Jinên Mexmûrê li ser bingeha ji nû ve avabûnê tên perwerdekirin
Akademiya têkoşer û cangorî Jiyan a li wargeha penaberan a Mexmûrê, ev 23 sal in xebatên xwe yên perwerdekirina jin û jinên ciwan ên wargehê didomîne. Îsal jî li ser bingeha ji nû ve avabûnê bi Meclîsa Îştar re dest bi dewreyên perwerdeyan kirin.
BÊRÎVAN TUNÇ
Mexmûr – Akademiya Şehîd Jiyan, di sala 2003’yan de li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîn û xeyalên têkoşer, cangorî Jiyan ango Zeynep Erdem hat avakirin. Jiyan, di 13’ê Îlona 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana hêzên PDK’ê de ya li ser meşvanên wargeha Etrûşê de nemir bû. Akademiya cangorî Jiyan, ev 23 sal in ji bo perwerdekirina jin û jinên ciwan ên wargeha Mexmûrê xebatên xwe yên perwerdê didomîne.
Akademiya cangorî Jiyan, ji destpêka salê ve bi dewreyên cûrbecûr li wargeha Mexmûrê xebatên xwe yên perwerdê dimeşîne. Berdevka Komîteya Perwerdê ya Akademiya Şehîd Jiyan Keser Bulut, derbarê kar û xebat û perwerdeyên akamediyê de ji ajansa me re axivî.
‘Li ser bingeha ji nû ve avabûnê perwerde tên dayîn’
Keser Bulut, di destpêkê de bal kişand ser armanc û mijarên perwerdeyan û wiha vegot: “Wekî Akademiya Şehîd Jiyan armanc ew e ku em li ser paradîgmaya nû, pêvajoya nû, manîfestoya ji aliyê Rêbertî ve hatî şandin û ji nû ve avabûnê, perwerdeyan bidin. Mijarên me jî li ser heqîqeta zayendî, ji nû ve avabûnê de erkên ku dikevin ser milê me, têkiliyên me yên pergalê, pergala Meclîsa Îştar, ji roja despêkê heta niha têkoşîna zayendî ya hatî dayîn û entegrasyonê ye û me dewreyên cuda cuda da destpêkirin.”
‘Tevlîbûna jinan a ji perwerdeyê re ji bo famkirina pergalê ye’
Keser Bulut, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna jinên wargehê ya li perwerdê wiha domand: “Tevlîbûna jinan a li perwerdê, ji bo famkirina pergalê, ji bo famkirina zayenda xwe, ji bo famkirina erkê xwe yê demê û entegrastonê ye. Her wiha di pergalê de cihê wê çiye, dikare çawa erk bigre û divê di kîjan milê de têkoşînê bimeşînin e. Em dikarin tevlîbûna wan a li nîqaşên nava perwerdê jî erênî binirxînin.”
‘Îsal ji bo wargehê bûye sala perwerdeyan’
Keser Bulut, qala xebatên akademiyê jî kir û got ku îsal dikarin wekî sala perwerdeyê binav bikin. Keser Bulut, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku ji destpêka salê ve li taxan, saziyan û li akademiyê me dewreyên cûrcebûr hatin vekirin û niha jî çend dewreyên me yên perwerdê hene. Em him jinên di nava kar û saziyan û him jî yên taxan de perwerde dikin. Her wiha bi şêweyek berdewamî komek me ya jinên ciwan jî heye ku ev demeke em li akademiyê perwerde didin wan. Armanca me ew e em jinan perwerde bikin ku di nava pergala nû bê avakirin de bibin xwedî erk.”
Banga beşdariya li perwerdeyan
Keser Bulut, bang li tevahiya jinên ciwan kir ku beşdarî perwerdeyan bibin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Banga min bi taybet ji jinên ciwan re ew e ku xwe li ser dîroka xwe, li ser pergal û zayenda xwe bipêş bixin, beşdarî perwerdeyan bibin û erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Her wiha di nava pergala ku nû bê avakirin de cihê xwe bi plan û proje bigrin.”