Dibistana rûxuyayî bi heriyê çêkirin, ji xwe û lawirên xwe re kirin strageh

Zehra Mihemed Elo dayika 4 zarokan e tevî du malbatên koçber li dibistana gundê Til Nesrî yê girêdayî navçeya Til Temirê bi cih bûne. Zehra serpêhatiya koçberiya xwe ji me re vegot û da payîn ku li cîhanê dibistan ji bo xwendinê ne lê li gel wan ev rêgez hatiye guhertin û li dibistanên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di sala 2015'an de bi bombeyan hatibû rûxandin, ji nû ve ava kirin û bû strageh ji wan û lawirên wan re.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Sivîl li tevahî cîhanê û di hemû şeran de dibin qurbaniyên hevpeyman û tifaqên hêzên hegemon û yên desthilatdar her wiha ji hemû mafên xwe yên xwezayî bêpar dimînin. Ji mafê xwebûnê bigre heya xwendin û jiyana bi rûmet. Bi taybetî ji mafê ku wekî mirov bijîn dîsa bêpar dimînin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cihêrengiya netew û olên xwe yên pîroz tê nasîn, mirov dikare Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Rojhilata Navîn a biçûk pênase bike. Ji ber ku hemû netew di rûniştandina projeya Neteweya Demokratîk de hevpar in û bi hemû rê û resmên xwe yên olî û neteweyî ve radibin, bêyî ku cudahî hebe, berovajî vê yekê hemû netew bi şahî û cejnên xwe kêfxweş dibin. Ev yek jî berhema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û heman wextê jî jiyana bi dehan salan bi hev re û parastina şaristanî û dîroka xwe bû. Ev yek, a din jî li kêleka bedewbûna herêmên me, êrîşên dijwar jî bi ser de tên, mirov dikare ji çeteyên Cebhet El-Nusra bigre heya DAIŞ û îro dewleta tirk a dagirker. DAIŞ’ê di Sibata sala 2015'an de bi hevkariya dewleta tirk a dagirker êrîşeke dijwar û berfireh li ser Til Temir û gundewarên wê, pêk anî. Nêzî 8 dêrên aşûriyan li gundên qiraxa çemê Xabûrê teqandin û bi dehan dibistanan jî rûxandin. Ew dibistanên ku hatibûn teqandin û rûxandin, îro sivîlên ku ji ber topên çeteyên dewleta tirk a dagirker, xwe didin aliyekî lê bi cih dibin. 
Li gorî hevpeymanên navdewletî nabe ku deverên giştî wekî nexweşxane, dibistan, binesaziya herêmî û sivîl werin hedefgirtin. Lê ne DAIŞ û ne jî dewleta tirk a dagirker rêz nedan hevpeymanê û ew kirin hedefa xwe. Li cîhanê û tevahî dinyayê tê zanîn ku dibistan cihê xwendinê ne lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirker, ev rêgez hatiye guhertin û ew dibistanên ku hatine rûxandin, sivîl wekî strageh bi kar tînin. Malbata Zehra Mihemed Elo ya ku ji gundê Um El-Kêf e nêzî du sal in ji ber topbarana çeteyên dewleta tirk neçar dimîne ku derkeve ji lewre tên û xwe dispêrin dibistana gundê Til Nesrî ya ku bi 1 km. dikeve Başûrî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Dîmen û wêneyên dibistanê asta zirara ku dîtiye, vedibêje. Dîwarên dibistanê û yê refê ku rûxuyaye, Zehra tevî hevjînê xwe û du malbatên din ên ji gundê Erîşa ê di bin dagirkeriyê de koç bûne, heriyê çêdikin û kevir bi kevir lê dikin. Dîwarê wê hemû qeilişîne û hema bêje wê bikevin, ruxmî ku hewl didin bi gelek rê û rêbazan xwe germ bikin di zivistanê de lê hewaya cemidî ji wan konan derbasî cem wan dibe û ji ber sermayê êş dikeve hestiyên wan. Ew dibistan ne tenê bûye strageh ji sivîlan re, di heman wextê de jî bûye cihê xwedîkirina pez û çêlekan. Li ku dera cîhanê we dîtiye ku mirov û lawir bi hev re bijîn û bêhna lawiran her di ber pozê mirovan de be? Ruxmî ewqas zor û zehmetiyan jî Zehra xwarina xwe bi kevokên xwe re parve dike û kevok jî bi aramiyeke mezin li gel Zehrayê hîs dikin û wê wekî dayika xwe dibînin. Ji bo ku em bêtir serpêhatiya Zehra, hest û daxwazên wê bizanibin, em çûn dibistanê û me hevdîtinek pê re çêkir.
