Ji bermahiyên şer, strageh avakirin…

Cemîla Ebdellah a ku tevî malbata xwe li gundê Şêx Elî dijiya, neçar dimîne ku ji ber êrîşên dijwar yê dewleta tirk a dagirker ji gund derkeve û li gundê Til Şinan di konekî de bijî. Cemîla behsa rêwîtiya koçberiya xwe kir û da zanîn ku were xwestin wê di cihê mirîşkan de jî bijî lê tenê li ser axa xwe û di gundê xwe de be.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Gundê Til Ruman yek ji ew 33 gundên Aşûriyan e, li qiraxa Çemê Xabûrê di navbera Hesekê û Til Temirê de ye. Di encama êrîşên DAIŞ'ê li ser gund de dêra wê gelek zirar dît û malên wê hatin xirakirin, her wiha li ser dîwarên dibistana gund jî bandora çekên giran ên di şer û pevçûnan de hatine karanîn xûya dibe. Mirov di gund re derbas bibe, ew hestê êrîşan, koçberiya şêniyên wê yê aşûrî, rawestîna zingilê dêrê û dîmenê şer û pevçûnan û qêrîna revandina jin, zarok, kal û pîrên aşûrî, wê were guhan û ew dîmen di ber çavan re wekî kurtefîlmekê derbas bibe.
Piştî ku aşûriyên wê koçî welatên Ewropayê bûn, niha çend malbatên aşûrî li gund dimînin, rê û resmên olî û cejnên ku bi wê dêrê ve girêdayî ne pêk tînin. Niha êdî dengê zingilê dêrê roj, nîvroj û di saetên şevê de lê dikeve û wekî mizgîniya aramiyê li derdorê belav dibe. Ev gund bi sedan koçberên Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê û Zirganê hembêz kirin e û bi hev re dijîn. Koçberên ku di destpêka êrîşan de hatine xwe li gund girtine li malan hatin bicih kirin lê yê ku vê dawiyê hatin, ji ber ku malên vala neman kon vegirtin û tevî pezê xwe di konan de bicih bûn, bi hêviya ku rojekê ew xewna wan bibe rastî û veger in gundê xwe. Malbata Cemîla Ebdellah jî yek ji wan malbatên ku xwedî mal û milk bû, lê di encama êrîşan de hemû xirabûn û talankirin, niha tenê di konekî 6 mitro de tevî 10 zarokên xwe dijî. Wekî ku mirov di bûhiştê de be û ji nişkêve noqî dojehê bibe, ji gundê xwe ji ber top û balafiran koç bûn û di konekî de dijîn. Piştî ji gundê xwe koç dibe, du salan li gundê Til Şinan dimîne û nêzî 5 heyv in li Til Ruman dijîn. Da ku em bêtir çîroka Cemîla hest, daxwaz û hêviyên wê nas bikin me berê xwe da gundê Til Ruman û lê guhdarî kir. 
Ji bermahiyên şer, strageh avakirin
Cemîla wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji bermahiyên malên ku di encama êrîşên DAIŞ'ê de hatibûn rûxandin, me konê xwe pê sererast kir. Ji wan bilokên şikestî ku temenê wê vedigere salên 2000'an û belkî zêdetir jî be, me kom kirin û dîwarekî çar koşe bi axê lêkir da ku em wê wekî mextebê bikar bînin. Aşûriyên gund di encama şer de koç bûn, em jî hatin û ji nû ve gund şîn kir ruxmî xirabûna wê û lê bicih bûn. Me ji malên rûxiyayî, konê xwe avakirin û ji xwe û lawirên xwe re kirin strageh."
Ji maleke mezin ber bi konekî 6 mitro bêyî serşok û kilêr
Cemîla behsa konê xwe dike ku ji çi pêk tê û zehmetiyên ku pêre rû bi rû dimîne û wiha domand: "Wekî her kes dizane, mal ji gelek mangeyan tevî cihê serşûştinê û mutfaxa xwarinê pêk tên ev yek li gel mangeyên ku keç û xortan û mêvanan ji hev cûda dike. Lê konê min ne wiha ye, em 10 kes di konekî 6 mitro de dijîn bêyî ku cihê serşûştinê û mutfaxa xwarinê lê hebe. Duh min bermîla mazotê bir cem dikanekê ku ji min re bibire û bike du alî da ku qirşikên ji newalê kom dikin, tê de vêxin û ji zarokan re deyînim. Ji ber ku 15 hezar xwestin û ew derfetê me nebûn ku em bidin me çênekir. Soba me heye lê me germ nake û mazot têra me jî nake ku em demeke dirêj bikar bînin."
“Konê me dilopan dike, tiştên razanê û kincên zarokan şil dibin”
Cemîla got ku di vê zivistanê de konê me dilopan dike û wiha pêl da gotina xwe: "Raste îsal baran kêm e, lê dema ku dibare jî wekî ku di hundir de ye, ji ber konê me dilopan dike û hemû tiştên me yên razanê û kincên me şil dibin û gelek caran jî avî digrin. Pez ê me jî ji hişkbûna îsal zirar dîtiye û baran tune ye ku şînkayî çêbibe û pez ê me biçêre. Em bi xêra van 20 serî pez dijîn û debara xwe dikin, lê dema ku berhemê wan jî kêm be em jî pê diêşin. Êm pir buha ye û em nikarin bikirin. Ji maleke ku dîwarê wê bi ser hev de hatiye rûxandin, pez ê me di hundirê wê de dimîne. Sar e û zehmete lê em neçar in ku wiha bikin."
“Du sal in em ji ber êrîşan dûrî çandiniyê mane” 
Cemîla behsa çandiniyê kir û got ku niha erd nema ye ku em tovên genim û ceh lê bireşînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku em koçber bûn, erdê me jî çû em êdî nikarin wê biçînin û newêrin ku nêzî wê bibin ji tirsa ku dagirker me gulebaran bikin. Du sal in û me çandinî nekiriye û di nava zeviyan de tov nereşandin e. Berê debara jiyana me li ser çandiniyê bû, ê niha erd jî çû û çandinî jî nema. Ne tenê ev, ger hinek jiyana xwe ji dest bidin û hebin û karibin wê/î li gund veşêrin baş e. Heya ku em nikarin biçin cihê miriyan jî û sersaxiyê ji wan re bixwazin. Em dûrî erkên civakî yên ku ji me tên xwestin ketine."
Cemîla bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Eger em derkevin derveyî welat û wekî padîşahan jî bijîn lê dîsa em ê bi hesreta welatê xwe bin, ji ber pêşeroj û hebûna me li vir e. Tu carî xerîbî nebûye welatê me, em jî dest ji axa xwe bernadin. Demeke û wê ev ewirê tarî bi ser me de here. Bila ez vegerim gund, ger mala me tevahî rûxiyayî be û tenê pîna mirîşkan jî mabe ez ê lê bijîm."