Rûkeniya şervanan bi dayik û zarokan re

Asta exlaq û fedekariya şervanên jin li hember jin û zarokên DAIŞ'î ku didin raberkirin, ne tenê herêm cîhanê jî matmayî dihêle. Li gel awirên jin û zarokên DAIŞ'ê ku agir jê dibarin û asta hovetiya wan vedibêje, şervanên jin bi dilgermî nêzî wan dibin. Her çiqasî gelê herêmê rastî bûyerên bi êş hatibin jî, bi hestiyarî li hember her kesê tevdigerin. Şervanên jin ew in yên ku bi fedekarî û têkoşîna xwe, jiyaneke aram û ewle ava dikin. Bi ferdekarî û berdêla cane xwe, welatekî ji hemû rengên kulîlkan çêdikin.

 
SORGUL ŞÊXO  
Jiyana cudayî jiyana kesên din dijîn, li hemberî hemû kesên ku dixwazin zirarê bidin rêxistinbûyîna wan a tarî û xeter, tundî û qetilkirinê didin meşandin. Li Kampa Holê zêdetirî 16 hezar penaber û malbatên DAIŞ'ê dijîn. Tenê 16 hezar mirov xeteriyeke pir mezin li ser milyonan mirovên cîhanê ava dikin. Her jinek û zarokeke ku bi fikrên DAIŞ'ê bandor bûye, perwerde dîtine û bi dehan kesên bêguneh kuştine, dikarin aramiya welatan têk bibin. Şervanên jin ên ku tevli operasyona mirovî û ewlehiyê a Kampa Holê bûne, bi şiyarbûn tevdigerin. Di kêliyên ku li konan digerin de, hemû tiştên ku kontrol kirine, vedigerînin cihê wan. Ya ku herî zêde ji min re balkêş hat jî têkiliyên exlaqî yên ku şervanên jin bi DAIŞ'iyan re didin û distînin bû. 
Bîrdoziya parastina jin û jiyanê
Ji bo ku jina zaroka xwe hilgirtiye hembêza xwe, westandinê hîs neke endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê pitikê dixe hembêza xwe ya germ de û wê diparêze. Ev wêne tenê asta rihê ku şervanên jin di hundirê xwe de li hemberî gel û civaka xwe hildigrin, diyar dikir. Şervana ku çeka wê li milê wê ye û bi bîrdoziya parastina jin û jiyanê tevdigere, li aliyê din jî di hembêza xwe de jiyanê diparêze û nahêle ku serma bigre. Bi erk û berpirsiyariyên xwe, ji kesên din re dibin mînakên jiyanê. Bi rûkeniya xwe gelek bendan dişkînin û di heman demê de dikevin dilan û tên hezkirin û ya rastir ji aliyê her kesê ve bi parêzvaniya rûmeta gelê xwe têne nasîn.  Ew destmala şîn a li ser serê wê, asoyên paqijiya hundirê dil û mejiyê wê dide raberkirin. 
Li aliyekî din jî dema ku li nava kampê digeriyam, rastî şervaneke rûken û dilgerm hatim. Dema ku wê şervanê bi pitika di hembêza dayika xwe de henek dikir, min yekser xwest ku wê kêliyê bigrim û ji dîrokê re bihêlim da ku cîhan rastiya şervanên jin bibîne. Şervana porxelek ku wekî simbilên genim kiribû kezî, bêyî wê bibînim min germahiya dilê wê ji hezkirina ji zarokan re hîs kir û kişand. Kêliyeke ku dibe dubare bibe lê heman hest dubare nabe. Henekê şervana bi pitikê re, pir cuda bû, heta ku wê pitikê germahî û hezkirina wê şervanê hîs kir. Kenê li ser lêvên pitika biçûk, ji xweşikbûna wê şervanê hat. Şervana porxelek û kezîreş, xwediya kefiya sor bi xweşikbûna rihê xwe di dilê her kesê ku ew dîtin de cih girt. Bi taybetî ew zarokên bê guneh, ku gunehê wan tenê ew e ku xwediyên wan dayik û bavên DAIŞ'î ne.
Ne wekî kesên bi çek û rext wekî parêzvanên gelan nêz dibin
Li aliyê din jî dema ku şervanan fêza Îraqiyan ji penaberan vala dikirin, ez rastî endamekî asayîşê hatim. Civak li tevahî welatan bi çavên tirsê li şervan û endamên disipilîna leşkerî, dinêrin. Li hemberî her kesê zextê didin meşandin lê ya cuda û balkêş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervan ne wekî şervanên tenê bi çek û rextê xwe nêz dibin û tên naskirin. Berovajî wê wekî parêzvanên vî gelî nêz dibin. Bi zarokan re zarok in, bi ciwanan û mezinan re jî mezin in. Li kêleka ku li kolanan alîkariyê didin zarok û dapîran kolanan derbas bikin, bi zarokan re jî dilîzin. Îro dema ku dayikeke temenmezin, dayika xwe ya 70 salî û 2 zarok jî xistibûn hundirê erebokê, dikişand. Endameke asayîşê ku li ser rûyê xwe girtibû, bi hesteke exlaqî û wijdanî alîkarî da wê dayikê û di şûna wê de erebokê ajot. Wate ji vê kêliyê jî ew e ku çiqasî endam û şervan bi êşa dayika xwe hîs dikin û naxwazin ew wekî bê hêz werin hîskirin. Di heman wextê de jî şervanên HAT'ê bi nêzîkatiyên xwe ji zarokan re, hêz didan wan û nedihiştin ku tirsê hîs bikin. Balkêşbûna wê jî ew bû ku zarokan tevî şervanan nîşana serkeftinê bilind kiribûn. Silava ku endamê HAT'ê dida zarokekî 4 salî, hêz û moral dida wî.
Li hemberî cîhana zarokan şerekî pir dijwar û qirêj tê meşandin
Di heman kêliyên ku li nava kampê bi şervanan re digeriyam de, rastî zarokeke 8 salî hatim ku çarşefa reş li serê xwe kiribû. Min jê pirsî ku çima çarşef daye serê xwe, bersiva wê jî ew bû ku dema dibîne her kes wê çarşefa reş li serê xwe dikin, ew jî bêyî ku bizanibe sedema wê çi ye, çarşefê dide serê xwe. Got ku dixwaze dayne lê ji ber ku ditirse, nikare gaveke wiha jî biavêje. Wê zarokê dikira ku dîsa biaxiviya lê dayika wê awirekî tûj da min û bi destê wê girt û ew bir û nehişt ku gotina xwe bi dawî bike. Min hewl da ku wê bisekinînim lê nebû. Li hemberî cîhana zarokan, şerekî pir dijwar û qirêj tê meşandin. Zarokên ku di bihara temenê xwe de ne, wekî dapîr û bapîrên 80 salî di bin wê çarşefa reş de xuya dikin. 
Ger ku Kampa Holê ji nexweşiya DAIŞ’ê xilas nebe, wê pêşeroja hemû zarokan jî were windakirin. Neyê windakirin jî wê cîhaneke ku bi fikrên DAIŞ’ê lê belav û mezin dibe were avakirin. Jixwe êdî xetera vê kampê roj bi roj mezin dibe û wekî lêdana dilê DAIŞ'ê ye di heman wextê de. Şervanên dilpak û rûken, zarok û jinên DAIŞ’ê, têkilî û ferqa di navbera wan de, wekî erd û asîman e.