8.55 zêde bûye.
Zehmetiyên riya koçberiyê  
Ji bo koçberbûnê hemwelatiyên herêmê riya avê hildibjêrin an jî ber bi Belerusê ve diçin. Niha Belerusa Holandayê rê nadin koçber derbasî Ewropayê bibin. Riyên din jî gelek dimînin di nava avê de û gelek caran jî xwe li ber ava zêde ya derye nagrin û ji ber vê gelek koçber jiyana xwe ji dest didin.
Di nav deh rojan de daneyên qurbaniyan
 
Di nava şeş salên borî de 287 kesan di riya koçberiiyê de jiyana xwe ji dest dan û çarenûsa 190 kesan ne diyar e, bi vê re girêdayî gelek caran heftane nûçeyên binavbûna keştiyên koçberan ku di nav de Kurd hene, belav dibin.
Di şeva 21-22’yê Kanûna 2021’ê de keştiyeke 70 kesan ku piraniya wan Kurd bûn, binav bû. Tenê 12 kes jê rizgar bûn. Di şeva 23’ê Kanûna 2021’ê de keştiyek din di deryaya sînorê Yewnanistanê ku 90 koçber tê de bûn, binav bû û 11 kes jiyana xwe ji dan. Di şeva 24’ê Kanûnê de 80 koçberên di keştiyek din de binav bûn, cenazeyê 16 kesan hat dîtin. Di şeva 29’ê Kanûnê de keştiyek din a koçberan binav bû û du kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çima koçber dibin?
Koçberbûn encama rewşa xirab ya civakî, siyasî û aborî ye. Ji ber vê yekê jî hemwelatî rêya koçberbûnê hildibijêrin, bi xwe dibêjin ji ber rewşa herêma Kurdistanê neçar dimînin koçber bibin da ku jiyanek û dahatûyek baş ji bo zarokên xwe dabin bikin.
Lane Omer a temenê wê 33 salî ku di kampeke Yewnanistanê de nêzî nîv saet ji Esînaw dûr e, di 19’ê Mijdarê de herêma Kurdistanê terikandiye û di 22 meha borî de bi riya deryayê ji Tirkiye di saeta 2’ê şevê bi rê ket. Piştî du roj û şevekê gihîştin giravekê û piştre wî anîn kampekê. Laneyê ku berê li herêma Kurdistanê fermanber bû li gel du zarok û hevjînê xwe riya koçberbûnê hilbijartin. Der barê sedemên koçberbûnê de dan diyarkirin ku ji ber nebûna dahatûyek baş a ji bo zarokên xwe, wan berê xwe dane koçberiyê û wiha behsa koçberbûnê kir: “Qaçaxçkaran gelek soz dan lê belê ne wisa bû. Em zêdeyî 105 kesan di nava keştiyeke 14 metreyî de bûn. Em qet nikaribûn em bilivin, nefes girtin gelek zehmet bû. Qeptanek şehreza li gel me nebû, li dûrî cihê ku qaçaxkar me lê bisekinînin. Yên ku me dîtin digotin ev e bi rastî lîstina bi jiyan xwe ye. Ewên ku di dawiyê de dihatin şeqam li serê wan didan û digotin li cihê xwe bin, veger nîn e. Ji ber ew cihê ku em ê biçûnayê gelek metirsî bû. Diviyabû her tim serkeftî bûna, tu riyên dinê tunebûn. Niha ev nêzî 10 rojan e em hatine kampeke ku nîv saet ji Esînaw dûr e. Kampa wan gelek kevin û pîs e. Em bi selametî hatin lê belê ez ne di wê baweriyê de me bi awayek tendûrist jê derbikevin. Hinek ji ew kesên di kampê de pêwîstiyên wan ên germkirinê nîn in û jiyana wan gelek zehmet e. Hîna jî ew welatên ku dixwazin biçinê diyar nekirine lê belê em dixwazin biçin cihekî jiyana xwe ava bikin û dahatuyek baş ji bo zarokên xwe dabîn bikin, ji ber xirabûna rewşa hewayê niha em nafikirin ku ji kampê derbikevin.”
“Em weke kesûkarên Enfalan in”
Tirîfe Îbrahîm li gel du zarok û hevjînê xwe di şeva 20-21’ê Mijdarê de bi keştiyê berê xwe dide Yewnanistanê û berê ji malbata xwe re gotibû em ê biçin keştiyê. Lê belê malbata wan di nûçeyan de dibihîze ku keştiya ew tê de ye, binav bûye. Tirîfe jina malê ye, zaroka wê ya mezin Lawî yê pênc salî, Lîndaya çar salî û hevjînê wê li taxa Qirge ya bajarê Silêmanî dijîn. Binemala wan li Seyîdsadiq in, mehek zêdetir li Tirkiyeyê bûn agahiya kesê ji wan tunebû ku ew koçber bûne. Suzan Îbrahîma xwişka Tirîfe dibêje: “Me ji televîzyonê bihîst ku keştiya wan binav bûye. Me tu caran bawer nedikir ji ber em ne li bendê bûn wê xwişka min biçe. Piştî wê her roj me temaşe dikir şebeke tunebû û me di nûçeyan de dît ku keştiyeke koçberan binav bûye ku tê de xwişka min, du zarok û hevjînê wê jî hebûn. Koçberbûn tu caran ne riya çareseriyê ye. Di dema keştiyê de jî min her tim ji xwişka xwe re digot neçin nêzî avê û zû vegerin. Lê belê xelk jî ji hikumetê bê bawer bûne koçkirin ne tiştek baş e. Niha divê em hewl bidin cenazeyê xwişka min û zarokên wê bidin me. Em daxwaz dikin cenazeyên me bidin me, weke kesûkarên me yên hatin Enfalkirin lê hat. Kî mirî yan zindî vegere em jê dipirsin ka bizanin zarokên me ne di nav de bûn.”