"Ji mala min a ku hemû bîranînên me hembêz dikir, tenê dîwar mane"
Zehra got ku ji ber mala wê li kêleka rê bû û her tim dihat topbarankirin neçar dimîne ji gund derkeve û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo ku ez zarokên xwe ji mirinê xilas bikim, neçar bûm ji gund derkevim, tevî ku hemû bîranînên min li wir hebûn. Lê topên dewleta tirk nehiştin ku em kêfxweşiyê ji jiyana xwe bibînin. Du sal in û dikeve sala xwe ya sêyemîn ku em ji gund dûr ketine. Ji ber dijwariya topbaranê, ev salek e min gundê xwe nedîtiye û nêzî wê jî nebûme, ya din jî dîtina malê bi wê hilweşandinê dilê mirovan diêşîne. Mala min hatiye rûxandin û hema bêje tenê dîwar mane."
Ji dibistaneke rûxuyayî, bi heriyê lêkirin û ji xwe re kirin strageh 
Zehra behsa koçberiya xwe dike û wiha balê dikşîne ser bicihbûna wan a li dibistanê: "Destpêka pêla koçberiya min ber bi Hesekê ve bû lê piştî ku em li çend cihan geriyan û me malek nedît ku lê bi cih bibin, me dibistana gund dît. Me dest bi lêkirina dibistanê kir û ew paqij kir û lê bi cih bûn. Dibistan berê rûxiyayî bû, dîwarên wê bi ser hev de hatibûn xwarê û ji rûniştinê re nedibû. Me bilok kirîn û ji nû ve bi axê lêkir. Em neçar bûn wiha bikin, ji ber ku zarokên me hene. Ma em ê tevî zarokên xwe bi ku ve herin? Bicihbûna me li dibistanê, baştir bû ku em li çolê bimînin."
"Çawa masî nikare bê av bijî, em jî bêyî welat nikarin bijîn" 
Zehra da zanîn ku ew nahizire dest ji welatê xwe berde û hê hêviya vegerê di dilê wan de şîn e û wiha pêl da gotina xwe: "Ma masî dikare bêyî avê bijî? Helbet na, ê em jî wisa ne bêyî welat nikarin bijîn. Hê hêviya vegera li gund û jiyana bê tirs û bi rûmet wekî berê, di dilê me de şîn e, em ê çawa bifikirin ku dest ji welatê xwe berdin? Yê ku bê ax be, bê rûmet e jî. Ax bi qasî avê girîng e. Hewaya sar a ku tê, hestiyên me dirizîne lê ji ber ku em ê bijîn û vegerin, em ê hemû zor û zehmetiyan jî tehemul bikin."
"Ji ber dewleta tirk nifşeke bê xwendin û zanîn mezin dibe"
Zehra got ku dewleta tirk a dagirker bûye sedema koçberiya wan, hilweşandina mal û dagirkirina axa wan û nehiştiye ku zarok xwendina xwe temam bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Xwedê ji dagirkeran re nehêle, ji ber ew bûn sedem ku em koç bibin, axa me dagir kirin û heya nehiştin zarokên me pêşeroja xwe ronî bikin bi xwendinê. Li gundê ku em lê bi cih bûne jî dibistan tune ye ku zarok bixwînin, ji ber ku hatiye rûxandin. Nifşeke bê xwendin û zanîn mezin dibe, ev xeteriyeke li ser pêşerojê. Ger niha ev dibistan ji xwendinê re bûbûya, em ê jê derketna û di konek de bijiyana ji bo ku zarok bixwînin lê nabe. Niha kes nikare ewlehî bide ku keç û kurên me di bin dîwarê vê dibistanê de bixwînin?"
"Ne tenê em xwe, lawirên xwe jî di dibistanê de xwedî dikin"
Zehra di axaftina xwe de bi bîr xist ku ne tenê ew, lawirên wan jî di dibistanê de ne û wiha domand: "Ne tenê em, pez û çêlekên me jî di dibistanê de ne. Refê ku me ji xwe re kiriye manga, mangeya pez û çêlekê jî li kêleka me ye û dîwarê me yek e. Cihê perwerdeya zarokan me ji xwe re kiriye strageh û cihê xwedîkirina pez. Em bi vê yekê ne kêfxweş û razî ne lê ev hemû di encama şer de wiha bû. Guneh e ew jî wekî me ne, serma hestiyên wan dirizîne."
"Li hêviya vegera gund in"
 
Zehra bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku rojeke ji rojan vegerin gundê xwe û dîsa li mala xwe bijîn. Mirov bê mal û axa xwe rezîl dibe, bi vegera gund em ê ji nû ve ji dayik bibin."