Ji şahidên komkujiya gundê Koço Bêzar Berces

Bêzar Berces a ji komkujiya gundê Koço ya 15’ê Tebaxa 2014’an rizgarbûye û niha li gundê Til Qeseb dijî got: “Wê demê hemû gundiyên di nava Koço de mabûn bê ser û şon kirin. Ger hinek sax maba di nava 7 salan de me dê agahî ji wan girtiba. Niha Koço tev goristane…”

EVİN ZENDA 
Şengal - 3 yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, di navê de jin, zarok, kal û pîr jî heyî ji 5 hezaran zêdetir Êzidî bi awayek hovane qetilkirin, bi hezaran êsîr girtin û Êzidiyên ku ji qirkirina nijadî xilasbûn koçberî gelek deverên cîhanê bûn. Li Şengalê li gel 80 gorên komî bi dehan mezar hatin dîtin. Ev hemû ayîdê dema êrîşên DAIŞ’ê ne. Piştî 7 sal bi ser komkujiyê re derbasbû gorek komi ya cenazeyê 104 Êzidiyan têdebû hat dîtin. Nîsana 2019’an 104 cenazeyê mêran ji gora komi ya gundê Koço yê derxistin û ji bo otopsiyê şandin Paytexta Îraqê Bexdayê. Sibata 2021’an nasnameyên cenayezan hatin tespîtkirin û li ber bîrdariya Leşkerên Kiriyarnediyar a Bexdayê bi merasîmek fermî ji bo definkirinê cenaze şandin memleketê wan Şengalê. Cenaze li gundê Koço bi girseyî hatin pêşwazîkirin û sipartin axê.
Êrîşên çeteyan ên ji 3’ê Tebaxa 2014’an despêkirin, 15’ê Tebaxê jî dora gundê Koço girtin û nehêlan yek kes ji gund derkevin. Ji 15’ê Tebaxê û şon de gundê Koço bi komkujî û felaketên bi ser de hatî di raya giştî de hat nasîn. Li gel hemû êrîşên tinekirinê jî jinên gundê Koço bi hêzek mezin li gund û bîranînên gund xwedî derdikevin. Emê îro bi hev re çîroka jiyana yek ji jinên weke situna gunde û her kes jê hêzê digire bi hev re ji wê bi xwe guhdarî bikin.  
Hîna 5 gorên komiyên li gundê Koço li benda vekirinê ne 
Koço gundê dawi yê Başurê Çiyayê Şengalê ye ku 25 km ji navenda Şengalê dure û her wiha dikeve navabera Şengal û Baacê. Berî fermanê hejmara şêniyên gund derdora 1700 kesibûn ku ji eşira Mendika ne. Piştî çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagirkirin, hefteyek mûlet dabûn Êzidiyên gundê Koço ku misilmaniyê qebûl bikin. Lê şêniyên Koço ji bîr û baweriya xwe nehatin xwarê. Piştî 7 rojan yani 15’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê yek ji ruyê xwe yê herî qirêj li vî gundî nîşandan. Nehiştin yek kes ji gund derkeve hemu ciwan û zilamên Koço qetil kirin. Jin û zarok jî firotin. Di nava 24 demjimêran de 700 kes hatin qetil kirin. Nêzi hezar kesê jî hat revandin. Niha 5 gorên komî li gundê Koço hene û tê texmîn kirin ku nêzi 400 kes di van goran dene. Êzidiyan di 6’ê Sibata 2021’an de cenazeyê 104 Êzidiyên di fermanê de hatibûn qetil kirin li Koço sipartin axê, lê hîna jî çarenusa bi sedan gundiyên Koço nayê zanîn.
 “Tenê daxwaza me ewe em li ser kok û eslê xwe bijîn”
Me ji bo çirokek ya fermanê berê xwe da Til Qeseb û ji şêniyên wê xwest ku malbatek a Koço bi me bidin nasîn. Wana jî mala Dayê Bêzar nîşandan. Dema Bêzarê em ditin zanî em ragihandinin û li gel pêşwaziya xwe ya gerim gazinên xwe jî di dilê xwe de nehişt û got tu feydeya gotinê nîne. Bêdengiyekê xwe li derdorê pêça, ji ber me tevan dizani ku dayê Bêzar jî bêzar bûye. Ew ji bê dengiya cihanê bêzar bûbû. Ji bo wê gotibû ez êdî napeyivim. Piştî demekê me sohbeteke xweş kir û bêyi ku em jê re bêjin got de rabin heya em ji xwe re nekin kesek ji mere nake.
