Jiyana bi xebat û şoreşê dagirtî
Hemdiya Kûtê ya 65 salî, di rêwîtiya jiyana xwe de gelek êş û azaran ji ber rejîma Baasê kişandiye her wiha di salên 1985'yan de tevgera azadiyê nas dike û hevjînê xwe yê di partiya Şûî de kir Apoçî û li hemberî rejîma Baasê serî netewand. Bi hinceta ku dê nanê sêlê çêbike, agirê Newrozê dada û çend bîranînên din…
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di destpêka naskirina tevgera azadiya Kurdistanê de, dayikan li hemberî rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê serî hildan û bi rengekî pir bi dizî û dûrî çavan, xwe birêxistin dikirin. Dayika Hemdiya Kûtê ya 65 salî ji navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di sala 1985'an de tevgera azadiyê nas dike û ji wê demê ve heya niha bi wî rihî li ber xwe dide û bi hesasiyet nêzî şoreşê dibe û diparêze. Dayika Hemdiya bi rengekî berfireh behsa çend bîranînên xwe kir.
Ji Partiya Çep ber bi naskirina Apociyan û bûyîna dayikeke Apocî
Hemdiya got ku wê di Mijdara 1985'an de tevgera azadiya Kurdistanê nas kiriye û wiha dest bi axaftinê kir: "Beriya sala 1985'an ez alîgira Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê bûm lê min qet tevgera azadiyê nas nedikir, tenê min dibihîst û xalekî min hebû ew Apocî bû. Carekê, di Mijdara 1985'an de hevalek bi navê Kemal ji Bakurê Kurdistnê bû, hat mala me û ji min re behsa partiyê, zext û zilma li ser Kurdistanê kir her wiha ji bo doza gelê Kurd bi çi awayî têkoşînê didin meşandin, kir. Paşê ez bi gotinên wî hevalî bi bandor bûm û ji min pirsî got; ‘Tu yê bibî hevala me?’ Min got erê ez ê bibim hevala we. Paşê em li nêzî 24 malên Kurdan geriyan lê ji ber tirsa ji rejîmê em zêdeyî 5 deqeyan nediman. Piştî 15 rojan ew heval dîsa hat û bi wî re pirtûkeke biçûk hebû, da me û got bixwînin. Jixwe beriya ku ew heval were û behsa Apocîtiyê bike, em heman salê çûn Newrozê li Çolbestan. Li wir konek hebû û şano pêşkêş dikirin û gel xwe li wan digirt û ber bi konê wan ve diçûn, ji ber ku bi rastî pir balkêş û xweş bû. Piştî ku min pirsî, min fam kir ku ew konê Apoçiyan e."
Hevjînê xwe dike Apoçî lê beriya wê hefteyê carek tekmîla xwe digirtin
Hemdiya piştî ku saleke wê di partiyê de diqede hevjînê xwe jî ji Partiya Çepê Şûî dike Apocî û wiha domand: "Carekê dîsa li mala me civînek hebû, ew jî me bi rengekî bi dizî çêdikir ji ber ku wê demê zext û zora rejîma Baasê zêde bû. Hevjînê min hat di qozîka derî re li hevalên hundir nihêrî û min jî dehfek lê da û got; De tu jî derbas be û li civînê guhdarî bike, nas bike çi dibe. Piştî ku derbas bû û guhdar kir, hinekî ew jî bi bandor bû. Piştî civîn qediya û heval çûn, min ji hevjînê xwe re got; Heyran yan tu yê bibî hevalê min, an jî wiha êdî nabe. Ez hevala partiyekê me û tu jî hevalê partiyeke din î, wiha nabe divê ku tu bibî hevalê min. Got ez nabim hevalê te, min jî got tu yê bibî hevalê min û qediya. Êdî wiha min hevjînê xwe ji partiya çepê Şûî xilas kir û kir Apocî. Pir zor bû, piştî salekê ez wî bikim hevalê partiyê. Lê belê, berê jî her roja Înê, em li hev diciviyan û me tekmîla karê hev ê hefteyê dida hev. Mînak wî çi kar ji partiya çepê Şûî û min çi kar ji tevgera azadiyê re kiriye, me hemû digot."
Pembo diçiniyan û avahiyan çêdikirin, heqdestê xwe jî wekî alîkarî didan partiyê
Hemdiya got ku ew di çinîna pembo, lêkirina malan û avahiyan de dixebitî û heqdestê xwe radestî tevgera azadiyê dikir da ku mezin bibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di salên 1990'î de êdî partî di nava gel de û li Sûriyeyê hat eşkerekirin. Wê demê û beriya wê jî me gelek karên çolê wekî çinîna pembo, lêkirina malan û avahiyan dikir. Heqdestê me jî me wekî alîkarî dida partiyê ji ber wê demê partiya me pir xizan bû. Lê di wê demê de jî yên ku ev kar bikirana ji aliyê rêjîmê ve dihatin lêpirsînkirin. Di wê demê de êdî rêjîmê bela xwe ji mala me venedikir û her roj digirtin ser malê, carna hevjînê min û carna jî kurê min Dildar binçav dikirin. Di sala 1992'an de jî keça min Dilber, tevli refên PKK'ê bû. Wê rojê rejîmê dîsa girt ser malê û got kanê Dilber? Wê demê bi qasî ku dostên me hebûn, du qatê wê sîxur jî pir bûn."
