Jinên koçberên şer di nava bêderfetî û mercên herî xirab de ne

Li Idlibê jinên temenê wan mezin di nava koçberî, windakirin û bê ewlehiyê de ne. Gelek ji wan zarokên wan hatine kuştin, gelek ji wan hevserên wan. Tevî êşa ku ji ber koçberiyê dijîn, xemgîniya derketina ji war û malên xwe, mercên xirabtirîn ên madî û manewî jî; jiyanê li wan herimandiye û di nava bêçariyê de hewl didin rojên xwe biborînin.

 

SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Jinên temenê wan mezin li bakurê Sûriyeyê di nava şert û mercên pir bi aloz de dijîn. Di nava hejarî, koçberî û windabûnê de jiyana xwe diborînin. Şerê li Sûriyeyê wisa şopên xwe li ser rûyê wan hiştiye ku westandin û qermiçokên wan zêde bûne, nexweşî, koçberî û tunebûna lênêrîna mercên tenduristî û civakî jî li ser wan zêdetir bûne.
Pîrejina bi navê Xedîce El-Malîşo dema ku behsa mirina hevjînê xwe û sê zarokên xwe yên di şer de dike, nikare hêsrên xwe veşêre, bi dengekî lerzok dibêje: "Sê kurên min kuştin ê yekem bû qurbaniya girtina ji aliyê bendên rejîmê ve û di girtîgehên wan de jiyana xwe ji dest da. Yê din di bombebarankirina bazara bajarokên Marat El-Numan de û yê sêyemîn jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kuştin. Heta hevserê min di encama krîza dil de ji ber zarokên xwe û şert û mercên xerab piştî koçberkirin û niştecihbûna li van kampên sar, ez bi tenê hiştim û jiyana xwe ji dest da.”
Xedîce El-Malîşo gazinan ji tenêtî, xizanî û tunebûna alîkariyê dike. Ew nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bike ger ku xêrxwaz xwedî lê dernekevin, bi taybetî peydakirina dermanên nexweşiya şekir û tasiyonê. 
Li kampên penaberiyê bi rastiya jiyanê ya tal re rûbirû ne
Jinên extiyar li Idlibê rûbirûyê rastiyeke jiyanê ya tal in di kampên penaberiyê de ku tu kes guh nade êşên wan ên berdewam ji bo destek, alîkarî û piştevaniyê ji wan re pêşkêş bike. Zehmetî ne tenê bi koçberbûna wan û hebûna wan a bê piştgirî, stargeh û nanxwarinê re sînordar e; bîranînên wan ên di malên wan de ku neçar man ji ber bombebaran, mirin û wêraniyê dev ji wan berdin, êş û xemgîniya wan girantir dike.
Hiyam El-Eswed, a 60 salî, ji ber rastiya xwe ya trajîk bêdeng nemaye loma jî ew ji ber hevjînê xwe yê kor û neviyên xwe yên sêwî ve xebitî û teslîm nebû. Wê wek xebatkar di rêxistineke civaka sivîl de li bajarê Sarmeda, li bakurê Idlibê dest bi kar kir û tevî westandina xwe, wê dest ji hêza xwe berneda. 
Hiyam El-Eswad bi awireke tije ji derd û zehmetiyên jiyanê, hestên herikbar û hestên serhildêr, dibêje ku ew nikaribû li benda wan kesên ku dilgiraniya rewşa wan a "xirab" bikin bimîne û wiha didomîne: "Şer dilê me şikand û zarokên me winda kirin, em hewl didin tiştên ku li dû me mane biparêzin.
Jinên temenê wan mezin ji her alî ve di nava mercên xirab de dijîn
Hiyam El-Eswed hêvî dike ku di zûtirîn demê de xem û janên wan bi dawî bibin da ku karesata bi hezaran mirovan bi dawî bibe û piştî hemû êşên ku kişandine vegerin malên xwe.
Di nava gelek zehmetiyên jinên temenê wan mezin, di hemû astên derûnî û civakî de rastî wan tên de, di ser de jî ew bi hewceyî lênihêrîna tenduristiyê ne ku kêm dikarin bi dest dixin. Bi taybetî ji ber belavbûna pandemiya koronayê covîd-19 ya ku bûye sedema jiyana gelek kesên ji wan. Ew ji ber nexweşiyên kronîk û zehmetiya peydakirina dermanan êşê dikşînin, di nav windabûna, buhabûn û qutbûna wan de ne.
Pispora Civakî Amal Al-Zatour a 35 salî got ku şêwaza jiyana mirovan bi temenê wan re diguhere û ev yek bandorê li tenduristiya wan a derûnî û bedenî dike. Guhertinên kariyerê û windakirina hezkiriyan yek ji wan guhertinan in ku bandorek neyînî li tenduristiya derûnî dikin û zû dibe sedema fikar, depresyon, îzolasyona civakî, zehmetiya xewê, bêhêvîbûn û hestên tevlihev ku bixweber giraniya nexweşiyên kronîk bi jinên temenê wan mezin re zêde dike.
Ji ber koçberî xizanî û tunebûna derfetan rewşa neyînî naguhere
Ew amaje dike ku hemû rewşên ku naguherin îro bi koçberî, xizanî, nebûna lênêrînê û guhdanê re û nebûna dahatek aram û malên lênêrînê ji bo kal û pîran re têkildar in ku encamên van nîşaneyan zêde kirine û êşa kal û pîran bi awayekî qat bi qat zêdetir bûye.
Amal Al-Zatour bang li rêxistinên civaka sivîl dike ji bo jinên bi temen ên li Bakurê Sûriyeyê yên ku jiyan li wan teng bûye bixebitin piştgiriya madî û manewî ji wan re pêşkêş bikin her wiha wan beşdarî kar û çalakiyên civakî bikin.
Li gorî amarên tîma "Koordînatorên Bersivdana Sûriyeyê" hejmara kal û pîran li bakurê Sûriyeyê gihîştiye 417 hezar kesî ku 175 hezar ji wan di kampên koçberan de dimînin û di şert û mercên zehmet ên mirovî de dijîn, bi taybetî kesên xwedî hewcedariyên taybet.