Di nava qeyîrana aboriya Lubanê de zoriyên jinên koçber

Jinên ji ber rewşa aloziya Sûriyê berê xwe dane koçberiyê û li Lubnanê jî bi koçberî û qeyîrana aqboriyê re têkoşînê dikin û hewil didin nanê rojê yê zarokên xwe peyîdabikin diyar kirin ku ji ber qeyîrana aborî ew di peyîdakirina nanê rojê de zoriyê dibînin.

 
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd – Şer û aloziya li Sûriyê bûyî sedema koçberiyê bandor li jiyana her kesê kiriye. Jinên ji ber şer zarokên xwe revandine û xwe li sînoran qelibandine çîroka koçberiya xwe vedibêjin. Ji jinên koçber ên ji Sûriyê berê xwe dane Lubnanê Turkiya Ehmed EL-Huseyîn, Şîraz û Tahani Ahmed Al-Khuzaim diyar kirin ku ew nanê rojê nikarin ji zarokên xwe re peyîda bikin û kite kitên zoriyên jiyna xwe bi ajansa me re par kirin.
Jiyana dayika 9 zarokan Turkiya Ehmed EL-Huseyîn a 60 salî li kêlek koçberiya wê ya li Lubnanê ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da ye, êdî ew bi rola dayik û bav ji zarok û niviyên xwe re rabûye. Turkiya EL-Huseyîn ji ajansa me re, detayên veguhestina xwe ji Sûriye ber bi Lubnanê ve û êşa ku bi qeyrana aborî zêde kirî wiha tîne ziman: "Bi qasî sê saline em hatine Lubnanê. Kurê min ê 17 salî bi min re dijî, ji ber nebûna derfetên kar ew jî betale û nikare kar peyîda bike. Kurê min ê dinê jî ji ber birîndare û berî deh rojan emelyatbû, ji ber wê ew jî nikare kar bike. Keça min bi du zarok û hevjînê xwe ve li gel me dimîne. Keça min a dinê jî bi heman şêweyî li gel me dimîne. Em malbatek qerebalixin û hejmara me giştî 15 ye. Ji nava me tevan kê derfetê kar peyîda kir û kar kir dahata digire li me hemûyan xerc dike.
Turkiya EL-Huseyîn pêvajoya beriya qeyîranê û dema niha tîne ber hev û wiha lê zêde dike: “Beriya qeyîranê sala 2017’an dema ku em hatin Lubnanê derfetên kar hebûn û li gorî wê bihayê tiştan jî başbû. Her çu qeyîrana aborî zêdebû û pêre bihayê tiştan bilindbû, êdî em nikarin nanê rojê bidestbixin.” 
Turkiya EL-Huseyîn bi van pirsan hêrsa xwe nîşanda: “Gelo têrê dike ez kîloyek birinc ji bo 15 kesî çêdikim? Van mercan pir bandor li min kir, ji ber ku ez ji bo zarokên xwe hem dê û hem bav im. Gelo çi gunehê van zarokên ku bi hewceyî şîr  in heye, di vê rewşa em nikarin şîrê wan peyîdabikin de ne?”
“Di bazarê de bihayê tiştan bi dolar e”
Tevî şert û mercên xirab ên li Lubnanê, Turkiya El-Huseyîn dibîne ku şert û mercên li Sûriyê dişibihe rastiya jiyana li Lubnanê û ev tişt bilêv kir yê ku perê wî heye dikare bi rehetî bijî, hejar jî bêçarene û nikarin debara xwe bikin. Turkiya EL-Huseyîn destnîşan kir ku xêrxwaz carinan alîkariya wê û malbata wê dikin û wiha domand: “Hinekan alîkariya me kirin da ku ez emeliyata kurê xwe bikim. Beriya kirîzê, zarokên min bi awayekî baş dixebtiîn, lê digel qeyranê rewş guherî. Rewşa heyî bandor li her kesê kiriye, êdî mirovên destê wan xweş û dikarî alîkariya feqîrên weke me bikin jî niha bi zorê nanê xwe peyîda dikin, ji ber wê derfetên jiyanê gelek zor bûne. Hemû tiştan bi bihayê dolar dixin piyasê, emê çawan bikarin di vê rewşê de debara xwe bikin. Ger zarokên min karê rojane bibînin, mûçe pir kêm e û têrê xwarina rojekê nake. Ma gunehê me feqîran bi guhestina rêjeya dolarê li Lubnanê bi vî rengî dîn çi ye? Lê dîsa jî tiştek di dest me de tune ji bilî ku em razî bin."
