"Ji bo Parçeyek hestî û cilûbergek jê mayî bibinin, cîhê ku em neçûne nemaye "

Recep Diker ê, ku piştî gefên Hîzbullahan li navenda Amedê winda bû, ji we rojê ve agahiyek jê nehat girtin. Hevjina Recep Diker Leyla Diker diyar dike ku bi hêviya dîtina kevirek gora wî cîhek nemaye ku neçûye û dibejê zarokên wan hîn jî li benda agahiye ne.

Recep Diker ê, ku piştî gefên Hîzbullahan li navenda Amedê winda bû, ji we rojê ve  agahiyek jê nehat girtin. Hevjina Recep Diker Leyla Diker diyar dike ku bi hêviya dîtina kevirek gora wî cîhek nemaye ku neçûye û dibejê zarokên wan hîn jî li benda agahiye ne.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Recep Diker navê çîroka vê hefteyê ya li ser xizmên windayan e, ku me ew ji diroka salên 90’î derxist û daxwazên malbatan ên dadê nû kir. Recep Diker ê ku piştî bi sirgûn û gefan re têkoşiya li Amedê bicîh bûye û ji wê rojê ve agahiyek jê ne hatiye girtin. Hevjina wî Leyla Diker ev 27 sal in li hêviya agahiyek ji hevjinê xwe bigre dijî.  
Recep Diker li gundê Kayadere (Ferhênde) ya Farqînê dijiya weke hemû gundiyan dexta pejirandina cerdevaniyê lê dihat kirin. Ji ber ku gundiyan ev qebûl nekir, gund sê caran ji hêla leşkeran ve hate şewitandin. Piştî şewitandina gund, malbatê koçî navenda Farqînê kir. Recep Diker li gund ji hêla leşkeran ve li navendê jî ji hêla Hîzbullahan ve tê tehdît kirin. Recep Diker ê ku mecburî gefên "Ger em te dîsa li vir bibînin, em ê te bikujin" dibine, diçe ba birayê xwe Abdurrahman Diker ê ji Farqînê yê ku li navenda Amedê dijî. Recep Diker dema ku li ba birayê xwe dimîne diçe kar. Recep Dikerê ku ji bo kar ji mal derdikeve winda dibe û  heta îro jî agahî jê nay girtin. Malbata ku piştî danezana windabûnê serî li qereqol û saziyên dewletê dane, lê tu agahî jê negirtine. Recep Diker ê ku di 1994’an de winda bûye ji wê demê ve dijî najî ti agahî jê nehatiye girtin.
"Gefên dewletê li sirgunê jî dewam kir "
Leyla Dikera ku hevjina Recep Diker, ya şahidê pêvajoyê  bûye da zanîn ku salên 90’an li her devera lê jiyane hatine tehdîdkirin. Leyla Diker diyar kir ku ji ber zexta cerdevanan gundên wan hatine şewitandin û ew neçar bûne ku ji gund koç bikin û bilêv kir ku ji bîranînên wan rojan pê ve tiştek ji wan re nemaye. Leyla Dikera ku destnîşan kir ku hevjînê wê piştî ji gundê xwe derket ji aliyê Hîzbulahan ve hat tehdît kirin û wiha dom kir: “Wê demê him li vir û him jî li Amedê gelek girtin û kuştin hebû. Em ji ber leşkerên li gund reviyan, hatin vir, li vir ji ketin pey me. Hîzbulahan hertim bi berdewamî gef li hevjinê min dikirin. Li dijî vê yekê rabû û çû Amedê cem birayê xwe. Piştî çûndûna wî me çend caran ji wî agahî girt. Piştî roja windabûyî, me nekarî tu şop û agahiyêk jê bigirin. Kesî ji me re negot ka ew li kuderê ye.
"Di van 27 salan de cihê em neçunê nemaye” 
Leyla Diker piştî windabûna hevjinê xwe, zor û zehmetiyên dîtiye wiha tîne ziman: "Me serî li hemî qereqolên polîsan da, lê me tî agahiyêk jê negirt. Zarokê min ê herî biçûk wê demê yek salî bû. Min zarokên xwe di nav zor û belengaziyê de mezin kir. Em bi pir tiştên zehmet jiya û bi piştevaniya dostên xwe hatin van rojan. Daxwaza min û hem ji bo zarokên min ew e ku em ji Recep agahiyêk bistînin.Em dixwazin fêr bibin ka çi bi wî hatiye, dijî najî hîna jî em nizanin. Zarokên min bi salan e ji bo dîtina gora bavê xwe têdikoşin. Ji bo parçeyek hestî û cilûbergê ku jê mayî bibinin ev 27 salin cihê ku em neçûnê nemaye.”