Dosyaya 6 hezar û 500 windahiyên Cezayîrê hê nehatiye vekirin

Li Cezayîrê dosyaya kesên winda ne hatiye girtin ne jî vekirin. Dosyaya kesên ku bi darê zorê hatine windakirin yek ji wan pirsgirêkên siyasî yên herî kûr û tûj e ku Cezayîr dijî. Rayedarên Cezayîrê hejmara kesên winda di dema şerê navxweyî de, yan jî ku wekî deh salên reş (1991-2002) tê nasîn, çarenûsa 6 hezar û 500 windayan heta vê kêliyê jî nayê zanîn.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Dayik û malbatên windayan roja, di 29’ê Îlonê de, li Cezayirê di şazdehemîn salvegera pejirandina Peymana Aştî û Lihevhatina Neteweyî de kom bûn û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa keç û kurên xwe yên winda kirin.
Piştî ku dayik û malbatên wendahiyan di şazdehemîn salvegera pejirandina Peymana Aştî û Lihevhatina Neteweyî de, li ber Meydana "El Abiar" a Cezayirê kom bûn û wêneyên keç û kurên xwe yên winda yên ji salên nodî û heya niha hildan, civîneke çapemeniyê ya bi sernavê "Dosya windayên hêj nehatiye girtin" li navenda Meclisa Neteweyî ya Windahiyan hat organîzekirin. 
Bi peymanê dixwazin dosyayên windayan girtî bimînin
Cezayirê di 2005’an de, bi navgîniya referandûmeke gelêrî, Peymana Aştî û Lihevhatina Neteweyî pejirand û di Sibata 2006’an de ket meriyetê ku hiqûqnas dihesibînin ev hewldanek ji hêla rayedaran ve ji bo girtina dosya windahiyan e da ku rastî veşartî bimînin dosyayek reş a ji  binpêkirin û bûyerên tecawizê pêk tê bigrin. 
Beşdarên semînerê teqez kirin ku xala 45’an a peymanê dijberî hemû peymanên navneteweyî ye û wan xwe li ber tunekirina rastiyê û hewldana dervekirina dîrokê dîtin. Tevî hebûna gelek şahidiyên zindî yên ku piştrast dikin ên di wan binpêkirinan de cih girtine hene, çi ji hêzên ewlekariyê be yan ji yên din ku terorîzmê ji xwe re kirine hincet ji bo safîkirina hesabên xwe.
Wan bal kişand ku pirsgirêka lêgerîna rastiyê hê jî heye ji ber ku ew nikarin ji encamên vê peymanê derbas bikin heya piştî derketina bi dehan malbatan û gotin: “Em dikarin bêjin ku ev qanûnek şermê ye ku mafên mirovan li pêş e ya ku Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike, binpê dike."  
Dosyaya herî trajîk
Mijara kesên bi darê zorê hatine revandin ku bi "derewa lihevhatina neteweyî" hat naskirin, li Cezayirê dosyaya herî trajîk û hestiyar e. Li wir tê bawerkirin ku kesên winda di navbera 1992-1998’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bi gumana piştgiriya bi Komên Îslamî re hatine revandin. Ev jî berpirsyariya komîteyek hukmî ye ku  kiryarên revandinê bi karên takekesî daye naskirin.
Dayika yek ji kesên winda, Shafia Bou Abdallah, ji ajansa me re diyar kir ku her çend rayedarên Cezayîrê nexşeyê wekî modelek dadmendiya veguhezîner pêşkêşî dewlet û hemwelatiyan dikin jî ew ji daxwazên rastîn dûr e û wiha got: "Malbatên windahiyan nema dikarin li welatê xwe tedbîrên dadrêsî bigrin, li gorî tiştê ku di xala 45’an a peymanê de hatiye destnîşankirin."
Destûr nayê dayîn ku der barê hezên ewlehiyê de şopandin were kirin
Der barê kiryaran de destûra xala 45’an a peymanê wiha dibêje: "Destûr nayê dayîn ku li dijî endamên hêzên parastin û ewlehiyê yên komarê, di hemû şaxên wê de, bi rengek ferdî yan komî şopandin dest pê bike, ji ber ku çalakiyên ji bo parastina gel û milk, xilaskirina netewe û parastina saziyên Komara Demokratîk a Gelan a Cezayirê hatine kirin."
Di xala 46’an a peymanê de ev tê gotin; "Her kesê ku nav û dengê welat di navbera xwe û derveyî welat xirab bike, ji 3 heta 5 salan û heta 500,000 dînar cezayê girtîgehê lê tê birîn."
Hiqûqnas bawer dikin ku ev peyman tenê dilsoziya bi siyaseta bêcezakirin, efûkirin û bilindkirina kiryarên sûcên li dijî mirovahiyê re ye." 
28 sal in li kurê xwe digere
Dayika yek ji kesên winda wiha dibêje: "Ji sala 1993’an vir ve ez her dem li kurê xwe yê winda digerim. Li her devera ku ew min dişînin ez bê westan diçim. 5 kurên min hebûn, heya  roja îro min sê kurên xwe spartin axê. Yek li cem min maye û ez li benda kurê xwe yê winda me. Ez ne tezmînat û ne jî dirav dixwazim, ez tenê dixwazim çarenûsa kurê xwe yê winda bizanibim, tevî ku ew mirî be jî."
Peymana Aştî û Lihevhatina Neteweyî li ser malbatên windahiyan tezmînat pêşniyar kir, ji bedêla ku ji daxwaza "rastî û tolhildanê" dûr bikevin."
Dosyaya kesên ku bi darê zorê hatine windakirin yek ji wan pirsên siyasî yên herî kûr û tûj e ku Cezayîrê tê de dijî. Rayedarên Cezayîrê hejmara kesên windayî di dema şerê navxweyî de, yan jî wekî deh salên reş (1991-2002) tê naskirin, ji 6.500 kesan texmîn kir ku çarenivîsa wan heta vê kêliyê jî nayê zanîn.