"Hevalno birevin, leşkerên rejîmê bi ser me de girtin"
Hemdiya bîranînek di salên 1992'yan de bi bîr anî û wiha bi lêv kir: "Di wê salê de 8 heval li mala me civiyan, civîna wan hebû. Berê 4 li mal bûn û 4 jî ji gundan hatin. Lîsteya navê gundan û pereyê alîkariyê yê ku kom kiribûn jî hemû li pêşiya xwe rêz kiribûn. Di wan kêliyan de hevjîna birayê min got ku rejîm ber bi mala we ve tê. Min derî ji hevalan re vekir û got; Hevalno! Birevin, rejîmê girt ser mala me. 6 hevalên xort reviyan lê rêjîm bi wan hesiya û da pey wan, a baş ew bû ku hevalan xwe di nava zeviyan de veşartin û rejîm nikaribû wan bigre, ji ber ku meha Nîsanê bû hê erd hemû herî bû. Me her du hevalên jin jî veşartin."
Di kêliya herî dawî de, arşîvê xist nava betanê çakêtê xwe
Hemdiya wiha domand û behsa çawaniya veşartina arşîvê kir: "Lê di wê navbera ku rejîmê da pey hevalên me êdî derfet çêbû ku em jî wan arşîvên hevalan veşêrin. Paşê leşkerên rejîmê dîsa vegeriyan û girtin bi ser malê de û teqwiye ji Serêkaniyê xwestin wê demê derdora malê hemû girtin. Piştî ez vegeriyam pere, lîste, al û belavok hemû li şûna hevalan mabûn û êdî rejîm pir nêz bû. Wê kêliyê min çakêtê xwe ji xwe kir û qetand û hemû arşîv, lîste û her tiştê li erdê xist hundirê betanê çakêt û dîsa li xwe kir. Min paçek jî li lingê xwe gerand û li ber dergûşê rûniştim. Leşkerên wan ketin hundir û gotin rabe, min got; lingê min şikestiye, ez nikarim rabim. Piştî ku mal serûbinê hev kirin, tiştekî ango delîlek nedîtin, vekişiyan. Piştî vekişîna wan, min bêhneke kûr kişand û got baş e ev roj jî wiha derbas bû û heval nehatin girtin."
Bi hinceta ku wê nanê sêlê lêxe, agirê Newroza 1997'an dada
Hemdiya behsa çawa û bi çi hincetê agirê Newrozê di sala 1997'an de dada kir: "Şeva Newrozê, rejîmê derdora bajêr hemû girt û got; Em ê nehêlin çirûska agir ji bajêr derkeve. Bû danê rozêrînê û agir ket dilê min, wê demê min got; çawa dibe bila bibe lê ez ê agirê Newrozê vêxim. Min çend dûlabên biskilêtê, text û dar jî danîn ser hev û min ji hevjîna kurê xwe re got; ka hinek arvan bîne, ez ê hevîr bikim û ez ê bêjim ez ê nanê sêlê lêxim lê ez ê agirê Newrozê dadim ger werim darvekirin jî. Min lepek hevîr kir û agirê xwe vêxist, pêtên agir bi ser dîwarê hewşê diket. Hema agir dîtin, girtin ser malê dîsa û di ser dîwar re gotin; ev çi ye? Min got hûn dibînin, ez nan lêdixim. Wî leşkerî got; tu bi Xwedê kî, ev agir agirê nanê sêlê ye? Got vî agirî vemirîne lê min got ez venamirînim û çi dibe bila bibe. Got; ez ê niha biçim hevjînê te bixim zindanê . Min got biçe, jixwe her çend rojan ew dikeve zindanê. Min ji wî leşkerî re got; ger tu hevjînê min bixî zindanê, ez ê jî te bikujim. Bi rastî piştî ev gotin bihîst tirsiya û got vê carê wiha derbas bû lê cara were wê rewş nebaş be."
“Rejîmê bi derziya pûçbûnê hevjînê min kuşt”
Hemdiya da payîn ku hevjînê wê ji aliyê rejîmê ve hatiye kuştin û wiha pêl da gotinên xwe: "Hevjînê min ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi derziya pûçbûnê, adtengdar bû, ez vê tu carî ji bîr nakim. Piştî 8 salan ji pûçbûnê û kişandina êşê di nav cihan de ma, hevjînê min wefat kir. Min malbata xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo mezin û perwerde kir. Keça min Jînda şehîd bû û Dilber jî hê li ber xwe dide û hemû malbat jî di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên perwerdeyê de ne. Kedeke min jî di vê axê de heye, ji lewre ez her tiştî ji bo vê yekê dikim û hemû zorî û zehmetiyan derbas dikim. Divê ku riya şehîdan û serokatiyê were şopandin û xwedî li keda 45 salên derbasbûyî were derketin. Ez ê heya dawiya emrê xwe, vê riyê bişopînim û her kar û xebatê bikim û nabêjim bes e."