Ji bêhaliyê ber bi tûmora penceşêrê ve
Îslam Erefat a ku ji ber şerê li Xezayê koçber bûye, bi êşa bêhaliyê dest pê kir lê bi teşhîsa penceşêra belavbûyî re rûbirû ma. Niha di nava şert û mercên zehmet ên kon de dijî.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Îslam Erefat a 30 salî nizanibû êşa ku bi mehan kişandiye ne nexweşiyeke demkî ye, tûmora penceşêrê ye ku li seranserê laşê wê belav bûye. Îslama ku ji rojhilatê Şerîda Xezayê koçber bûye, di destpêkê de wisa difikirî ku ew tenê bêhaliyek e. Lê bijîşkên li Kompleksa Bijîşkî ya El-Şîfayê tûmoreke mezin dîtin û diyar kirin ku penceşêrê li kolon, rektûm, kezeb, pişik û girêkên lîmfê yên pelvisa wê belav bûye.
‘Balafirên şer ên Îsraîlê teqemenî avêtin ser stargehên me’
Îro, Îslam Erefat li navenda Xezayê di konekî de dijî û nikare bi awayekî normal bimeşe an rûne. Ji bo dermankirinê li derveyî Şerîdê sewqiyata bijîşkî heye, lê ew hîn jî li bendê ye ku ji Xezayê derkeve û bigihîje wê lênihêrîna ku hewce ye. Îslam diyar kir ku bijîşkan jê re gotine nexweşî herî kêm ev du sal in di laşê wê de ye, lê pê nehesiyaye.
Di destpêka şer de, ew wekî koçberekê li dibistanekê li bakurê Xezayê dijiya. Dibistana ku berî bê dorpêçkirin û bombekirin, veguherîbû stargehekê. Ew wan kêliyan wekî yek ji ezmûnên herî êşdar ên jiyana xwe tîne ziman û wiha dibêje: “Balafirên şer ên Îsraîlê teqemenî avêtin ser stargehên me û xelk xeniqandin. Bombe û gaz li ser me barandin. Min nekarî bi rêkûpêk bêhna xwe bistînim. Her kes divereşiya û min hewl dida ku bêhna xwe bistînim. Hindek endamên malbata min jî di nav kesên saxmayî de bûn, lê yên din mirin.”
Nexweşîn li canê wê belav bû
Di destpêkê de bawer nedikir ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Difikirî ku ew pirsgirêkeke tenduristiyê ya biçûk e. Lê belê, emeliyatê tûmoreke mezin aşkera kir. Îslam wiha behsa wan kêliyan dike: “Ez wiha difikirîm ku ew bêhalbûnek e, lê dema ku çûm emeliyatê, bijîşkan tûmoreke mezin dît û bi vî rengî nexweşî hate teşhîskirin. Nexweşî ne tenê li herêmekê bû; ew li rûviyê mezin, rektûm, kezeb, pişik û rijênên li herêma pelvisa min jî belav bûbû. Her ku nexweşî pêşve diçû, êşê zêdetir bandor li jiyana min a rojane dikir.”
Îslam diyar kir ku nexweşiyê ew ji hêsantirîn pêdiviyên jiyanê bêpar kiriye û çend ji van pêdiviyan wiha vegot: “Nexweşîn ewqas giran e ku nikarim bisekinim, nikarim rûnim û tevahiya rojê li ser piştê dirêjkirî me. Ez êdî nikarim bimeşim an rûnim. Tenê daxwaza min ew e ku bikaribim mîna her kesî rûnim û bimeşim. Di hundirê konê de, ji bo tevger û lênêrîna xwe pêdiviya min bi alîkariya endamên malbata min heye.”
Di nava şeran de nexweşên penceşêrê rûbirûyê astengiyan in
Êşa Îslam Erefat ne tenê bi rewşa wê ya kesane ve sînordar e. Ji destpêka şerê li ser Şerîda Xezayê ku di sala 2023’yan de çêbû vir ve, nexweşên penceşêrê li Xezayê bi astengiyên di warê dermankirinê de, koçberiyê û qutbûna ji xizmetên tenduristiyê re rûbirû ne. Ev hemû faktor barê fîzîk û psîkolojîk ê nexweşiyê girantir dikin. Ji bo Îslam Erefat, vê krîzê rasterast bandor li ser pêvajoya wê ya dermankirinê kiriye. Ew li Nexweşxaneya El-Şîfayê kemoterapiyê dibîne û diyar dike ku wergirtina doza derman demeke pir dirêj digre. Îslam tengasiyên ku di vê hêlê de dikşîne, wiha tîne ziman: “Em nexweş in û pêdiviya me bi bêhnvedanê heye, lê mixabin, divê em 3-4 saetan li bendê bin da ku rêkar biqedin û em doza kemoterapiyê bistînin. Carna em li kêleka sergoyan li bendê dimînin. Tenê ji bo ku em derfetê bibînin li ser nivînan rûnin û doza xwe bistînin. Şert û mercên dermankirinê pir dijwar in.”
Sewqiyata bijîşkî garantiya rêwîtiyê nake
Îslam Erefat ji bo dermankirina li derveyî Şerîda Xezayê destûra sewqiyata bijîşkî stend. Lê vê destûrê rêwîtiya wê mîsoger nekir. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), nexweşên ku li Xezayê pêdiviya wan bi çavdêriyê heye, hewceyî mekanîzmayeke veguhestina bijîşkî ya berfireh in. Di nav vana de ewlekariya veguhestinê, pejirandin û hevrêzkirina bi aliyên pêwendîdar re jî hene. Bi tena serê xwe ev destûra sewqiyatê derketina nexweş a ji Şerîda Xezayê, garantî nake.
Nêzî 4 hezar nexweşên penceşêrê di nava lîsteyên benda krîtîk de ne
Zehmetiya vê pêvajoyê ji mezinahiya pêdiviya veguhestina bijîşkî tê fêmkirin. Di Çileya 2026’an de, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku zêdetirî 18 hezar û 500 kes, di nav de nêzî 4 hezar zarok, ji bo wergirtina dermankirina ku li Şerîda Xezayê peyda nabe, hewceyî veguhestina bijîşkî ya lezgîn heye. Di 27’ê Çileyê de, li gorî daneyên OCHA’yê, Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir ku nêzî 4 hezar nexweşên penceşêrê di nava lîsteyên benda krîtîk de bûn da ku bên veguhestin û hezar û 268 nexweş dema ku li bendê bûn ji Xezayê derkevin û biçin dermankirinê, mirin.
‘Bila alîkariya min bikin û rê bidin min’
Ev hejmar nayê wê wateyê ku hemû nexweşên di lîsteyên bendê de ji ber heman sedemê nikarin rêwîtiyê bikin. Her rewşek xwedî pêvajoyeke bijîşkî û îdarî ya cuda ye, her wiha mezinahiya krîza veguhestinê ya ku Îslam Erefat jî tê de ye, radixe ber çavan. Di dawiyê de, Îslam Erefat bi van gotinan bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir: “Bila alîkariya min bikin û rê bidin min ku ez rêwîtiyê bikim da ku bikaribim bêm dermankirin. Ez li Xezayê me û nikarim dermankirina ku hewce me, bistînim. Ez dixwazim bi rengekî rêkûpêk bêm dermankirin û ev êş û dorpêça niheq a li ser Xezayê, bi dawî bibe.”