Jinên Afganî: Werin em li dijî Talîbanê malên xwe biguherînin akademî

Jinên Afganistanê bang kirin ku li dijî zilma Talîbanê divê her mal biguhere dibistan û akademiyan.

BAHARİN LAHİB

Kabil - Jin li Afganîstanê tevî zext û qedexeyên Talîbanê jî ji bo bidestxistina armancên xwe berxwedana xwe didomînin. Zarîfa Karîmî ya dayikek ji Afganîstanê wiha got: “Em dizanin ku ji bo pêkanîna armancên xwe divê em li dijî Talîbanê têkoşîn bikin. Beriya her tiştî divê em rêxistinên xwe yên xweser ava bikin û perwerde ji bo me hemûyan ferz e. Dibe ku ez nikaribim zarokên xwe ji hizra nezan û xurafe ya rejîma Talîban dûr bixim, lê ez ê perwerdeya wan a herî bingehîn bi xwe bidim. Divê dayik jî zarokên xwe xwedî derbikevin.”

“Tarîtiya îro dê bi hewildana kesayetên têgihiştî ronî bibe”

Zerîfe Karîmî anî ziman ku 2 zarokên wê hene û bi bîr xist ku ji dema Talîbanê hatiye ser desthilatdariyê her du keç jî ji xwendinê hatine dûrxistin û ji xwendinê bê par mane. Zerîfe Karîmî diyar kir ku Talîbanê jiyana jinan sînordar dike û wiha berdewam kir: “Ji bo me ji cil û berg, dibistan, muzîk, huner, televîzyon, jiyana kar û hemû jiyanê dûr bixin xebatên bênavber e îmzaya davêje. Em jin ger em nikaribin hilbijêrin me çi li xwe bikin çawa dikarin bibin xwediyê nasnameya xwe? Ger em nikaribin hilbijêrin ka em ê kîjan perwerdehiyê bistînin, em çawa dikarin beşdarî avakirina civakek baş bibin? Divê ez keçên xwe bişînim dibistanên Talîbanê, lê di heman demê de ji ber ku tercîhên xwe yên azad li mal û civakê bikin divê ez wan perwerde bikim. Divê hemû jin zarokên xwe di vê mijarê de perwerde bikin. Tarîtiya îro dê bi hişmendiya kesayetên têgihiştî ronî bibe û kesên xwedî hişmendiyek cuda û têgihiştî di rojekê de mezin nabin, ev bi perwerde û mijulbûnê pêkane.”

"Têkoşîna li dijî Talîbanê bi perwerdê dibe”

Zerîfe Kerîmî anî ziman ku kesên dixwazin Îngilîzî hîn bibin ji aliyê Talîbanê ve tên astengkirin û wiha got: "Talîban bi navê 'zimanê kafir' bang kir ku hînbûna Îngilîzî jî qedexe bike. Divê cîhan van ji bîr neke. Em ji bîr nekin ku mijar ne fêrbûna Îngiliziye em di cîhaneke gerdûnî de dijîn ku yekzimanî lê tune ye. Têkoşîna li dijî Talîbanê bi hişmendî û perwerdehiyê pêk tê. Divê her mal û banek mîna akademiyê bixebite.”

“Piştî hatina Talîbanê tundî zêde bû”

Nadiya Parwanî jî hemwelatiyek bû ku berî Tebaxa 2021’ê li welatê xwe wek erkdarê tenduristiyê kar dikir, lê ji dema ku Talîban rêveberiya welat xist bin kontrola xwe ve bê kar e. Nadiya Perwanî got, “Ji dema ku Talîban vegeriyane ser desthilatê, tundî û zordariya wan li ser me jinan zêde bû. Destûr nedan ku tu jin li derveyî malê bixebitin. Bifikirin, heta bijîjk, xebatkarên tenduristiyê û hemşîre jî... Wezareta Tenduristiya Giştî yekane dezgeh e ku di roja me ya îro de Talîban destûr dide jinan dixebitin. Hişyarî li jinan tê kirin ku neçin bijîşkên mêr, lê nahêlin doktorên jin jî bixebitin.”

“Ez ê li gel hemû zoriyan jî karê xwe bidomînim”

Nadiya Perwanî ku yek ji wan kêm xebatkarên tenduristiyê ye ku destûr hatiye dayin ku vegere ser kar, wiha axivî: “Em bi rastî jî bi hezar û yek tirsan vegeriyan karê xwe. Em bi tirs dixebitin. Talîban her dem hişyarî dide me ku em laçîkên xwe bi rêkûpêk rast bikin û her dem em ji ber jinbûyîna tên biçûk xistin û tenê dihêlin çavê me vekiribe. Ji bo ku jin bikaribe bixebite divê ez hemû heqaretan tehemûl bikim û ez ê tehemûl kirina xwe bidomînim. Ji ber ku ez naxwazim ku Talîban tu carî bigihê armanca xwe. Dixwazin me bitirsînin û bidin revandin. Her çiqas bi bidin tirsandin jî, zext, zordarî û tacîz bikin jî ez ê bi biryardarî çûyîna karê xwe bidomînim.”

“Divê her mal bibe dibistanek”

Nadiya Perwanî bi bîr xist ku li Afganîstanê hejmara jinên xwendî kêm e û wiha got: "Helbet divê her malek mîna dibistanekê bixebite û berevajî her tiştî ku Talîban hewl dide di nava me çêbike, divê dayik û malbat mezinkirina zarokên xwe bi zanebûn ji xwe erk bibînin.”