Ji ber şer û koçberiyê zarokên Idlibê ji xwendinê bêpar dimînin

Zarokê bi navê Mohab Husên ê 11 salî piştî ku di dawiya sala 2019’an de ligel malbata xwe ji bajarê xwe Maarat El-Numan koçber bûn û li kampên ne fermî yên Sarmadayê bi cih bûn, xwendina xwe rawestand. Mohab dibêje ku ew di pola sêyem a dibistana seretayî de bûye dema koçber bûne û nikaribûye careke din vegere dibistanê ji ber nebûna dibistanan li kampê.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Ji ber salê 11 salan ê li Sûriyeyê, di perwerdeya li kampên Idlibê de asteke pir xirab û berbiçav xwe nîşan da. Ligel bilindbûna pêlên koçberî û nekarîna qebûlkirina dibistanên nêzî kampan, hejmara xwendekaran zêde dibe. 
Hejmara kampên koçberan gihîştiye nêzî 1,489 kampan ku 1.6 milyon kesî digre nav xwe, di nav wan de 680,000 zarok ji xirabûna rewşa di beşa perwerdeyê de bi zêdebûna hejmara zarokên dibistanê re û ji ber nebûna navend û dibistanên têr ên xwendinê, êşê dikşînin.
Piştî koçberiyê derfeta xwendinê çênebû
Mohab Husên daxwaza xwe ji bo berdewamkirina xwendina xwe tîne ziman lê dibêje ku piştî niştecihbûna wan a dawîn li devereke çiyayî ya dûr ku perwerde û xizmetguzarî tê de nîne, mijara perwerdeyê zehmet bûye.
Mohab Husên kêfxweş bû ku projeyek perwerdeyê heye hin kes behsa wê dikin ku dê di demek nêzîk de li kampê were damezrandin lê ew nizane dê zû yan dereng ev proje çêbibe, û gelo ew ê bikaribe xwendina xwe bidomîne piştî wê navberê. Mohab wê yekê meraq dike.
Rojê saetek ji bo biçe dibistanê dimeşe
Rewşa zarokê bi navê Esad El-Burxul ê 11 salî naşibe ya Mohab Husên, ji ber ku wî tevî hemû şert û mercan dest ji xwendina xwe berneda. Ew zêdetirî saetekê dimeşe û diçe dibistana xwe ya li bakurê kampa wî li bajarokê Kalî, li rojavayê Idlibê. 
Esad El-Burxul dibêje: "Ez her roj di encama meşa dirêj de ji lingên xwe êşê dikşînim û tiştê ku herî zêde rê li ber gihandina min a dibistanê digre, hewaya zivistanê, baran, bahoz û nebûna navgînek veguhestinê ye. Ji ber şert û mercên hewayê ez gelek caran neçar dibim ku neçim dibistanê. Tevî hemû zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû dimînim, ez bi biryar im ku berdewam bikim heta bigihîjim pola pêncemîn a dibistana seretatî.” 
Esad El-Burxul berdewam dike û dibêje: "Ez xeyal dikim ku bibim bijîjkek serkeftî ji bo ku bikaribim zarokên kampê derman bikim, ji ber ku ew gelek caran nexweş dikevin û li vê kampa dûr tu kesî nabînin ku alîkariya wan bike.”
Tenê li hin kampan dibistan hene
Li hin kampan dibistan hene lê ji ber nebûna piştgiran rastî kêmasiyeke mezin di pêdiviyên xwendinê yên wekî kursî, pirtûk, kirtasiye û alavên xwendinê de ne û piraniya rêxistinan guh nedane vê beşê û berê xwe dane beşên alîkariyê û yên din. Ev yek dihêle ku gelek dibistan rawestin û pêşeroja xwendinê ya hejmarek mezin a xwendekaran were rawestandin.
Mamoste Sîham Hac Ehmed a 25 salî bi dilxwazî li yek ji dibistanên kampên Haremê kar dike û gazinan ji kêmbûna piştgiriya dibistanê ji bo du salan dike û wiha dibêje: "Ew dibistan, wek konekî mezin e ku di nav bi sedan konan de hatibû amadekirin da ku bibe tenê navgîna bingehîn a xwendinê lê nebûna piştevaniya wê konê, piroseya xwendinê tê de lawaz dike.
“Gelek xeyalên zarokan hene”
Mamoste Sîham Ehmed dibêje: "Ev zarok xwedî gelek xewn û xeyalan in û hebûna wan li kampên dûr û jibîrbûyî û nebûna xizmetguzariyên cihêreng, nemaze perwerdeyê, kir ku ber bi jiyana dijwar ve biçin.”
Li gorî Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hejmara zarokên ku li Sûriyeyê neçûne dibistanê nêzî 3.2 milyonî ye. Rewşa dibistanan li Sûriyeyê gihîştiye rewatiya yek ji her 3 dibistanan. Ev yek jî piştî ku dibistan hatin wêrankirin û ji bo armancên serbazî û navendên hewandinê hatin bikaranîn, di heman demê de 1.3 milyon zarokên Sûriyeyî di metirsiyê de ne ku neçar in dev ji xwendina de berdin.