Dayê Bêzar bi axinek kûr a ji dil û hinavan bi van gotinan dest bi çiroka xwe kir: “Navê min Bêzar Berces ez ji gundê Koço me. Tevahi jiyana min li Koço derbaz bûye. Ez di temenê 15 salî de zewicîme. Beri fermanê jiyana me li Koço xweş derbaz dibû. Tevahi şêniyên Koçu li ser kar û barên xwe bûn. Me pez xwedî dikir û baxçeyên me hebûn, her kes li keda xwe xwedî derdiket. Ez texmin dikim Koço 60-70 sale avaye. Em berê li Xinisiyê bûn, peyre me ji xwe re erd kirî û hatin Koço. Êziditî dostanî û mirovanibû, ji ber Êzidî li ser baweriya xwe bûn ji bo wê, ev 74 fermane li ser me de tê. Ji ber em miletek bê gazind û bê gunehin ji bo wê ye fermana li ser me tînin. Yan na me daxwaza textê kesê ne kiriye. Em tenê dixwazin li ser kok û eslê xwe bijîn. Careke din di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermaneke din li ser civaka me de anîn. Di vê fermanê de, bi hezaran keç, xort, pir û kalên me hatin qetil kirin. Em ji bo firotinê birin dewletan. Ji Şengalê bigre heya her deverê Êzidî birin û cihên ku birinê qetil kirin. Gundên me talan kirin, hema hertiştê me pêre çû. Ya ji tevan girantir mirovên me çûn em ber malê dinyayê nakevin. Ger ewqas kes nehatiba qetil kirin me ewqas xem nedixwar, bila gundên me çûbana miratê nexembû. Ma heyfa kê û ne kê… Heya em nemirin û ax me nexwe em ê karesata fermanê taybet jî Koço ji bîr nakin…”
“Nizanim em çawa sax man”
Bêzar bi zimanek çîrokî qala hatina fermanê dike û dibêje: “Despêkê gotin hinek îrhabî hatine Mûsilê dagirbikin, paşê gotin Tilehferiyan bazdan, pir nekişand li Sibayê û Gir Zerik dengê çekan hat. Me pirs kir gotin nava Ereban û Til Izêr de şer derketiye, lê tiştek nabe belki dixazin parçeyek ji Şengalê bigirin. Ji demjimêrên 3 yê êvarê heya 7’ê sibê şer domkir. Me jî tiştek nedizanî, em weke ker û lalanbûn. Heya ferman bi ser me de anîn kesê tiştek ji mer re negot. Serê sibehê hatin gotin her kes nasnameyên xwe bi xwe re bînin û werin dibistanê. Me ji nû de amadekariya revê kir. Hevjinê min got: ‘Ez nayên ji ber muxtarê me nayê ez ji wê pêre bim lê hûn biçin Solaqê heya rewş aram dibe. Min jî zarok girtin û çûm Solaqê. Em nêzi 50 kesan bûn. Demjimêr 11’an me dit çend telqe li me kirin. Em jin û zarok di malê de bûn hatin dora me girtin, mêr tev li cemhevbûn hatin ew tev birin û aleke li pêşiya seyareya xwe li pêşiya malê vekirin û derî li me jinana girtin. Peyre yek hat dergeh vekir û got: ‘Netirsin tiştek nîne.’ Em çawan netirsin wele em li cihê xwe hişkbûn. Me got vaye mala me çû miratê. Heya demimêr 4’an em li wir man peyre seyare anîn û em lê siwar kirin birin gel dikanên Solaxê em nêzî 100 mirovanbûn. Em tev kom kirin me zilam neditin ew birin. Heya demjimêr 4’an em li ber  derê wan dikanan dan rawestandin, kasetên Quranê dan ser û şekir belav kirin. Paşê jî em tev li seyareyan suwar kirin û birin Tilehfer berdan nava dibistanekê. Dema em çûn hindir me dit tejî mirovin. Hinek mirovên me yên din li Qendila Şengalê ew jî hatibûn girtın nêzî 100 kesanbûn. Ji wan re gotibun bibin misilman em we sax bihêlin lê ger hûn nebin misilman emê we bi kûjin yên nepejirandi ew birin û kuştin. Ji wana yek tiyê min bû, ji ber got: ‘Nabim misilman’ ew ji nava qafîleyan derxist û birin cihekê kuştin. Yê bêdeng bûn jî anîn Tilehfer  gel me. Em 15 rojan di wê dibistanê de man. Nizanim em çawan saxman. Em ji kul û derdan re man…” 
“Di berdêla keherebê de em berdan”
Bêzar a di destê çeteyên DAÎŞ’ê de girtî mayî bi qehrek mezin behsa wan rojan dikir û got: “Av, sabûn nebû, dayikên xwedi zarok gelek zehmetî dikşan ji ber zarokên wan qirêj ban ne av bû ne jî pêwistiyên zarokan hebûn. Jiyana me rezil bû me gelek rezaletî dît. Rojekê hinek mêr anîn gotin werin ev zilamên we ne, emê we bidin wan û ji xwe re rihet jiyan bikin. Yê anîbûn zilamên Şia bûn. Piştre em birin gundekê jêre digotin Kesrilmehra, em 9 mehan li wi gundî man. Ne şuştin bû ne jî tiştek. Tenê çavê me li riyekê bû kû yek  bê me rizgar bike. Me têra xwe rezîlî û rebenî dît. Peyre wan em berdan. Em nizanin lê gotin hun di berdêla kehrebê de berdane. Her roj bazar ser me dikirin. Em jî di berdêla kehrebê de berdan. Em hatin lê bi sendan mirovên me çûn winda bûn. Şeref û namûsa me çû, keç û bûkên me li Surye hatin firotin. Tiştek nema me nedit û bi serê me nehat. Koço golemel bû zilam tev birin ber xendekan kuştin, jin û zarok li Tilehfer kom kirın, yên bedew ji xwe re dibirin difirotin, yên din ji dikirin xulam, hinek keçên me bi cigaran hinek bi residekê difirotin.”
