“Keda jinê ya hezaran sal dibin desthilata mêrsalarî de hatiye windakirin”

Siyasetmendar Nermîn Osman têkildarî nedîtina keda jinê got: “Bi salane jin kedê didin û keda wan nayê dîtin. Di nava malê de sînordar kirine. Dema ku ji derve kedê dide mafê wê tê xwarin û sîstema mêrsalarî keda jinê weke berhemê xwe dibîne.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Weke hemû qadên jiyanê aborî jî bi nêrîna jinê û zanyariyên wê pêşketiye. Jinên ji van qadan hatine durxistin û jê bê par mane carekdinê hewil didin cihê xwe dinavê de bigirin. Jinê hewildane xwe di qadên aboriyê de bi cîh kirine derfetê kar ji gelek jinên dinê re jî peyda kirine. Çalakvana medenî û wezîra berê ya kar û barê civakê ya Iraqê Nermîn Osman ji ajansa me re li ser van mijaran axivî.

 “Erkê jinê zehmete û tu beramberek wê nîne”

Nermîn Osman diyar kir ku jin bi xwe kedê dide, ger bixwazin û nexwazin bêyî ku beramberk wê hebe di nava malê de erkê mal, malbat, razîkirina hevjîn û perwerdekirina zarokan li ser milê wê ye, ev karane hemû bê beranbere û qet tu dahatek ya aboriya wê nîne û wiha got: “Azadbûna aboriyê dibe sedemê bi destxistina azadiya fikrî, hilbijartina jinê, dema ku jinek ne xwedî vê serbixwebûnê be wê mêr li cihê wê biryar bide. Ew erkê karê jinên di nava malê de li ser milê ye, ew erk ne li ser milê mêre, di rojekê de dema mêr 8 saetan kar bike, jin di nava malê de 12 saetan kar dike û bê berambere, ew erkê ku li ser milê jinê hatiye sepandin dema dike piştre jêre dibêjin jina malan. Her wiha ew jinên di nava mal û ji derveyî malê kar dikin, rojane erkê li ser milê wana dikin û piştre dema ku karê ji derve temam dike tê malê dest bi karê malê dike û dema mêr ji derve kardike tê malê yekser isterehet dike weke ku tenê erkê ji derve tenê li ser milê wana ye.”

“Bi giştî sîstem ne di berjewendiyê jinê deye”

Nermîn Osman wiha behsa rewşa jinê di sîstemê de dike û dibêje: “Sîstema malbatê hîn di bin bandora civakek mêrsalarî deye, kêm malbat hene dikarin guh nedin wê sîstemê, her wiha di sîstema dewletê de heta niha jî cudahî di nava jin û mêran de heye, bi awayek ku rêjeya jinan di nava desthilat û biryaradanê de gelek kême, ji ber li gora mêran jin ne xwedî hêza biryardanê ye û tenê weke karkerekê lê temaşe dike. Sazî gelek kar di derbarê jin û pirsa jinê de dike, lê belê heta niha nekariye biçe nava malê û aqlê kesê civakê, sedemê wê jî ewe ku jin ji mafê xwe bi temamî ne agahdarin û hewilnedane ku bi mêran bidin famkirin ku jin ji xwedî gelek mafane, ji ber wê divê xebat di derbarê mêran were meşandin ku bikarin mafê jinan bi wan bidin famkirin. Dema ku li mafê hevdû têgihan, civak jî wê pêşbikeve.”

“Divê jin rê nedin mafê wan were xwarin”

Nermîn Osman bi bîr xist ku dema jin diçe di cihek taybet de kar dike ji ber wê nayê tayînkirin, pêşî li mafê wan tê girtin, muçeyê kêmtir jê yê mêran didin wan û wiha domand: “Divê jin bi xwe qebûl nekin mafê wan were xwarin, di beramber muçeyek kêm de kar bikin, hinek caran ew jin dipejirînin ji ber ku pêwîstiya wan bi kar heye, lê belê pêwistbûna bi kar nabe sedemê pêşîlêgirtina mafê wan. Sedemê vê yekê ji ne hişiyarkirina jinan di derbarê mafê wan deye, Pêwîste jin biçin sendikayan û yasa ji bo bidestxistina mafê xwe bi desbixin û daxwaza mafê xwe yê hatî xwarin bikin, herwiha hikumet û cihên taybet divê rewşa dayîkan berçav bigrin.”