“Di temenek biçuk de ez dam mêrek temen mezin”
Tevî hemû êş û azarên ku Turkiya bi zarokên xwe re dijî jî ew jinek bi hêz e, li ser qonaxa ciwaniya xwe wiha dibêje: "Ez di temenek biçûk de zewicîm û hevjînê min ji min pir mezintir bû, min kar kir û zarokên xwe mezin kirin. Ez ji pîşeyekê diçûm yek din ji bo ku alîkariya hevjînê xwe bikim. Bi xerabûna rewşa Sûriyê û wêrankirina malên me, em çûn Lubnanê û bi zêdebûna qeyrana aborî re rewşa me gelek xirab bû."
Turkiya El-Huseyîn arvanê xwe amade dike da ku ji zarok û neviyên xwe re wek xwarinê ji bo zivistanê bigire ger ku xwarin neyê peydakirin bi van tiştên ku amadekirî û di paşmalê de veşartî wan zarokan li jiyanê bihêle di ber de jî wiha dibêje: “Ez naxebitim ji ber ku derfetên kar tune ne. Ez li erdê ku em lê dijîn çandiniyê dikim piştî ku min destûra xwediyê wê xwest hewl didim bi karê destan û berhemên ji nava erd kom dikim debara jiyana zarokên xwe dikim. Di temenek biçuk de min berpirsiyariya zarokan girt û heya niha jî wana bi keda destê xwe xwedî dikim." Digel berpirsiyariya ku Turkiya digire ser xwe, ew ji pirsgirêkên tenduristiyê êş dikşîne û di peydakirina derman de bi kirîzê re rû bi rû ye, lê ew ji rastiya tal a ku tê de teslîm nabe, berevajî wê hewl dide ku ji bo malbata xwe bibe sûtnek qayîm a li hemberî hemû zoriyan xwe li jiyanê digire.
Giranî û qeyîrana aboriyê zarokên Şîraz ji dibistanê mehrûm kiriye
Rewşa Şîraz a 25 salî û dayika çar zarokan ku deh salin li Lubnanê dijî ji rewşa Turkiya EL-Huseyîn ne cûdaye. Şîraz zoriyên jiyanê wiha tîne ziman: "Ez di nava çandiniyê de dixebitim û rojane 15 hezar lîreyê Lubnanî, an jî rojê kêmtirî yek dolar distînim. Bi bihayên giran ev miktar têra amadekirina sifreyek xwarinê nake. Rewş pir xirab e, ji ber ku ev miktar êdî têra kirîna kîloyek birinc nake ku bihayê wê gihîştiye 18 hezar lîreyê Lubnanî.”
“Zarokên min îsal fêkî nexwarine”
Şîrazê anî ziman ku pirsgirêk ne tenê xwarine qeyîrana heyî zarokên wê ji dibistan û xwendinê jî bê par hêlaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên min sala par neçûn dibistanê. Ez nizanim ez ê wan îsal ji ber lêçûna veguhastinê çawan û bi çî daçunê bişînim. Her wiha ew bi hewceyî cil û bergên taybet ji bo dibistanê ne. Ez hêvî dikim ku zarokên xwe bişînim dibistanê, lê rewş dijwar e û hêza min têr nake. Piraniya mehê em birinc, savar û nîsk dixwin. Ez nikarim tiştên rojane yên malê bikirim da ku xwarinê amade bikim, ji ber bihayê zêde zarokên min îsal fêkî nexwarin e." 