“Axa mirovan weke rihê mirovane”
 Bêzar a ku ji malbata xwe 8 kes di fermanê de windakirî piştî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar dibin berê xwe didin qampên Başûrê Kurdistanê û wiha behsa wan rojan dike: “Mala me bi heft miratî birin. Hema tevahî qirêjî bi jinên Êzidi kirin. Keçên me yên biçuk ji kuştinê xeraptir lê kirin firotin 10 zilamên pis, dinava me jinan û zarokan de keçikên biçuk nû ciwan bi pora wan digirtin û dibirin didan zilaman, me nedikarî em tiştekê bikin, tenê em di hinavê xwe de dişewitin û digiriyan. Em weke nokeke li kevir bikeve perçe perçe kirin û belav kirin. Ji mala me 8 Şehîd hene, hevjinê min û sê birayên wi, her birayekê ji dû kurên wi bi gişti 8 xort ji mala me Şehîd ketin. Xesuya min jî li Tilehfer kuştin. Dû zarokên min û birayê hevjinê min yên dîl ketibûn destê çeteyan ew jî rizgar bûn. Piştî rizgar bûnê me berê xwe da kampên Başûrê Kurdistanê. Jiyana wê jî têra xwe dijwarbû hew me kirî li ber xwe bidin, li gel ku rê nebû jî bi zorê me xwe gihand gundê xwe. Ev saleke em hatine  mala xwe. Axa mirovan welatê mirovan ji hertişti girinktire. Mirov li ku be dixwaze hertim li wir be. Bêhna mirovan bi axa mirov tê. Binêrin niha Koço li beramberê meye. Em nikarin biçinê ji ber tev qetil û xwine. Koçoya me bûye goristan lê hîna bêhna me lê derdikeve. Sebra me li tu deverê nayê. Mirovên me yên li başur kirin û nekirin gotin werin ser erdê me, me nepejirand yên pir tiştek li wan ne dikirin lê yên biçûk mala wan dibirin miratê. Girtiyên li dibistana Tilehfer mayin piştî em beramberî kehrebê berdan yên mayin zarok jê girtin birin Suriyê û yên din tev kuştin û xistin gorên komî de. Weke berxên ber dayikên xwe ew zarok ji yên 2 salî bigire heya yên 12 salî tev birin xwedê dizane niha çi biwan dikin û niha ew zarok çî dijîn.” 
“Koço tev goristane”
Bêzar ê dixwaz kir ku kareseta Fermanê li hemû cîhanê bê nasîn û got: “Ma ez hê çi bêjim hinek tişt digotin aqil bi serê mirovan nedima goştê zarokan didan dayikên wan. Jin weke pez difirotin li bazaran keçên me firotin. Mala Êzidiyên Şengalê xera kirin, bi taybet jî yên Koço, ji hinek malan kesek nemaye. Hinek birin gel bircê hemedan li wê tev kuştin, dîmen jî hebûn 50 seriyên qurbaniyan di wan goran de bûn. Gelek ji wan jî bê ser û şune. Ev 7 sale ji şêniyên Koço kes nediyarin, ger saxbana wê her me dinava van salan de agahiyek ji wan girtiba. Ji yên di nava Koço de mayîn kese rizgar nebûn. Ji bo wê ye em ji wan agahî nagirin. Jiyana me ji vê xeraptir nabe. Em nikarin biçin Koço ji ber Koço bûye Gundê Qurbaniyan û tev goristane, ji bû wê em li Til Qeseb dimînin. Bila her kes dengê me bibihîse û ji bo karesata fermanê ji bo windahiyên me tiştekê bikin. bila sucdar bên cezakirin. Heya em nemirin û axê nedin ser me emê kula fermanê jibîr nekin û emê terka ol û baweriya xwe nekin. Me gelek dit û çû, işala xwedê heqê me ji wan re nahêle. Em bi dînê xwe serbilindin, ji ber dinê me dinek piroze. Ji me di qehirin ji ber em Êzidî pak û paqijin. Xwedê heqê me ji wan bisitine.”