Jin û jiyana xwezayî ya li gundewarên Dêrika Hemko
Jinên gundê Girkê Selma yê girêdayî bajarê Dêrikê ye dibêjin ku jiyana gundan komînal û xwezayî ye û ji jiyana bajaran xweştir e. Jinan destnîşan kirin ku girêdana wan bi gundê wan ve heye û rojeke jiyana li gund nadin bi sed rojên li bajaran.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Jin û xweza... Dû pêyîv û têgihên bi hev ve girêdayî ne ku ti car nikare ji hev qût bijî. Çawa ku xweza ji mirovahiyê û tevahî pêkhateyan re dibe dergûş, jin jî bi girêdana xwe ya xwezayê re dibe çavkaniya jiyanê. Şêweyê jiyana xwezayî ya ku bi pêşengtiya jinê pêş ket, bi jiyana gûndan veguherî şêweyê jiyana kolektîf û bi hev re bûnê. Lewra piştî pêşketina şaristaniyê û pergala paviksalarî şûnde hat xwestin ku ev şêweyê jiyana xwezayî ya ku bi pêşengiya jinan pêş ket, were lewazkirin. Ji ber vê ye ku êriş û dagirkeriyên li ser jinê, bi êriş û dagirkeriya li ser xwezayê destpê kir.
Ruh û giyanê jiyana xwezayî, jin e...
Di nav van hemû salên pêşketinê de, hîn jî quncikeke piçûk ji germahî û bîranînên kevin di welatê me de heye ku navê wê “gund” e, ya ku ruh û giyanê dide wê jî jin e. Her tişt tê de xwezayî ye, ji bilî awaz û dengên xwezayê çi dengê din ber guhê mirovan nakeve. Heta roja îro jî tevî pêşketinên teknolojiyê şêweyê jiyana kaputalîst a ku xwe li ser mirovan ferz dike nekarîne civakîbûna li dora jinê hatiye raçandin bihelîne û lewaz bike. Li gel hemû pêlên koçberiyê jî gundiyên Girkê Selma û bi taybet jî jinên gund dev ji axa ku tê de ked dane û kar kirine bernadin û rojekê jiyana li gund, nadin bi sed rojên li bajaran. Gundê Girkê Selma yê ku dikeve Bakurê bajarê Dêrikê, yek ji wan gûndên ku jiyana xwezayî bi tevahî bedewiyên xwezayê tê jiyîn e. Li vî gûndî nêzî 40 mal hene û piranî welatiyên li vî gûndî dijîn jin in, heta niha jî dev ji bedewî û xwezaya jiyana gund bernedane.
“Di xweşî û nexweşiyê de, em bi hev re ne”
Gulê Muhemed Remo ya 60 salî ji gundê Girkê Selma wiha qala jiyana berê dike û dibêje ku ew di xweşî û nexweşiyê de bi hev re ne û wiha pê de çû: “Min zarokatî û ciwantiya xwe hemû li vî gundî qedand. Ez tu carî ji vî gundî derneketime. Bê guman jiyana berê xweş bû dema ku em ciwan bûn, me hemû karên mîna vedana kereng, quncirk û tûzikê dikir û me li bajar difrot da ku em debara malên xwe bikin. Lê di roja me ya îro de, jiyan ne wekî berê ye, her tişt buha ye û gelek tişt hatine guhartin. Şev û roj em li çol û bêlanan bûn û me qet bi westandinê hîs nedikir û em keyfxweş bûn. Di demên berê de sewalên me hebûn ku me bi wan pêdiviyên jiyana xwe dikir û niha jî ez mirîşk û qazan xwedî dikim. Li gund rihekî hevaltî û xwedî derketina li hev heye, em rojane li civata hev rûdinin û çîrokên xwe bi hev re parve dikin, em di xweşî û nexweşiyê de bi hev re ne. Ferq û cudahî di navbera gundiyan de tûne ye û her dem alîkariya hev dikin, em hemû xwîn û goştên hev in.”
“Li gund, jiyana komînale û hemû tişên wê xwazayiye”
Zehra Ebdullah a 60 salî jî bal kişand li ser jiyana gund a xwezayî û komînal û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ne ji vî gundî me, lê ez li vir zewicîme û zarokên min jî hene û li vî gundî me jiyana xwe derbas kir. Min gelek karên wekî komkirina sergîn û pûşê kiriye, me hemû karên berê kirine. Lê di roja îro de êdî em nikarin wan karan bikin, ji ber ku êdî bunya me wekî demên ciwantiyê alîkariya me nake. Di navbera jiyana gund û bajar de cûdahiyeke mezin heye, li gund em hewayeke paqij û xweş distînin. Rojane em li hev dicivin, bêyî dengên wesayetan û qerebalixa nexweş. Her tişt li gund xwezayî ye, çi pêdiviyên jiyanê be û çi jî civaka komînal û orîjînal. Jinên li vê gundê, hemû bi hev re mezin bûne.”
“Ez rojek jiyana gund nadim bi sed rojên bajaran”
Zehra destnîşan kir ku esasê jiyana xwezayî jin e û girêdana wê bi gund ve heye, ji ber ku ked daye li ser wê axa. Di heman demê de teqez kir ku rojeke jiyana li gund, nadê bi sed rojên bajaran û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li gor hemû pêşketinên ku li cîhanê çêbûye, dîsa jî em ji jiyana xwe ya xwezayî hez dikin û girêdana me bi gundê me ve heye. Em ji jiyana bajaran heznakin, ji ber ku ne xwezayî ye û her tişt û her însanek li bajaran bûye mîna robotekî. Em fêrî jiyana orîjînal bûne û ger em vê jiyanê biguherin dê jiayana me ne xweş be. Ez rojekê jiyana li vî gundî nadim bi sed rojên bajaran. Bi taybet wekî jin girêdanekê me bi vê jiyanê re heye, ji ber ku esasê vê jiyanê jin e, ê ku gund ava dike û civaka komînal avakiriye jin e. Ji demên berê ve, mêr kar nedikirin û ya ku kar dikir, ked didan û zarok mezin dikirin jin bûn. Di wê demê de me hemû kar dikir û mêr betal bûn. Lewra jî girêdana jinê ya bi axê re ji ya mêran mezintir e, ji ber ku jin bêhtir ked daye li ser vê axê.”