Li ser pirsa me ya di derbarê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji Sûrîyeyi yên koçber re, Şîrazê ev tişt got: "Neteweyên Yekbûyî alîkariyê dide me lê ew miktara pereyan ji bo 15 rojên pêşîn ên mehê têrê nake. Êdî qîmeta pereyan nemaye. Berî kirîza aborî li Lubnanê, me karibû xwarina xwe ya rojane peyda bikira, lê niha rewş pir cûda ye. Hevjînê min kar dike lê ne bi awayekî rojane ji ber ku nexweş e.”  
Nasnameya me ya malabtî tune 
Tahani Ahmed Al-Khuzaim a 30 salî ku dayika du zarokane û sala 2017 ji Sûriye koçberî Lubnanê bûye jî bilêv kir ku qeyrana aborî bêyî îstîsna bandor li her kesî kiriye û wiha domand: “Bi guheztina rêjeya dolar, em bûne şahidê wendabûna derman û xwarinê. Êdî xwarin û derman pir kêm bûne û bihayên wan bilind in. Ya herî zirar li me kirî, nebûna derfetên kar e. Ya em îro êşa wê dikişînin li kêlek van hmû qeyranan ew e ku dema em ji Sûriyê derketin me bi xwe re nasnameya malbatî dernexist, mînak zarokên min hema bêje ne qeydkirî ne û hevjînê min kaxezên ku nasnameya wî îsbat dike nagire." 
“Ez zarokên xwe bi nan û çayê mezin dikim”
Tahani Ahmed Al-Khuzaim girêdayî têkoşîna xwe ya ji bo dabînkirina hewcedariyên zarokên xwe ev tişt got: "Ez nikarim ji bo kurê xwe şîrê dayimî bidim. Kurê min yek û nîv salî ye û keça min jî du sal û nîvan e. Derman jî nayê peyda kirin. Roja ku ez nikarim şîr peyda bikim, ez nan û çayê didim zarokên xwe û ev yek zirarê li mîde û rûviyên wan dike. Ez xem nakim ku ji xwarin û vexwarinê bêpar bimînim, lê ya ku ez pê eleqedar dibim ev e ku ez ji bo xwe û malbata xwe kaxezên nasnameyê werdigirim."
“Hevjînê min bi komkirina hesinên li ser çopê nan ji me re digire”
Sulafa Trad Ramada a 34 salî û dayika 5 zarokane jî 9 salin ji Sûriye koçî Lubnanê kiriye wiha çîroka jiyana xwe tîne ziman: "Hevjînê min ger ku karek bibîne dixebite û gava ku ew fersendek xebatê nabîne diçe hesin ji çopê digire û difiroşe û xwarinê ji me re peyda dike. Carinan em nikarin pakêtek nan bikirin, ji ber ku jiyan pir dijwar bûye. Tevî ku zaroka min ya biçûk sal û nîvek e, ji ber buhayên giran min dev ji şîr berdaye."
Sulafa Ramadan dibêje ku di hin şevan de zarokên wê bê xwarin radizin, di gel van bihayên giran, ger ku hevserê wê çi qas pere qezenc bike jî, ew ê nikaribe tiştê ku rojane ji malbata wî re pêwîst peyda bike û wiha domand: "Zarokên min sala borî ji ber bihayê veguhastinê xwendina xwe rawestandine. Ez li ser pêşeroja wan ditirsim ku ew ê bêyî zanîn û xwendinê mezin bibin."
Sulafa Remezan înkar nake ku ew alîkariya madî ji Neteweyên Yekbûyî werdigirin, lê ev alîkarî, bar li ser malbatê sivik nake. Ev miktar têra arvanê mehekê nake û hema hema di hefteyek de diqede.
Sulafa Ramadan di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ger ji sedî yek ji vegera li Sûriyê hêvî hebe ku dê karibe pêşerojek geş ji zarokên xwe re misoger bike, ew amade ye ku yekser Lubnanê biterikîne, lê qeyrana aborî ya ku gelên Sûriyê yên li Sûriyê jiyan dikin heman tişt li Liubnanê ye.