Hawara jinekê ya ji bo edaletê
Emîne Şenyaşar hevjîn û du kurên xwe yên ku bi êrîşek hovane hatibûn qetilkirin heman rojê spartin axê. Wekî ku ev bes nebe kurekî wê hat girtin û zarokên sêwî di stûyê wê de man. Bi êşên ku tu nikarî pênase bikî jiyana wê ji nişkave guherî û ev neh roj in ji bo pêkhatina edaletê li pêş edliyeyê nobetê digre.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Dema ku hûn li çavên westiyayî yên Emîne Şenyaşar dinêrin, gotinên di straneke Îlkay Akkaya yên “Ez li rawestgeha ku hemû newa lê bêdeng mane me” tên hişê mirov. Li vê erdnîgariyê êşa ku ketiye dilê her dayikê digihîje erd û asîman lê kes vê yekê nabîne û nabihîse. “Piştî çûyiyan” ew hewl dide çik bisekine lê di rastiyê de kes nizane ku çiqas westandî ye... Jiyana Emîne Şenyaşar di 14’ê Hezîrana 2018’an de serobin bû. Wê nizanibû ku ji wê rojê û şûnve êdî tu tişt wekî berê nabe û dê êşeke bê pênase konê xwe li ser jiyana wê vegire. Ev çend roj in di nûçeyên rojane de me behsa çalakiya Emîne Şenyaşar kir... Li aliyekê wê secade, heye li pêşiya wê kaxizên spî yên li ser wan “edalet” nivîsandîne hene. Kesên ku ji derdorê derbas dibin, tenê li dinêrin, hinek ji wan bi hêrs, hinek xemgîn, hinek jî ji rewşê agahdar nîn in, nizanin ka ji bo çi li wir rûniştiye. Gelo haya kê jê bahoza di dilê Emîne Şenyaşar de heye? Ev jin, dayika ku bi zorê li piyan dimîne çima nobetê digre?
Sê gorên li kêleka hev…
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de dema ku parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, bi xizm û parêzvanên xwe re esnafan ziyaret dikir, di serdana dikana malbata Şenyaşar de ji ber nîqaşek êrîş kiribûn û di encamê de Celal Şenyaşr ê 41 salî yê xwedî 3 zarokan û Adil Şenyaşar ê 36 salî bi giranî birîndar bûbûn, Mehmet Fadil û Ferît Şenyaşar jî ji hinek aliyên xwe birîndar bûbûn. Bavê wan Hecî Esvet (67) û Dayika wan Emîne Şenyaşar piştî ku bihîstibûn, ji bo zarokên xwe bibînin çûbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê lê li wir li pêş çavên Emîne Şenyaşar, hevjîn û du kurên wê bi lîncê tên qetilkirin. Dema ku li goristana Pirsûsê girse ji bo definkirina wan kom dibe, polîs bi gaza îsotê û ava bi şid êrîş dike û di encamê de her sê li kêleka hev tên definkirin. Kurekî din ê Emîne Şenyaşar ê ku di bûyerê de birîndar bûbû jî piştî ji nexweşxaneyê derdikeve tê girtin.
di navbera wan de derketibû. Piştî nîqaşê
Bi hesreta demên derbasbûyî dijî
Emîne Şenyaşar a dayika 6 zarokan, piştî wê bûyera hovane tenê ji bo edaletê dijî. Emîne Şenyaşar beriya bizewice li gundekî Pirsûsû jiyana xwe didomand, piştî zewacê li Pirsûsê bi cih dibe û zarokên xwe bi zor û zehmetî mezin dike. Beriya 5 salan keça wê Rojda ya ku tenê zaroka keçik ew hebû, ji ber nexweşiyek dimre. Emîne piştî mirina keça xwe bi 5 lawên xwe teselî dibe. Beriya ku vê bûyerê were serê wan malbateke mezin bûn, bi hev re jiyana xwe diborandin lê niha bi valahiya çûyiyan bi hesret û bîranînên rojên borî dijî.
“Bi nobedariya Edaletê dixwaze dengê wê were bihîstin”
Piştî bûyerê malbat ji hev belav dibe û salek naçin Pirsûsê. Van rojan bi çalakiya nobetê hewl dide dengê xwe bide bihîstin. Ew niha bi bûk û neviyên xwe re dijî û li mala wan a ku berê bi deng û şahî bû niha bêdengî heye. Bêdengiya li malê di navberê de carna bi dengê keça Fadil a 3 salî Rojdayê belav dibe. Rojda ji ber ku dema sê mehî bûye bavê wê hatiye girtin, li girtîgehê wî nas kiriye lê ji ber nexweşiya pandemiyê salek e nikare bavê xwe bibîne.
“Bi êşa di dilê xwe de li tu cihî nikarim bisekinim”
Emîne Şenyaşar li malê dema xwe bi limêjê û lîstika bi neviyên xwe re diborîne û her dem dua dike dibêje; “Zarokên min bi rojî qetil kirin, Xwedayê min tu ji wan re nehêlî.” Emîne Şenyaşar dibêje ku wê zarokên xwe bi zorî zehmetî mezin kirine, bi êşeke mezin ji zarokên xwe dûr ketiye diyar dike ku tenê dixwaze di saxiya xwe de kurdê xwe Fadil ê di girtîgehê de bibîne û biryara veşartî ya li ser dosyayê were rakirin. Emîne Şenyaşar diyar dike ku ew bi hesreta çaya êvarê ya bi zarokên xwe re vedixwar maye, ji rojnamegerên ku diçin serdana wan re behsa wê rojê dike. Dibêje ku hevjînê wê li nexweşxaneyê li pêş çavên wê hatiye qetilkirin û dibêje ku piştî wê rojê ji ber êşa di dilê xwe de nikare li tu cihî bisekine.
“Kurê min ê ku ji kuştinê rizgar bû girtin”
Emîne Şenyaşar diyar dike ku piştî qetilkirina hevjîn û her du kurên xwe, ne cejn, ne jî roja dayikan pîroz dikin û wiha behsa wê rojê dike: “Roja ku bûyer biqewime, kurê telefon vekir got ‘dayê îşev şîva me çi ye?’ dûre em bi vê bûyerê hesiyan. Dema ku ez çûm marketê, erd tev bi xwîn bû. Bê sedem zarokên min bi îşkenceyê qetil kirin. Hevjînê min jî li nexweşxaneyê qetil kirin. Kurê min Fadil bi serûma di milê wê de ji nexweşxaneyê birin girtîgehê. Hemû kesên li vir dijîn ên vê hovîtiyê kirin nas dikin. Baş dizanin ew kî ne û çi dikin. Hevjîn û du kurên min hatin qetilkirin lê kujer û sûcdaran cezayê xwe nekişandin. Li cihê ku kesên vê yekê bikin werin girtin, kurê min ê birîndar ku ji mirinê filitî girtin. Ew niha tê darizandin, tenê dixwazim beriya mirina xwe wî azad bibînim.”
"Dozger li rûyê me jî nanêre”
Emîne Şenyaşar ku 3 sal in ji bo edaletê serî li her derê daye di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Em dixwazin qeydên kamerayê yên li nexweşxaneyê eşkere bikin. Kî sûcdar e, kê vê yekê kiribe bila wan derxin holê û bidarizînin. Dozger li rûyê me jî nanêre. Sê sal in ji bo edaletê em têdikoşin. Hesabê êşa ku em dikşînin tune ye, ji girînê rondik di çavên me de neman. Tenê dixwazim kurê xwe yê ku bêsûc hatiye girtin azad bibînim. Wan malbata min ji hev veqetandin, bila malbata wan jî ji hev veqete û roja ronî nebînin.”
"Heta ku edalet pêk neyê ez li vir naterikînim”
Emîne Şenyaşar dema ku diaxive çavên wê tije dibin. Piştî hevpeyvîna me diqede limêja xwe dike û bi deqeyan dua dike, dûre jî ji bo nebedariyê berê xwe dide Edliyeya Rihayê. Her sibeh di saet 08:00 de ji Pirsûsê derdikeve rê tê Rihayê û kaxizên ku li ser wan “edalet” nivîsîne datîne erdê û rûdinê. Serê her saetê polîs tên bela xwe lê didin, dema ku jê re dibêjin “Ji vir rabe” bi kurdî bersiv dide dibêje “Heta edalet bi cih neyê ez tu carî ranabim.”
Çi qewimîbû?
Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ji malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên wê hatibûn qetilkirin
18 piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tenê li ser bûyera ku li cihê wan ê kar qewimîbû îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de, êrîşa ku li nexweşxaneyê li dijî malbata Şenyaşar pêk hatibû tunebû. Der barê Hecî Eswet Şenyaşar ê ku piştî êrîşa li dijî zarokên xwe bihîstibû çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û bi lînckirinê hatibû qetilkirin jî 2 sal û nîv in tu kes nehatiye darizandin. Di îdianameyê 13 kesên ku di navbera wan de Fadil Şenyaşar ê girtî û birayê wî Ferît ê birîndar rizgar bûbû jî hene bi sûcdariyên “Kuştin, teşebusa kuştinê, birîndarkirin, zirardayîna mal û hebûna çeka bi gule” tên darizandin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran 7’emîn a Rihayê ve hat qebûlkirin lê dozê dûre bi hinceta “Ewlehiyê” sewqê Meletiyê kirin.
Danişîna dozê ya yekemîn ku di 15’ê Nîsana 2020’an de hat dîtin de ji ber pandemiyê tu kesê negirtin hundir. Heyeta dadgehê tenê li ser berdewamiya girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz nirxandin kir û dozê bi paşve xist. Danişîna duyemîn a dozê 9’ê Temûzê, ya 3’yemîn jî 20 Mijdarê hat dîtin. Di mutalaya dozger de ji Fadil Şenyaşar ê ku girtî re ji ber “kuştina bi qest” 8 car bi îdiaya “teşebusa kuştina bi qest” 150 sal ceza hat xwestin. Ji bo Enver Yildiz jî bi sûcê “kuştina ji ber tehrîka giran” 12 sal ceza hat xwestin. Dozger ji bo bersûcên din ên di dosyayê de jî ji ber birîndarkirina sivik ceza xwest.